Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze ji Xakurkê heta Efrînê herêmeke tampon çêke

Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got “Eger herêmeke tampon ava bikin, jixwe wê piraniya Rojava dagir bikin û herêmên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê jî dagir bikin. Eşkere ye ku wê piştre jî bixwazin tevahiya Başûrê Kurdistanê kontrol bikin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Bi wesîleya 24'emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê pêk anî, Karayilan Zîlan bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka tevgera me, dibîne ku ji derketina Rêber Apo û vir ve li ser ruhê fedayî ye. Hevalê Mazlûm Dogan ev rastî li zindana Amedê bi gotina 'Berxwedan jiyan e' xiste pratîkê. Hevrê Zîlan jî bi çalakiya xwe bû şopdarê vî ruhî û ev yek veguherand rêbazekê. Li ser bingeha vê têkoşînê Hêzên Taybet hate avakirin û rêbaza fedayî hate afirandin. Lewma ev çalakî gaveke dîrokî û girîng e. Çalakiya hevala Sema Yuce, hevala Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û pêngavên piştî wan di çarçoveya ruhê fedayî de pêk hatin."

Karayilan her wiha bi bîr xist, ku salvegera yekemîn a şehadeta şoreşgerê hêja Helmet (Diyar Xerîb) e û got, "Di şexsê hevrê Helmet de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikim. Hevrê Helmet di nava têkoşîna me de bi rola pêşengiyê radibû. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bû. Her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê bû. Bêguman şehadeta hevalê Helmet ji bo me windahiyeke giran bû. Ciwanên Kurdistanê, ji bo tola şehîd Helmetan hilînin û hesab bipirsin fedakariyên mezin kirin; di têkoşîna tolhildanê de gavên girîng avêtin. Li ser vê bingehê pêvajoya hesabpirsînê dewam dike."

Karayilan bi bîr xist ku salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 berxwedêrên pê re ye û di salvegera 95'an de di şexsê Şêx Seîd de şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî. Karayilan destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de tola wan hiltîne.

'ÊRIŞA 15'Ê HEZÎRANÊ BÊ ENCAM MAYE'

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser êrişa hewayî ya ku 15'ê Hezîranê li Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got, "Dijmin ti encam bi dest nexist. Me ti şehîd nedane. Destpêkê me ji Şengalê agahî wernegirtibû, lê belê me niha agahî wergirtine. Weke ku di çapemeniyê de jî hate ragihandin, sê şervanên YBŞ'ê birîndar bûn; ji bilî vê windahiyeke wan nîne. Li deverên din ji xwe nîne. Yanî êrişa dijmin a 15'ê Hezîranê bi temamî pûç bûye. Bêencam maye."

Karayilan bi dewamî êrişa berfireh a li ser Heftanînê nirxand û got, "Di nava 14 rojên bihurî de li Heftanînê destaneke lehengiyê hate nivîsandin. Di serî de berxwedana Egîd, Mazlûm, Amara û Memyanan, ev berxwedan bêhtir bi wate bû û kûr bû."

Karayilan destnîşan kir ku li Heftanînê şer dewam dike û got, "Dijmin hin dever bi dest xist. Dikare bigire, lê belê gerîla jî di nav wan de ne. Ji xwe me ev yek berê jî ragihandibûn: Dijmin ku deverê digire bila bigire wê berdêleke giran bide. Yanî wê gelek kuştiyan bide û piştre xwe bigihîne wê derê. Eger li wir bimîne wê her tim berdêlan bide, wê kuştiyan bide. Gerîlayên Kurdistanê bi rêbazên xwe yên xweser nahêle ku dijmin li ser xaka Kurdistanê bi hêsanî bimîne, wê nehêle. Wê ti carî destûrê nedin ku xaka Kurdistanê bi hêsanî dagir bikin. Di vê çarçoveyê de berxwedana gerîla ya li Heftanînê dewam dike."

