​​​​​​​Kadar Pîrî: Vekişîna ENKS`ê ji îtîlafê dê pêkhatina yekîtiyê hêsan bike

Serokê Rêxistina Kurd a Bê sînor Kadar Pîrî got: “Eger hêz û kesayetên Kurd ji îtîlafa “Niştîmanî ya Sûriyê vekişin dê pêkanîna yekîtiyê hêsan bibe.”

Li herêmên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna yekîtiyê tevgerek siyasî ya zêde çêbûye.

Ruxmî cudabûna nêrînên aliyên herêmî û navdewletî girêdayî doza Kurd, fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî li ser asta herêmî însiyatîfek ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd pêşkêş kir. Li ser asta navdewletî jî Amerîka û Fransa însiyatîf pêşkêş kirin.

Serokê Rêxistina Kurdên bê sînor Kadar Pîrî got: "Herkesî lihev kiriye û ji yekîtiyê re dibêjin erê. Lê gelek fêm dikin ku yekîtî tê wateya yek alî yan jî yek partî. Ev tişt wisa nabe. Di bingehê de jî nayê qebûlkirin. Pirrengiya partiyan û aliyan demokratbûna herêmê û pirreniya fikran nîşan dide. Ev jî rastiyek e îro tê jiyîn."

GELO ENKS TÊKILIYA XWE BI ÎTÎLAFA SÛRIYÊ RE YA KU DESTÊ WÊ DI RIJANDINA XWÎNA KURDAN DE HEYE QUT DIKE LÊ NA?

Pîrî tevlî  danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û ENKS’ê de li Parîsê bi tevlibûna aliyên navdewletî Fransa, Amerîka, Birîtanya, Almanya û nûnerê Koalîsyona Navdewletî çêbûne, bûbû li ser vê bingehê bersîva vê pirsê da: "Axaftin li ser pêwîstiya tevlikirina tevahiya kom û hêzan di nav rêveberiyê de dihatin kirin, ji ber ku ew di aliyek din de ne."

Pîrî wiha domand: "Bi hêsanî mirov dikare bêje, axaftin hemû li ser vekişîna wan aliyên Kurd ji îtîlafê bû. Da ku ji Tirkiyê re nebe hincet ku Kurd di îtîlafê de ne.”

Pîrî wiha pê de çû: "Îro dema behsa hebûna danûstandinekê di navbera aliyên Kurd û ENKS’ê de tê kirin, sedem jî hebûna ENKS`ê di nav îtîlafê de ye. Ji ber ku nabe du cebheyên dijber de Kurd hebin.  Divê danûstandin bi rêya sponseriya navdewletî (Amerîka, Fransa û Koalîsyona Navdewletî) pêk werin."

Pîrî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em texmîn dikin ku hewldanên navdewletî ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd, wek encamekê ji parastina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk armancên xwe ji bo pêkanîna Sûriyeyek demokratîk pirrengî û nenavendî hatin. Ev her du alî tenê karîn rûmeta gelê Sûriyê biparêzin.”

‘RÊVEBERIYA XWESER DI ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ DE DÊ BIBE ALIYÊ HERÎ BI HÊZ’

Pîrî ev tişt destnîşan kir: “Rêveberiya Xweser û QSD`ê di çareseriya aloziya Sûriyê de di pêşerojê de dê bibin aliyên herî bi hêz. Serkeftina diyaloga di navbera aliyên Kurd de dê baş be û vê helwestê xurt bike. Ger diyalog bi serkeve, dê baş be. Lê ger bi ser neket, aliyê ku bibe sedema vê yekê mîna ku biryara darvekirinê li xwe birî be. Wê demê dê bi hêsanî were teşhîrkirin û bi cîhanê were nasîn."

