​​​​​​​Kampa Girê Spî di rojên cejnê de pêşwaziya 365 koçberan kir

Piştî girtina hemû tedbîrên tenduristiyê, rêveberiya kampa koçberên Girê Spî di du rojên dawî de pêşwaziya 365 koçberan kir.

Rêveberiya kampa koçberan a Girê Spî di çarçoveya tedbîrên li hemberî Koronavîrusê de di 23‘yê Adara borî pêşwazîkirina koçberan rawestandibû. Nemaze ku dewleta Tirk a dagirker hewl dida vîrusê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rojane bi dehan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriyê artêşa Tirk û çeteyên wê de ji ber rewşa jiyanî ya xirab xwe dispêrin herêmên Rêveberiya Xweser dibin. Piraniya koçber li gel xizmên xwe an jî di malên xirabûyî de dimînin, lewra neçar dimînin ku biçin kampê. Rêveberiya Xweser hewl dide pêwistiyên wan bi cih bîne.

Şêniyê bi navê Îsmaîl El-Hisên ji gundê Şergirakê yê kantona Girê Spî ya dagirkerî ye, diyar kir ku li gund aramî nîne, rewşa jiyanî xirab e, madeyên sereke peyda nabin, her wiha çavkaniya debara jiyanê nîne ku pê malbata xwe xwedî bike, ji ber vê  yekê berê xwe da kampê.

El-Hisên spasiya rêveberiya kampê kir ji ber ku di mecên zehmet ya ji ber Koronavîrusê de koçberan derbasî kampê dike.

Koçberê bi navê Mustefa El-Hesan jî spasiya rêveberiya kampê kir ku malbata wî pêşwazî kir û pêwîstiyên wê bi cih anî. El-Hesan diyar kir ku piştî ji warê xwe koçber dibe li bajarê Reqayê bi cih bû, ji ber nedikarî kiriya xanî bide hat kampê.

Endamê rêveber ê kampa koçberên Girê Spî Elî El-Xebîn got: "Tevî tedbîrên qedexekirinê lê, bi bin bendê mirovî de û ji ber rewşa jiyanî û xizmetguzarî û binpêkirinan li herêmên dagirkirî em neçar man pêşwaziya koçberên ku vê dawiyê hatine, bikin."

El-Xebîn destnîşan kir ku wan hemû tedbîrên tenduristiyê girtine û teqez kirin ji koronayê bi wan re nîne.

Elî El-Xebîn anî ziman ku hejmara konan gihaşt 606‘an, ferehiya kampê têra hezar konî dike.

Kampa koçberên Girê Spî di 22‘yê Mijdara 2019‘an de li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hate avakirin. Di kampê de 2 hezar 71 koçberên ji kantona Girê Spî hene.

Li gorî serjimariya Meclisa Kantona Girê Spî hejmara koçberên ji bajar û gundê Girê Spî û gundên bakur û rojavayê Eyn Îsayê 75 hezar derbas kir.

ANHA


Mijarên Din