'DIJMIN DIXWAZE HERÊMA TAMPON AVA BIKE Û PIŞTRE BAŞÛR DAGIR BIKE'

Têkildarî armanca dewleta Tirk a ji êrişa dagirkeriyê, Karayilan ev tespît kir: Bêguman armanca dijmin dagirkirina tevahiya sînorên 'Mîsakî-Mîllî' ye. Lê belê armanca xwe ya destpêkê avakirina herêma tampon e. Armanc ji vê herêma tampon jî ne tenê ji Xakurkê heta Heftanînê ye. Di heman demê de li dijî Rojava jî heman tişt xistine rojevê. Yanî dixwazin ji Xakurkê heta Efrînê herêmeke tampon ava bikin. Eger herêmeke bi vî rengî ya tampon ava bikin, ji xwe wê piraniya Rojava dagir bikin û herêmên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Eşkere ye ku wê piştre jî bixwazin tevahiya Başûrê Kurdistanê kontrol bikin. Yanî armanca xwe ev e û di çarçoveya vê planê de êriş dikin. Ji bo vê jî rîsk danîne pêşiya xwe. Gelek kuştiyan didin, lê belê van ranagihînin. Her carê yekî radigihînin. Mesela dibêjin 'Tegmenek hate kuştin'. Baş e ew tegmen çawa hate kuştin! Tegmen fermandarê hêzekê ye; yanî gelo ew li rêzên herî pêş bû ku mir! Xuya ye hêza wî bi temamî tasfiye bûye û piştre fermandarê wê tasfiye bûye, miriye. Yanî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye."

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker van êrişên xwe bi piştgiriya hêzên derve dike û got, "Em dixwazin ku her kes rastiya mêtingeriyê ya Tirk bibîne. Gelê Kurd, siyasetmedarên Kurdistanî, gelê Ereb û dewletên Ereb divê vê bibînin. Siyaseta dagirkeriyê ya nû ya rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst metirsiyeke mezin e, lê belê em gerîlayên PKK'ê, li dijî vê metirsiyê em ê bi navê gelê Kurdistanê û gelên herêmê hemûyan li ber xwe bidin, şer bikin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK'ê û dewleta Tirk a faşîst de ye. Şaş e ku bi vî rengî bê pênasekirin. Ev şer şerê navbera gelê Kurd û xeta dagirker-şovenîst a Tirk de ye, di heman demê de şerê gelên herêmê ya li dijî vê xetê ye. Li ser vê bingehê em ê berxwedana xwe bidomînin."

'ÊRIŞÊN LI SER SILÊMANIÎ, ŞENGAL Û KOBANÊ JI RÊZÊ NÎN IN'

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan şehîdên Kobanê, Şêladizê û Şarbajar jî bi bîr anî û got, "Ew şehîdên doza me ya pîroz in, şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne. Xwîna wan wê li erdê nemîne, tola wan wê teqez bê hilanîn.

Bêguman mêtingeriya Tirk van êrişan li ser bingeha konseptekê dimeşîne. Yanî dewleta Tirk ji Silêmaniyeyê heta Şengal û Kobanê êrişên xwe bêwate nake. Ev êriş plankirî ne; ji rêzê nînin. Armanca xwe ya destpêkê tirsandina civaka Kurd û teslîmgirtina civakê ye. Bi vî rengî dixwaze li ser sê parçeyên Kurdistanê serdest be. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê dixwaze bêje ku li ser Başûr û Rojava jî serdest e. Yanî armanca xwe ya giştî wiha ye.

Bi rêya van êrişan her wiha dixwazin gelê herêmê bitirsîne û bide koçberkirin. Mesela bi zanebûn êrişê dibin ser Derkar û gundê li derdorê. Bi çavtirsandina gel dixwaze van gundan bidin valakirin. Bi vî rengî dixwazin karê xwe hêsan bikin û kî li herêmê tevbigere yekser lê bide."

Karayilan anî ziman ku mijareke din a girîng ew e ku bi rêbazên bi vî rengî dixwazin nakokiyê bixin nava siyaseta Kurdistanê, wan li ber hev rakin û bi vî rengî provokasyonan bikin. Karayilan got, "Mesela li herêmên di kontrola YNK'ê de ne êrişan dikin û bi vî rengî dixwazin nakokiyan biafirînin. Bi taybetî me yanî PKK'ê dike hincet û vê dikin. Ji xwe em niha li Şarbajar û deverên mîna wê nînin, lê tu dibîne ku PJAK'ê dike hedef. Yanî hêzên Rojhilat xistine lîsteya xwe. Bi vî rengî dixwazin di navbera hêzên Kurdistanî de nakokiyan biafirînin. Di navbera PKK-YNK-PKK-PDK'ê de tevlîheviyê derxînin. Konsept ev e. Dixwazin şerê navbera Kurdan derxînin.

