"Kaptan Hemadî" li Şedadê ye

Katpan Hemadî El-Ewad yek ji perwerdekarê Tîma El-Fitûwê ya li Dêrazorê bû. Gelek lîstikvanên girîng ên mîna Omer El-Sûma û Ûdeyî El-Cefal perwerde kirin. Niha li navçeya Şedadê dimîne û wek perwerdekarekî di qada sporê de dixebite.

Di encamên şerên ku li gelek deverên Sûriye yê rû didin, gelek kesan ji ber rewşa ewle ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berê didin herêmê. Yek ji wan kesan jî Kaptan Hemadî El-Ewad, ku tevî malbata xwe li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê dimîne.

Kaptan Hemad Xelûf El-Ewad piştî ku ji Tîma Hetîn vegeriya di akademiya El-Fitûwê ya werzîşê ya bajarê Dêrazorê de çend salan perwerde da.

El-Ewad ji ajansa me re diyar kir ku wî wek perwerdekarekî di Tîma El-Fitûwê de kar kiriye. El- Ewad got: “Lîstikvanên navdar ên Sûriyê Omer El-Sûma û Ûdeyî El-Cefal perwerde kiriye ku niha di tîmên herêmên kendava Erebî de dileyîzin.”              

El-Ewad diyar kir ku gelek lîstikvan ji akademiyên wan derketin û gihaştin turnuveya Ewropa, Almaya û Tirkiyê, ew ji akademiya El-Fitûwê ya werzîşê li ser destê wî derketin.

Her wiha El-Ewad destnîşan kir ku piştî koçberiya wan, berê xwe dan navçeya Şedadê û di hola werzîşê ya li ser daxwaza berpisên sporê li herêmê de xebitî û wiha got: "Li ser daxwaza berpirsan, min erka perwerdekirinê û avakirina tîma fotbolê ku li ser asta Bakurê Sûriyê bilîzin, girt."

El-Ewad da zanîn ku gelek behreyên di aliyê fotbolê de li navçeyê hene û wiha got: "Divê bi awayekî rast behreyên wan bên bikaranîn, mîna kesên beriya wan gihaştin astên jor."

El-Ewad di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Pêwîstiya me ji Rêveberiya Xweser û berpirsyariya sporê dikin, heye ku alîkariya madî û menewî bikin. Da ku em behreyên ciwanan bigihînin jor û beşdarî astên herêmî û derve bibin."

(jo/bm)

ANHA 


Mijarên Din