Kî wê ji êrîşkariya Tirk sûd werbigre?

Serokkomarê dewleta dagirker a Tirk Receb Erdogan dîsan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komkujiyan tehdît kir. Ev tehdîtên Erdogan ne nû ne, lê her diçe dijwartir dibe. Li beramberî wan metirsiya komkujiyan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyê berxwedanê dikin. Hêzên li herêmê jî vala nasekinin wek keftarê li benda laşê mirî di qemînê de ne. Her kes dixwaze ji wan gefên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagir sûd werbigre. Hêzên dixwazin ji vê rewşê sûd verbigrin yek ji wan DAIŞ e. Bi hezaran DAIŞ’iyên di zîndanan de ne û wê rewşa wan çi bibe hêj nediyar e. Li gel wê bi deh hezaran malbatê DAIŞ’î di kampan de ne û fikrê xwe hêj diparêzên. Yê dudiyan rejîma Sûriyê û hevkarê wê Îran û Rûsya ye. Îran û Rûsya dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrîn dikir, xwest li Bakurê Dêrazor pêşbikeve û navendên petrole bigre. Dewleta Tirk a dagirker wê herêmê bikaribe dagir bike, bike navêndek nû yên çeteyan.  

Piştî rizgarkirina Baxoz ji DAIŞ, herêmê di destê DAIŞ bi temamî hate rizgarkirin. Ev serkeftina bi fedakariyek mezin ên Hêzên Sûriyê Demokratîk pêk hat. Li gel wê hevkariyek cidî ya Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê encamek baş girt. Lê ev serkeftina DAIŞ bi temamî ji holê ranekir. Li gor daneyên hene tê gotin derdorî 18 hezar DAIŞ’î li Iraq û Sûriyê hene.

Di şerê li dijî DAIŞ de daneyên resmî nebin jî li gora hin çavkaniyan qasî 11 hezar DAIŞ’î di zîndanê Hêzên Sûriyê Demokratîk de ne. Ji wan 2 hezar hemwelatiyên dewletên Rojavayî ne. Dîsan di nav de hemwelatiyên dewletên Rojavayî qasî 70 hezar jin û zarokên DAIŞ’î di kampên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne. Heta niha pêşeroja wan kesan ne diyar e. Rêveberiya Xweser ji bo ev DAIŞ’iyan daxwaze dadgehek navnetewî dike. Niha pirs ev e ku di êrîşek dagirkeriyê yê dewleta Tirk wê li wan DAIŞ’î çi bibin. Tê xuya kirin ku wê metirsiyek mezin ne tenê li ser heremê, dê li ser cîhanê çêbikin. Gelek caran dema ev tê gotin wek kertek bikaranînê tê fam kirin. Lê di rastî ev ne kartek bikaranînê, rastiyek e.

Ev çend roje rejîma Sûriyê û hevkarê wê Îran li herêma Dêrazor hêzên xwe zêde dike. Ev hêz zêdekirin, bi gefên dewleta Tirk re hevbeş bû. Zedêkirina hêzên pasedarên Îran tê wateya ku ger êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê  bike, çewa dema di êrîşkariya Efrînê de xwest li Dêrazorê cihê di destê Hêzên Sûriyê Demokratîk bigre, amadekariyê heman tiştê dike.

Hevdîtinên di navbera Rûsya, rejîma Sûriyê û dewleta Tirk ên di dema dawî de jî ev mijar û rewşa Idlibê hatiye rojevê. Li gora hin çavkaniyan dewleta Tirk ji bo bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsya, teklîf kiriye ku hêzê girêdayî xwe ji Idlibê bikşîne û destek nede hêzên bimînin. Ev tê wateya Idlibê radestî Rûsya bike.

Di encama êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker wê şer bi heremek bisînor nemîne. Berî niha fermandarê giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk ev yek eşkere kiribû. Ev tê wateya şerek dijwar. Gelê herêmê eşkere dibêjin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin. Ji bo parastina xwe li her derê amadekariyan dikin. Ji niha ve weke mertalên zîndî li ser sînoran e.

Dîsan di encama şerek wiha dijwar de ewlehî girtiyên DAIŞ û kesan di kampan de dê têkeve xeteriyê. Bibe ku hezaran DAIŞ’î ji zindana birevin û berê xwe bidin welatên Ewropa. Gelek ji wan jî ji bo dîsan li Sûriyê û Iraq serweriya çêbikin, êrîşên berfireh lidarbixin. Bi sedan şaneyên razayî yên DAIŞ li herêmê li benda valatiya ewlehiyê ye. Piştî tehdîdên dewleta Tirk a dagirker êrîşên DAIŞ li ser herêmê zêde bûn. Bi taybet li Hesekê gelek teqîn kirin. Çend du rojên dawî du trombilên bombebarkirî hatin bêbandor kirin. Xuya ye wê DAIŞ bixwaze ji êrîşekî dewleta Tirk gelek sûd werbigre. Ev ne tenê ji bo herêmê dê ji bo cîhanê jî metirsiyekî mezin be.

Di encama êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker de, parastina herêmê wek Dêrazor wê zahmet bibe. Yek hebûna DAIŞ hêj li herêmê didome û dibe ku dîsan li herêmê hin cihan têxe destê xwe. Ya din jî Îran û Rûsya bixwazin cihên petrole bigrin. Îran ji niha ve amadekariyê vê dike.

Di rewşek wiha hebûna Koalîsyona li dijî DAIŞ û bit aybet hêzên Dewletê Yekbûyî yên Emerîka wê têkeve xeteriyê. Ne tenê xeterî dibe ku hemû deskeftiyên xwe yên li ser Sûriyê wenda bike.

Di heman demê wê herem ya herî ewle ya Sûriyê bizîvire herema herî aloz ya Sûriyê. Ev tê wateya hevsengiya heye bitemamî xerab bibe. Di rewşek wiha de dê DAIŞ ji nûve zîndî bibe, wê rejîma Sûriyê û hevakarê wê bihêz bibin.

ANHA