Kampek ji koçberên Girê Spî re li Til Seminê hate vekirin

Meclisa Kantona Girê Spî kampa koçberan a nêzî bajarokê Til Seminê yê gundewarên bakurê Reqayê vekir.

Kampa koçberan îro 11 malbatên koçberên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên wan koçber bûne, pêşwazî kirin.

Koçber ji aliyê hevserokê kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, komîteya kampê ku ji 5 rêveberan pêk tê, her wiha endamên meclisa bajarok Elî Baciliyê û navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî û bi dehan saziyên sivîl hatin pêşwazîkirin.

Kamp ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve û bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Di kampê de 100 kon hene, ku wek pêvajoya yekê hate avakirin, da ku pêvajoya lêkirina kampê dewam bibe. Tê payîn ku pêvajoya duyemîn bi avakirina 500 konên din dewam bike.

Di kampê de mitbexek heye ku xwarinê ji koçberan re amade dike.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara koçberên bajarê Girê Spî û gundewarên wê yên li Reqa û gundewarê wê dimînin, tenê li bajarokê Hîşê zêdetirîr 30 hezar koçber hene. Meclisa kantonê daneyên hejmara koçberên bajarê Sirîn, Kobanê, Tebqa û bajarên din ji bo pêşkêşkirina alîkariyê, berhev dike.

ANHA


Mijarên Din