Kampa Cedîdet El-Humir pêşwaziya beşa yekem a koçberên Idlibê kir

Kampa Cedîdet El-Humir a 26 km dikeve başûrê bajarê Minbicê beşa yekemîn a koçberên ji Idlibê pêşwazî kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê ji bo xelkê Idlibê yên ji ber şerê di encama lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê de koçber dibin kampek vekir.

Kamp li herêma Cedîdet El-Humir a 26 km dikeve başûrê bajarê Minbicê ye.

Kampê beşa yekemîn a koçberan ku ji 25 malbatan pêk tê pêşwazî kir. Beriya ku kamp were avakirin koçber li gund û bajarokên Minbicê bi cih bûn, hin din jî demekî li kampa  Minbic a rojhilat a kuçberên Meskena û Dêr Hafir bi cih bûn.

Tê payîn ku demên bê de beşên din bighêjin kampê.

Piştî Fermandarê Giştî yê QSD‘ê ragihand ku ew amade ne pêşwaziya koçberên ji Idlibê bikin di hefteyên derbasbûyî de bi sedan koçber xwe gihandin herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

ANHA


Mijarên Din