Kî yekpariya axê diparêze? Rûsya, rejîm û Rêveberiya Xweser çi dibêjin?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji sala 2011'an heta niha di her firsendê de di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser 3 xalan:

*Yekpariya axa Sûriyê

*Dîyaloga bi rêveberiya navendî re

*Parastina Rêveberiya Xweser anku statuya zagonî û destûrî

Ji bo van daxwazan lêgerîna modelên cuda hebe jî, di daxuyaniyên Rêveberiya Xweser de xisûsa ku model bi diyalog û hevdîtinên hevpar bê diyarkirin, bû. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di pêvajoya 9 salan de li dijî DAIŞ û çeteyên din şerekî mezin meşand û di şer de bi tenê hat  hiştin; di pêvajoyên siyasî yên wekî Cinêv û Astana yên pêşeroja welatê wan diyar dikin de li derve hatin hiştin.

Herî dawî di Komîteya Destûrê de ku li Cinêvê hat avakirin, dîsa vîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehat dîtin û xuyakirin.

Li aliyê din jî di êrişa 2018’an de Efrîn û di êrişa 9'ê Cotmehê de Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk  û çeteyên wê ve hatin dagirkirin.

Tevgera dagirkeriyê, di mutabaqata 22'yê Cotmehê de ku Rûsyayê bi Tirkiyê re îmze kir, li ser bingeheke rewa bi rejîma Sûriyê jî da qebûlkirin.

Li herêmê dema ev geşedan bi pêş diketin, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rojên borî daxuyaniyek da. Lavrov got “Divê Kurdên Sûriyê di diyalogên siyasî yên van welatan de cihe xwe bigirin. Lê divê hevgirtî be."

Lavrov dîsa di axaftina xwe de wiha got: “DYA dixwaze bi Kurdan dewletek cuda bide avakirin."

Girîng e ku bê zanîn hevgirtina ‘yekparetiya axa Sûriyê' ya ku ji aliyê kê ve tê parastin û hin daxuyaniyên ku hev nagirin ên dixwazin Kurdan li derveyî hevsengiyê bihêlin, hene.

Ji êrişên dagirkeriyê yên di 9'ê Cotmehê de dest pê kir û heta niha, em hinekî berê xwe bidin daxuyaniyên rejîm-Rûsya û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Daxuyaniyên dijber

Di 9'ê Cotmehê roja êrişên dagirkeriyê dest pê kir de, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî û got: “Divê hemû pirsgirêkên Bakurê Sûriyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin."

Lavrov diyar kir ku Rûsya ji bo çareseriyê bi Şam û Kurdan re ketiye nava temasê. Rûsya navbeynkariya vê yekê dike. 

Di 14'e Cotmehê de endamê Lijneya Rêveber TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku di destpêka lihevkirina bi hikumeta Sûriyê re de ne û artêşa Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriyê dê tenê li ser xeta sînor bi cih bibe.

Di 17'ê Cotmehê de serokkomarê Sûriyê Beşar ji ajansa SANA re axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk ên rejîma Erdogan ku li dijî welatê me dane destpêkirin, li gel hemû şîarên derewkar, îhlal û dagirkeriya eşkere û li pêş çavan e.”

'Mutabaqata Soçiyê'

Di 22'yê Cotmehê de di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de li ser 10 xalan ‘mutabaqat’ hat îmzekirin û ‘peymana agirbestê' hat erêkirin. Rûsyayê, li gorî daxwazên dewleta Tirk, biryara daxwaza ku Kurd axa xwe terk bikin û 35 km ji sînor dûr bikevin, da.

Di 24'ê Cotmehê de Endamê Lijneya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, “Em zarokên vê axê ne. Em ji Sûriyê ne û yekparetiya axa xwe diparêzin. Eger rejîma Sûriyê yekparetiya axa xwe neparêze, divê bi me re ji diyalogê re vekirî be. "

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî mutabaqata di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de di 24'ê Cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku ew hin xalên ‘mutabaqatê' yên qebûl nakin hene û li ser vê mijarê bi Rûsyayê re axivîne. 

Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî, bi wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov re hevdîtin kir.

Di 29'ê Cotmehê de wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu daxuyanî da û diyar kir ku li gorî mutabaqata Tirk-Rûs a Soçiyê, wan xebatên derxistina derveyî sînorê "Herêma Ewle" ya hêzên QSD'ê temam kiriye.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê di 30'ê Cotmehê de bang li QSD û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got “Tev li refên artêşa Sûriyê bibin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya QSD'ê jî bersîv da û got: “Ev rêbaz xizmeta çareseriya siyasî nake.  Dijberî vê yekê dê krîzê kûr bike. Divê ne endamên me, Fermandariya QSD'ê ku bi niyeta diyalogê deriyê xwe vedike, rasterast muxatab bê girtin."

Beşar Esad, di televîzyona El-Îhbariye ya dewletê de got dewleta Tirk û Erdogan 'diz' e. Esad parast ku mutabaqata di navbera Rûsya û dewleta Tirk a li ser dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ‘demkî' ye.

Esad der barê Kurdan de jî got: “Dewleta Sûriyê dê dîsa vegere axa ku niha di kontrola Kurdan de ye. Armanca me ya dawî dîsa sînorê Sûriyê yên berî sala 2011'an e ku em hemû axê kontrol bikin. "

Rayedarên Rêveberiya Xweser jî diyar dikin ku daxuyaniyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê hev nagirin û tu projeyên Sûriyê yên der barê pêşerojê de tune ne.

Esad li şûna dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdan tawanbar dike

Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esad ku gotûbejek dirêj da Russia Todayê; dagirkirina dewleta Tirk a axa Sûriyê û parçekirina axa Sûriyê paşguh kir û PYD û Kurd tawanbar kirin.

Esad li aliyê din dîsa got: “Hikumeta Sûriyê, herêmên ku berê di kontrola Kurdan de bûn, armanc dike ku dîsa serweriyek tam lê ava bike. "

Meclisa Giştî ya PYD'ê jî bersiv da daxuyaniya Esad ku Kurdan dike hedef û got: “Rejîma Sûriyê, hêj di hişmendiya ku welat di nava hêzên hegemon de parçe bike û gelên Sûriyê li çar parçeyên cîhanê belav bike de, israr dike."

PYD'ê xwest hikumeta Sûriye bi wan re diyalogê bi pêş bixe.

Daxuyaniya herî dawî ya PYD’ê, di rastiya xwe de ji destpêka şerê li Sûriyê de helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 'rêya sêyemîn' esas digire, bi awayekî pir zelal îfade kir.

Peyama Ocalan

Dîsa rêber Abdullah Ocalan, di 2'yê Gulanê de dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, ev peyam dabû:

“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke dan û standinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.

Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecih a bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyê jî bên dîtin.”


Mijarên Din