Kampa Mebrûka ji koçberên Dêrazorê re spartgeh e

Hejmara koçberên Dêrazorê yên li kampa Mebrûka ya kantona Hesekê zêde dibin. Koçber sedema vê yekê dispêrên bêewlehiya li herêmên wan û zêdebûna şaneyên veşartî yên çeteyan.

Di kampa Mebrûkayê ya herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê 7 hezar û 200 koçber hene. Bi destpêka pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê re, di sala 2017‘an de pêla koçberiyê ya ji Reqayê ber bi kampa Mebrûkayê ve zêde bû. Wê demê jimara koçberan gihaşt 27 hezar kesî.

Piştî ku QSD’ê herêma Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, gelek koçber vegeriyan warê xwe. Piştî wê hejmara koçberên di kampê de mane, 2 hezar û 600 e.

Kampa Mebrûka girêdayî bajarokê Mebrûka yê herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye. Kamp di 2015‘an de hat avakirin. Kamp ji bo pêşwazîkirina koçberên ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê û şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de hate avakirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di destpêka îsal de pêngava xwe ya dawîn a li dijî DAIŞ‘ê li herêmên Dêrazorê dabû destpêkirin. Di encamê de pêla koçberiyê ya ber bi kampê ve zêde bû. Niha 3 hezar û 550 koçber li kampê dimînin.

Koçberên kampa Mebrûkayê dibêjin rewşa di kampê de aram e û rêveberiya kampê xizmetê pêşkêşî wan dike.

Nûrî El-Salim ji gundê Zîban ê Dêrazorê ye û got: “Beriya gundê me ji DAIŞ‘ê were rizgarkirin em koçber bûn. Ji ber ku li herêma me ewlehî tune bû. Rewşa jiyanî ne baş bû û diyardeya kuştinê zêde bûbû. Em li kampê di nava aramî û ewlehiyê de ne. Rewşa jiyanî û xizmetguzarî jî baş e. Hin kêmasî hene, lê rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike.”

Şêniya bi navê Terfa El-Ebd a ji gundê Zîban ê Dêrazorê destnîşan kir ku ji beriya herêm ji çeteyan were rizgarkirin, ew ji mala xwe derketin.

Necah Neglawî ya ji gundê Şinaw ê herêma Meyadîn a parêzgha Dêrazorê ye da zanîn ku li kampê dibistan û xizmeta tenduristiyê heye û dawaz ji rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bide wan û madeyên xwarinê pêşkêşî wan bike.

Rêveberê kampa Mebrûkayê Fayiz Îbrahîm destnîşan kir ku piraniya koçberên li kampê ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê ne, ji ber şer reviyane.

Îbrahîm anî ziman ku ne tenê kampa Mebrûkayê pêşwaziya koçberan dike, gelek kampên din jî hene, di nav de kampa Holê ye ku hejmareke mezin hewandiye.

Fayiz Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku derdora 14 rêxistinên mirovî, hin ên Rêveberiya Xweser, hene ku alîkariyê dikin da ku barê rêveberiya kampê sivik bibe.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din