Karê komîteyên komkirina alîkariyên madî bi dawî dibe

Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku karê komîteyên têkildarî komkirina alîkariyên madî ji bo dabînkirina kesên ku zirar ji ber şewatan dîtine dê di dawiya Tebaxê de bi dawî bikin.  Her wiha destnîşan kir ku ji bo vê mijarê bi hindek aliyan re ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser re têghiştine.

Mewsima zivistanê ya genim û ceh a îsal ji ber şewatên ku rû dane gelek zirar dîtin. Li gorî komîteyan 435 hezar û 500 donim zevî şewitîne, jê 343 hezar donim li Cizîrê, 57 hezar û 600 donim li Firatê, 7 hezar donim li Reqayê, 700 donim li Minbicê, 21 hezar û 137 donim li Tebqayê û 6 hezar û 160 donim li Dêrazorê.

Li gorî wan serjimariyan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4`ê Tîrmehê de biraya dabîkirina kesên ku ji ber şewatan zirar dîtine bi rêya komkirina alîkariyên madî û teşwîqkirina rêxistinan da.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi hevkarî û koordîneya yekîtiyên cotkaran û komeleyên çandiniyê hewl dide alîkariyên madî kom bike.

Girêdayî makenîzmeya dabînkirina kesên ku ji ber şewatan zirar dîtine, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barudo diyar kir ku bi awayekî destpêkê li ser dabîkirina lêçûna destpêkê ya mewsima çandiniyê(tov û ajotin) hatiye lihevkirin.

Têkildarî dema ku dê pereyan li ser cotkarên ku zirar dîtine bên belavkirin, Barudo destnîşan kir ku Komîteyên ku ji bo komkirina alîkariyên madî hatine erkdarkirin dê di dawiya vê mehê de xebatên xwe bi dawî bike. Her wiha destnîşan kir ku ew ê li benda hindek aliyên desteker ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bin û piştre dê dest bi belavkirinê bikin. Barudo diyar kir ku ew alî dema bidawîkirina komkirina alîkariyên madî diyar nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber şewatên ku li herêmê çêbûne zirarên madî û mirovî çêbûn û ji aliyê komîteyan ve hatin serjimarkirin. Hejmara kesên ku di vemirandina şewatan de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 14 kesan di nav de 9 sivîl û 5 leşker.

Ji ber şewatan 56 hezar û 240 dar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 44 ton genim di turikan de, 9 patoz, 2 direktor şewitîn û 42 serî pez mirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din