Kampa Holê jinek û 2 zarok radestî Mala Êzidiyan kirin

Rêveberiya Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî ku ji aliyê QSD‘ê ve hatibû rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Rêveberiya Kampa Holê îro jinek û 2 zarokên Êzidî yên Şengalê ku ji aliyê QSD‘ê ve di çarçoveya tinekirina DAIŞ‘ê li herêma Baxozê de hatibû rizgarkirin û li kampa Holê hatinbû bicihkirin radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Kesên hatin rizgarkirin "Dawud Salim ji gundê Herdan e, Ziyad Heyder ji gundê Solaxê ye û Ezîza Sebrî Îbrahîm a ji gundê Hatimiyê yên girêdayî Şengalê ne.

Mala Êzidiyan ji aliyê xwe dê wan radestî malbatên wan li Şengalê bikin.

ANHA


Mijarên Din