ASTENGIYÊN LI HEMBERÎ YEKÎTIYÊ

Pîrî di berdewama gotinên xwe de behsa hinek daxuyaniyên neyînî û fişarên ku li pêşiya hewldanên yekîtiyê dibin asteng kir û got: “Di vê dawiyê de rêveberên ENKS`ê daxuyanî dan ku xwe ji Îtîlafê nakişînin. Her wiha Tirkiyê bi rêya tevlêkirina kesên bi navên Kurdên serbixwe di îtîlafê de dest bi fişara li ser ENKS`ê kir. Bi xwe ew Kurdên serbixwe tenê xayîn in.”

Pîrî ew daxuyanî weke xencerek di nava pişta Kurdan de nirxand û got: "Ger ew hewldan bi ser nekevin, hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser heye. Ev rêveberî ji hêzên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê. Bi texmîna min ê ku derveyî Rêveberiya Xweser ma dê kaxizek şewitî di destê dagirker û hêzên ku xêrê ji Sûriyê û Kurd re bi giştî naxwazin de bimînin."

ŞERTA BINGEHÎN A PÊKANÎNA YEKÎTIYÊ

Pîrî dûrketina hinek rêveberên ENKS`ê li derve wek şertek ji bo pêkanîna yekîtiyê hesiband û got: "Ev danûstandinên di navbera hêzên Kurd de dê biserkevin. Lê bi şerta ku hinek rêveberên ENKS`ê yên li derve jê dûr bikevin. Ji ber ku ew xêrê ji herêmê û Kurdan re naxwazin. Ew bi hinek ajandeyan ve girêdayî ne û berjewendiyên wan ên kesayetî hene. Hinek din jî ji ber kînên xwe ji Rêveberiya Xweser venakişin. Ew nakevin ferqê ku her nêzîkbûnek an jî yekîtiyek di encamê de bi awayekî xwezayî dê wateya vekişîna wan ji îtîlafê bide. Ew bi berjewendiya gel bi giştî nafikirin. Di çarçoveya fikrê teng de mane. Li ser erdê hêzên herêmî û navdewletî hewl didin hebûnek wan di rêveberiyê de hebe, her wiha hewl didin çareseriyek hebe."

Pîrî rave kir ku texmîn dike dê lihevkirinek bi sponseriya navdewletî ji bo vedîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re çêbibe. Pîrî got: “Daxuyaniyên Jeffrey nîşan dikin ku dest bi çareseriyê hatiye kirin. Ev gava yekemîn e ku dê kesayetên siyasî, hêz û partiyên siyasî ji herêmê çi yên Kurd yan jî ne Kurd beşdarî Rêveberiya Xweser werin kirin.”

PÊWÎSTIYA HÊZÊN NAVDEWLETÎ BI QSD`Ê HEYE

Pîrî dibîne ku aliyên navdewletî dê fişarê bikin ji bo ku yekîtiya Kurd pêk were û wiha pê de çû: "Dema em behsa daxwaza navdewletî ji bo vedîtina çareseriyekê dikin, ev tê wateya ku gelek aliyên ku çareseriyê red dikin, dê neçar bibin qebûl bikin. Hinek aliyên din li Sûriyê derveyî Koalîsyona Navdewletî mîna Rûsya hene ku dixwazin çareserî pêk were."

Di dawiyê de Pîrî got: "Rêveberiya Xweser û QSD dê bimînin, ji ber ku pêwîstiya herkesî bi QSD’ê heye. Amerîka hewl da ku bi tevahiya rêbazan hêzekî li şûna QSD`ê çêbike, lê bibin ket. Ger hêza QSD’ê hatiba rakirin, Rûsyayê jî nedikarî ku hemû herêmên QSD’ê kontrol bike. Tenê hêzên Îranê hene. Rûsya li gorî lihevkirina wê bi Amerîkayê re nikare hêzên Îranê bikar bîne. Ji ber ku li ser rakirina rola Îranê di dosyaya Sûriyê de lihev kirine. Lewra ciwanên herêmê dikarin herêmên xwe biparêzin û dê wisa be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din