Karê hevbeş rêjeya şewatan li herêma Cizîrê kêm kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kêmkirina şewatên berhemên çandiniyê yên li herêmê de ji sedî 50 bûn alîkar û bi aliyên têkildar re mudaxeleyê li şewatan dikin.

Bi destpêkirina mewsima çandiniyê re bi sedan hektarên ji zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitîn, bi taybet herêmên başûrê herêma Cizîrê. Aliyên peywendîdar diyar dikin ku şewat bi armanca derbeyê li aboriya herêmê bixin, pêk tên.

Aliyên peywendîdar mîna Şaredariyên Gel, komîteyên destwerdana destpêkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vemirandina şewatên zirar da mal û milkên bi sedan cotkaran de bûn alîkar. Ji bo derbaskirina dubarekirina van bûyeran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemû bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gera xwe zêdetir kiriye. 

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tirbespiyê Hogir Erfat ji ANHA`yê re da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe li hemû rêyên navçeyê zêde kirine, ev dewriye çavdêriya bendên kontrolê û rêyên giştî dikin da ku bûyerên şewatê li herêmê çênebin.

Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kêmkirina agirê ku li herêmê çêdibû de ku di rojên dawîn de kêm bû, ji sedî 50 bû alîkar.

Hogir Erefat bang li welatiyan kir ku ji hêzên xwe re bibin alîkar û dema ku bûyer pêk hatin, an jî kesên ku van bûyeran dikin, wan agahdar bikin û teqez kir ku ew amade ne hemû alîkariyan di rewşên awarte de pêşkêş bikin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê  roleke mezin di vemirandina şewatên ku di rojên berê de pêk dihatin, list. Hêzê berê xwe dida cihê bûyerê û agahî dida Şaredariya Gel û tîmên agirkujiyê da ku beşdarî vemirandina şewatê bibin.

ANHA


Mijarên Din