Em vê dibêjin: Dewleta Tirk wê vê armanca xwe bi ser nexîne. Divê her kes vê konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û kes nekeve vê xefikê. Em ji aliyê xwe ve dibêjin; em ê nekevin vê xefika mêtingeriya Tirk. Divê kes nekeve vê xefikê û van planên dijmin em teqez pûç bikin. Di vê mijarê de daxuyaniyên ku hêviyê dide mirovan tên dayin. Mînak; siyasetmedara hêja Birêz Şanaz Îbrahîm daxuyaniyek da. Watedar e. Eger hêzên Kurdistanî hemû di vê çarçoveyê de tevbigerin, em ê karibin êrişên li ser Kurdistanê hemûyan têk bibin. Yanî pêwîstiya gel bi wê yekê heye ku li dijî êrişên dijmin bibe yek û piştgiriya hev bike. Eger ev bê kirin wê êrişên dijmin bên têkbirin.

Em ne di dema beriya 50-100 salî de ne. Em gihîştine astekê. Pirsgirêka me ya di vê mijarê de ew e ku em ji hev belav in. Eger siyaseteke yekbûyî, stratejiyeke neteweyî ya yekbûyî bê nîşandan, dewletên li derdorê wê mîna berê nikaribin bêjin, 'em biçin, lê din, parçe bikin, ji hev belav bikin, dîl bigirin'."

'HELWESTA GELÊ ME YÊ BAŞÛR HÊJA YE'

Fermandarê NPG'ê destnîşan kir ku helwesta gel a li dijî êrişên dagirkeriyê bi giştî erênî ye û got, "Bi taybetî gelê me yê li Silêmaniyeyê û Germiyanê helwesteke neteweyî û berxwedêr nîşan dide. Her wiha Şêladizê bi tena serê xwe sekneke bi wêrekî û lehengî nîşan dide. Di şexsê gelê me yê Silêmaniye, Germiyan û Şêladizê de gelê me yê Başûr hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Careke din şehîdên Şêladizê bi bîr tînim. Sekna gelê me yê Şêladizê ji bo her welatparêzî cihê serbilindiyê ye. Şêladizê taca serê herêma Behdînanê ye û sembola welatparêziyê ye. Em gelê xwe yê Şêladizê silav dikin. Sekna wan a welatparêziyê gelekî hêja ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Behdînanê û tevahiya Başûrê Kurdistanê xwedî vî ruhî ye. Pirsgirêk di nava siyasetmedaran de ye û gelê Kurd di vê mijarê de derketiye pêşiya siyasetmedaran. Divê ev rastî bê gotin."

Karayilan bi bîr xist ku li Başûrê Kurdistanê derdora 20 partî hene, kes ji wan dernakeve û nabêje 'mirovên me yên sivîl tên kuştin" yan jî "Dewleta Tirk dixwaze welatê me dagir bike" û got, "Divê siyasetmedar jî metirsiya li ser Kurdistanê bibînin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK'ê û artêşa Tirk e. Ev şer şerekî stratejîk û berfireh e. Divê ev yek bê dîtin."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ WEZÎFEYA HER KESÎ YE'

Karayilan di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan nirxand û got, "Tecrîda li Îmraliyê li Tirkiyeyê weke faşîzmê, li Kurdistanê jî weke kiryarên faşîzmê û qirkirinê dikeve dewrê. Yanî di bingeha siyaseta tecrîdê de ya li Îmraliyê faşîzm û qirkirin heye. Ji ber vê yekê heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê bidawîkirin siyaseta qirkirin û faşîzmê ya li Tirkiyeyê jî bi dawî nabe. Em têkoşîna li dijî siyaseta tecrîdê weke wezîfeyekê dibînin û di heman demê de wezîfeya her kesên alîgirê demokrasî, aramî û edaletê yên li Tirkiyeyê ne."


Mijarên Din