Kantona Şehbayê azarên tunebûna dermanan dikişîne

Ji ber çembera ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şehbayê ji sal û nîvekê ve ferz kiriye, kanton rû bi rûyî kişandina azarên derman, kadroyên bijîşkî û pêdiviyên bijîşkiyê ye. Ji lew re nuqteyên tenduristiyê hin caran nikarin pêdiviyên nexweşan pêk bînin. Rêxistinên pêwendîdar jî çareserkirina kêmasiyan paşguh dikin.

Hê jî kantona Şehbayê azarên kêmbûna derman û derfetên tenduristiyê bi sedema çembera ku rejîma Sûriyê li herêmê ferz kiriye, dikişîne. Ev jî li ser jiyana nexweşiyên pençeşêr, eseb, kezeba reş û hin nexweşiyên dîtir ên xeternak, metirsî ye.

Çemberê hişt ku gelek cureyên derman û pêdiviyên tenduristiyê bi dawî bibin û li gel jî rejîma Sûriyê nehêle nexweşiyên ku rewşên xwe giran, biçin bajarê Helebê da ku tedawî bibin.

Kêmbûna dermanan li Nexweşxaneya Avrîn, navendên tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd rewş dijwartir kir û bandorê li tevahî şêniyan dike, bi taybet jin û zarokan.

Ji dermanên herî girîng ku pêdiviya nexweşan pê heye, dermanên nexweşiyên eseb, verimandin, gurçik, derûnî û nexweşiyên giran in.

Di vî warî de rêveberê Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb der barê astengiyên dabînkirina pêdiviyên bijîşkî de axivî ku weke dermanên verimandin, gurçik, nexweşiyên eseb, derûnî û yên giran.

Ereb got: "Li gorî serjimariyên dawîn ên li gel me, zêdetirî  hezar rewşên nexweşiyên çerm hene. Piranî ji wan, hesasî sorbûna çerm û laşmanya û hin jê jî pençeşêra çerm in. Her wiha 300 rewşên derûnî hene ku pêdiviya wan ya lez bi derman heye."

Di dawiyê de Ereb bang li rêxistinên pêwendîdar kir ku çareseriyeke lezgîn ji vê pirsgirêkê pêk bînin û bal kişand ser ku pêwîst e di leztirîn demê de derman bê şandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din