Kampanyayên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li welatên erebî berdewam dikin

Kampanyayên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê yên ku beriya çend rojan ji Erebistana Siûdî û hin dewletên Kendavê û Misirê ve dest pê kirine, bandoreke mezin pêk tînin. Çavdêr texmîn dikin ku dê kampanya fireh bibe û bandoreke rasteqînê li Tirkiyê bixe.

Li Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir û hin dewletên din ên erebî kampanyayên gel ên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê berdewam in û banga tevlêlbûna wan tê kirin.

Navend û sûkên bazirganên yên Erebistana Siûdî yên herî mezin beşdarî kampanyayê bûn. Sazî û şîrketên bazirganî û endustirî yên cihêreng dixebitin tevlêbûna xwe ya nava kampanyayên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ragihandin.

Şîrketên ku beriya du rojan tev li kampanyayê bûne ev in; "Mobilya El-Ebidulatîf", "Sûkên nîştimanî", " Koma Qefarî ya kelûpelên malê", "Sûkên Temîmî", "Sûkên Abdullah El-Esîm", "Sûkên Estra" û "Danob".

Şîrketên destnîşan kirin ku biryara wan a tevlêbûna kampanyayê, ji bo piştgiriya kampanyaya gel a boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ye û ev kampanya bi "Eka nîştimanî" bi nav kir.

Kampanya bi lez li dewletên Ereb belav bû, jê Îmarat, Misir, Mexrib, Lîbya û hwd. Tevahî beşdarên kampanyayê destwerdanên dewleta Tirk li kar û barên erebî û sûcên dijminahî red dikin.

Girêdayî mijarê, serokê Meclisa Odeya Bazirganî ya Siûdiyê Eclan Eclan bi twittekê piştrast kir ku Erebistana Siûdî bi temamî kelûpelên dewleta Tirk boykot kirin û wiha di twittê de got: "Na ji fînansê re, na ji dahatina kelûpelan re û na ji tûrîzmê bi Tirkiyê re. Ev jî berpirsiyariya her siûdiyekî ye ku li hember dewleta Tirk bisekine ya ku dijminahiya fermandarî, welat û şêniyên me dike."

Eclan wiha domand: "Em şênî û karsaz wê ti dan û standinên me bi tiştên tirkî re tunebin. Em bi şîrîketên tirkî ên ku li qiralîteyê kar dikin jî re dan û standinên nekin. Ez bang dikim ku dan û standinan bi wan re nekirin. Baykotkirina Tirkiyê li beramberî berdewama êriş û heqareta dewleta Tirk li fermandarî û welatê me, berisva me ya herî kêm e."

Kampanyayên boykotkirinê, ji ber êrişên çapemeniyê yên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan li dijî Erebistana Siûdîpar dest pê kirin. Kampanya bandoreke mezin li bazirganiya di navbera Erebistana Siûdî û Tirkiyê de kir.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, asta pevguhartina bazirganî ya di navbera Erebistana Siûdî û Tirkiyê ji sala 2015’an de kêm bûye. Sedema vê kêmbûnê siyasetên dewleta Tirk ên piştevaniya koma Îxwan El-Mislimîn li dewletên Ereb.

Rêjeya pevguhartina bazirganiyê ya sala 2015'an ya di navbera her du welatan de gihaşt 5.59 milyar dolar û di 2018’an de bû 4.96 milyar dolar.

Li gorî daneyên fermî, di 8 mehên ji 2020’an kelûpelên Tirkiyê, wekî tûtin, xalî, rês, alav, amûrên kehrebê, tiştên kîmawyî, tov, nivîn, hesin li sûkên Erebistana Siûdî daketin û bû 1.91 milyar dolar. Ev rêjeya kêmbûnê ya ji sedî 17 mezin e. Lê di 2019’an de kelûpelên Tirkiyê ji Siûdiyê re 2.3 milyar dolar bû.

