Kampên herêmê barê Rêveberiya Xweser giran dike

Kampên li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêveberiya Xweser pirsgirêkek in, ji ber ku rêxistinên mirovî erkên xwe paşguh kirine. Rêveberiya kampan amadekariyên vegera hejmarên mezin ji koçberan ji bo warê xwe bi dawî kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina bi hezaran kesên ku ji şerên li Sûriyê rû dane û penaberên Iraqê direvin gelek kamp ava kirin.

Piştî operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê li dijî DAIŞ`î li herêmên Dêrazorê, hejmara koçberan di nav kampan de bi awayekî mezin zêde bû. Hejmara koçberan di nav kampa Holê de gihaştiye zêdetirî 72 hezar koçberan di nav de 10 hezar û 437 biyanî(malbatên çeteyên DAIŞ`ê), 30 hezar û 789 Sûrî û 30 hezar û 875 penaberên iraqî.

Rêveberiya Xweser di gelek boneyên navdewletî de bang li dewletên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê ku ji zêdetirî 50 dewletan ne werbigirin.

Rêveberiya Xweser bi tevahiya derfetên xwe hewl dide pêdiviyênjiyanî yên pêwîst ji wan koçberan re peyda bike mîna av, xwarin û xebatên tenduristiyê. Tevî parastina ewlehiyan wan.

Ev tişt zextek mezin li Rêveberiya Xweser ava dike li gel hejmara zêde ya koçberan û paşguhkirina rêxistinên mirovî pêşkêşkirina alîkariyan. Ev rêxistin li cem Buroya Rêxistinan û Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin ku hatine da ku alîkariyan pêşkêş bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 120 rêxistin ku Buroya Rêxistinan tevahiya hêsanan jê re pêşkêş dike hene. Lê Rêveberiya Xweser di demek berê de diyar kir ku asta alîkariyên ku van rêxistinan ji koçberan re pêşkêş dike nagihêje atsa ku tê xwestin û bi rêjeya ji sedî 30 ji pêwîstiyên koçberan derbas nake.

Rêveberiya Xweser bi dawiya meha Remezanê re li gorî biryara komxebata êlan a ku li Eyn Îsayê di 3`yê Gulanê de li dar ketiye 800 kes ji kampên Reqa û Tebqa derxistine. Rêveberiya diyarkiribû ku hewl dide beşên din ji koçberan ji wan kampan derxîne.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Koçber û Penaberan Şêx Mûsa Ehmed dibêje ku lîsteyên navên bi hezaran koçberan ji herêmên Dêrazor û Minbicê amade kirine da ku wan vegerîne warên wan. Ehmed diyar kir ku gelek herêmên Dêrazorê ji bo vegera şêniyan amade bûne, piştî ku ji bermahiyên şer hatine paqijkirin û destnîşan kir ku prosesa derxistina koçberan dê di çend rojên pêşiya me de be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara koçberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî serjimariyên dawîn ên Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê derdora 210 hezar in û di nav 15 kampan de belav bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din