Kampanyaya komkirina îmzeyan a li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk didome

Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê yên li dijî Gelê Kurd di çarçoveya kampanyaya belgekirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker de, li bajarê Silêmaniyê dest bi komkirina îmzeyan kir. 

Bi armanca belgekirina sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava pêk anîne, gelek hiqûqnas û çalakvanên herêma Kurdistanê beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan bûn.

Komîteyê di 11`ê Mijdarê de bi civîneke çapemeniyê li pêşiya navenda nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê, destpêkirina xebatê komkirina îmzeyan li herêma Kurdistanê ragihandibû.

Komîteyê diyar kiribû ku kampanyaya wê li Rojava dest pê bike û komkirina îmzeyan li herêma Kurdistanê parçeyek ji kampanyayê ye.

Duh komîteyê li bajarê Qamişlo, serdana mala zaroka bi navê Sara (8) kiribû ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker de lingekî xwe winda kiribû.

Komîteyê di berdewama xebatên xwe de û bi armanca komkirina îmzeyên koçberên ku bûn qurbaniyên sûcên dewleta Tirk a dagirker, îro serdana Kampa Barîk a li bajarê Silêmaniyê ku koçberên ji Rojava lê dimînin, kir.

Tê payîn ku komîte di rojên pêş de, xebatên xwe li bajarên Hewlêr û Dihokê dewam bike.

Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê ên li dijî Gelê Kurd hewl dide 100 hezar îmzeyên kesên ku bûne qurbaniyên sûcên dewleta Tirk, kom bike û wek îspatekê di dadgeha sûcên navdewletî de li dijî rêjîma Tirkiyê bi kar bîne.

Komîte dê her wiha kopiyên îmzeyan ji hemû serokên dewletên cîhanê re bişîne.

ANHA


Mijarên Din