Kampa Erîşa 7 hezar koçberên din pêşwazî kir

Kampa Erîşa ku dikeve başûrê Hesekê pêşwaziya zêdetirî 7 hezar koçberên ji kampên Mebrûka û Eyn Îsayê kirin û koçberan îşaret bi piştgiriya Rêveberiya Xweser kirin.

 

Kampa Erîşa 30 km dikeve başûrê kantona Hesekê û li navçeya Erîşa (El-Sed) ye. Kamp ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Dêrazorê û Reqayê hate vekirin.

Sivîlên ji ber hebûna komên Îranê, hêzên Rejîmê û hilweşandina malên wan,  li kampa Erîşa bi cih bûn. Piraniya koçberan ji bejahiya Dêrazorê û Reqayê ne, li ser vî esasî li kampa Erîşa zêdetirî 14 hezar kes heye.

Piştî artêşa Tirk di 9’ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, bi hezaran sivîlên hêrêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçber bûn û kampa Erîşa pêşwaziya zêdetirî 7 hezar koçberên li kampên Mebrûka û Eyn Îsa bi cih bûbûn, kirin.

Hevserokê Kampa Erîşa, Zahir El-Xerbî got: “Piştî ku QSD’ê herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin koçber vegeriyan malên xwe. Lewma me koçberên ku nû hatine li cihê koçberên berê bicih kirin.”

Koçberê  bi navê Şahir Elî ku ji bejahiya Dêrazorê ye got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya  koçber û penaberan kirin. Hin rêxistinên ku alîkariya koçberan dikirin ji kampê derketin, lewma barê koçberan giran bû.”

Koçberê bi navê Sefwan Mihdî bal kişand ser karê rêveberiya kampê û Rêveberiya Xweser ku ji wan re peyda kirine û got: “Kar başe, lê kêm e û nagihe her kesî.  Em hêvî dikin ku rêxistinên piştgiriya koçberan dikin, vegerin kampê  û alîkariya me bikin.”

Koçberê bi navê Hemûd Derwîş jî  kampa Mebrûka derketiye û berê daye kampa Erîşa. Derwîş got: “Rêveberiya Kampê û Rêveberiya Xweser alîkariya me dike û rêxistinên mirovî tu alîkariya me nakin.” (eh)

ANHA


Mijarên Din