Erebistana Siûdî ne tenê kelûpelên Tirkiyê boykot kirin. Di heman demê tûrîzm li Tirkiyê boykot kir. Ji ber ku dewleta Tirk tûrîzmê wek jêdera dabînkirina parçeyên biyanî dihesibîne. Li gorî Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê; kampanyaya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê yên di 2019’an de hatiye destpêkirin bû sedema kêmbûna tûrîstan Siûdî li Tirkiyê. Di sala 2019'an hejmara Siûdiyên ji bo tûrîzmê berê xwe didan dewleta Tirk ji sedî 40 daket. Ev hejmara li gorî sala 2018'an kêm e. Di encama boykotê de asta tûrîzma ji Siûdiyê ber bi dewleta Tirk ve daket asta 11’an. Lê di 2018’an de tûrîzma ji Erebistana Siûdî ber bi Tirkiyê ve di 4’an de bû.

Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê hejmara tûrîstên Siûdiyê di Tebaxa 2020’an de gihaşt hezarî, lê di Tebaxa 2019'an de 140 hezar û yek tûrîst bû.

Çavdêr destnîşan dikin ku metirsiyên Tirkiyê ji bandoriya kampanyayên boykotkirinê li kargehên ewropî yên li Tirkiyê hene. Dibe ku bi wê re jî ewropî hin fînansên (Îstîsmar) xwe ji Tirkiyê bikişînin, mîna kargehên markên cîhanî. Da ku zirarê ji sûkên girîng ên li dewletên Kendavê nekin. Li gorî  rojnameya Financial Times karmendê şîrketa Mango a cîhanî ya Spanî ya cil û bergan destnîşan kir ku tevahî dahatûyên li Tirkiyê çêdibin Erebistana Siûdiyê boykot kir.

'KAMPANYAYÊN BOYKOTKIRINÊ HETA SEKINANDINA ERDOGAN BERDEWAM IN'

Têkildarî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihad li ser van kampanyayan wiha got: "Fikra boykotkirina kelûpelên Tirkiyê, di bingeh de berteka gelê Ereb e ku bersiva ji kiryarên rejîma Tirkiyê yên niha ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelek welatên ereb, mîna Sûriyê, Iraqê, Lîbya û dewletên dîtir kiryaran pêk tîne."

Ebû Mihadî destnîşan kir ku rejîma Tirk gelek herêmên ji Bakurê Sûriyê dagir kirine û êrişên leşkerî yên bênavber li dijî bakurê Iraqê pêk tîne û li Lîbyayê dagirkirina aborî û leşkerî dimeşîne.

Ebû Mihadî da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk eşkere ne. Ev yek jî li herêmên ereb û hwd diyar dibin û got, ji ber wê gelê li Erebistana Siûdî, dewletên Kendavê û Misirê kampanyayên boykotkirina fireh a kelûpelên Tirkiyê li dar xistin.

Li gorî Ebû Mihadî diyar e ku ev kampanya wê berfireh dibe, heya ku bandora xwe bi awayekî rastîn li siyasetên Tirkiyê bike.

Ebû Mihadî bi bîr xist ku ji diruşmên van kampanyayan eşkere dibe ku ji bo bersivdana sûcên Erdogan ên li dijî serweriya dewletên Ereb e. Ji ber mêtîngerî û hegamoniyê bi kar tîne û destwerdanê li kar û barên dewletên Ereb dike.

Li gorî raporan, kampanyayên boykotkirinê wê dewam biin heta zirara rastîn li siyasetên Tirkiyê bike. Bi taybet naveroka kampanyayên têgihiştin û zanîn e. Bo nimûne li Misirê kampanya bi navê "Ji kelûpelên Tirkiyê bêhna xwînê difore".

Nivîskarê filistînê Mihemed Ebû Mihadî îşaret pê kir ku "Ev rejîma Tirkiyê bûye şirîkê mezin ê 6’emîn ê aborî bi dagirkera Îsraîlê hevparê Îsraîlê. Ji ber têkiliyên bazirganî û Îsraîlê di lûtkeya geşbûnê de ne. Di hin raporên aborî de tê behskirin ku dahatûyên mezin, têkilî û civînên aborî yên hevpar di navbera Israîl û Tirkiyê de hene."

Li gorî Ebû Mihadî, di hin raporan de tê diyarkirin ku tevî ku gelek dewletên ewropî û hin dewletên cîhanê kelûpelên nişteciyên Îsraîlê ji ber ku ne qanûn û ne rewa ne boykot dikin, lê  dewleta Tirk kelûpelan ji nişteciyên li Îsraîlê tîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din