Karayilan: Ev şer, wê paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê diyar bike

Mûrat Karayilan diyar kir ku di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ew di pêvajoyeke gelekî girîng de ne û destnîşan kir, "Li Kurdistanê şerekî dîrokî diqewime. Ev şer wê paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê diyar bike."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû.

Mûrat Karayilan di destpêka axaftina xwe de salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, gelên herêmê, hevrêyên hemûyan û xebatkaran pîroz kir û got, "Di sala 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de serketinê ji her kesî re dixwazim. Di dîroka gelê Kurd û têkoşîna hebûnê de Pêngava 15'ê Tebaxê xwedî cihekî girîng e. 15'ê Tebaxê destpêkeke nû ye. Pêngaveke dîrokî ya hebûna gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ye. Yên ku ev pêngav bi vî rengî bi wate kirin û xwedî keda herî mezin in Rêber Apo û şehîdên me yên leheng in. Bi vê wesîleyê bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Vejînê li Rêber Apo pîroz dikim, em dilsoziya xwe carene din diyar dikin û silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hemûyan di şexsê fermandarê hêja hevrê Agît (Mahsûm Korkmaz) de bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me dane wan dubare dikin; çeka wan wê li erdê nemîne, têkoşîna wan wê bi ser bikeve.

Di heman demê de salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahîr e. Di şexsê wan de şehîdên me yên dema dawî bi rêzdarî bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikin."

Mûrat Karayilan diyar kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kuridstanê li ser xeteke ku hewl didin ruhê 15'ê Tebaxê temsîl bikin têdikoşin û destnîşan kir, ku li Heftanînê îro şerek diqewime ku bala her kesî dikişîne û encamên girîng afirandiye.

'DIJMIN GIRANIYA XWE DANIYE SER HEFTANÎNÊ'

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya giraniya xwe daniye ser Heftanînê û got, "Serketina gerîla li nava gel û çapemeniyê belav dibe; dijmin jî vê dibîne. Ji ber vê yekê giraniya teknîka xwe, îstîxbarata xwe, hêza xwe bi temamî daniye ser wê derê. Bi rêya vê yekê dixwazin encamê werbigirin, gerîla ji wir derxînin, lê belê nikarin bikin. Mînaka Pîrbûlayê; xwestin bikevin nava Pîrbûlayê lê vê carê nekarî jê derkevin. Bêguman ez vê yekê ne ji bo wê dibêjim; ku hêza gerîla zêde binepixîim û dijmin lawaz nîşan bidim. Lê belê rastiya şer ev e û şerê ku 8'ê Tebaxê qewimî ev rastî hîn bêhtir nîşan da. Eger rê û rêbaza demê rast bên bikaranîn, li dijî teknolojiya serdemê eger îradeya mirovan baş bê nirxandin, hingî li dijî dijmin şer dikare bê kirin û serketin bê bidestxistin. Ev yek careke din hatiye dîtin.

EM LI BENDÊ NE KU ŞERÊ LI HEFTANÎNÊ GERMTIR BIBE

Bêguman dijmin jî dixwaze hin tiştên dijber bike. Îro li xeta Pîrbûlayê bombardûmaneke giran hate kirin. Ji ber ku li wir windahiyên giran dan, Hûlûsî Akar tevî çend generalan û fermandarên payebilind çû wê derê. Xwestin ku moralê bidin hêzên xwe yên li wir. Dibe ku planên xwe jî biguherînin. Pêkane ku êrişên xwe yên bi teknîkê zêdetir bikin. Dibe ku 'hêzên xwe yên bijarte' hîn bêhtir bixin dewrê. Bi kurtasî em li bendê ne ku şerê li Heftanînê hîn bêhtir germ bibe.

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdemê ne û wiha dewam kir: "Bêguman wê encamên vê têkoşînê çêbibin, lê belê ji bo vê gavê nikarim bêjim ku hevalên li Heftanînê bi temamî bêkêmasî ne. Na. Heval heta astekê xeta gerîlatiya serdemê bi cih tînin. Kêmasî jî hene û niha li ser wan kêmasiyan radiwestin. Em di wê baweriyê de ne ku eger heval wan kêmasiyan ji holê rakin, wê kes nikaribe li pêşiya gerîla bisekine. Ev rastî wiha ye. Yanî bikaranîna herêmê bi rengekî xurt, rêbazeke rast a liv û tevgerê û afirînerî wê bike ku gerîla qet têk neçe û serketinê biafirîne."

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser rewşa leşkerên Tirk ên hatine herêmê û got, "Çawa ku berê ketin Sendroma Nisêbînê, niha jî ji bo dijmin Sendroma Heftanînê dest pê kiriye. Hinek tiliya xwe, hinek jî milê xwe dişikîne. Yanî bi tirs û fikar in. Fermandarên wan timî ji wan re dibêjin, 'Em ê vî karî îro yan jî sibe temam bikin'. Bû du meh, her roj şer diqewime û her roj tên kuştin. Her wiha nikarin bersivê bidin pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê yên leşker û kontrayên hatine şer. Ev rewş jî wiha ye: Ew li ser serê gir in, lê li wê derê çavkaniyên avê nînin. Av li jêr e, ew jî nikarin xwe berdin jêr û avê bibin. Ji ber wê yekê avê bi helîkopteran ji Bakur tînin. Ji ber ku gerîla car carna derbê li helîkopteran dixin, helîkopter jî nikarin timî biçe û bê. Mînak, rîskê dide pêş çavên xwe û mîna ku diçe çalakiyekê, diçe û tê. Mînak; di şerê ku min niha qalê kir de derb li 2 helîkopterên kobra hate xistin. Bêguman heta niha derb li gelek helîkopteran hatine xistin, lê belê helîkopterên ku derbê dixwin yekser datînin xwarê û bi vî rengî pêşî li ketinê digirin. Ji ber tedbîran dibe ku pêşî li ketina helîkopteran digirin, lê belê derbê dixwin û di nav de hin tên kuştin. Bi kurtasî ji ber ku nikarin bi helîkopteran timî avê bînin, rojê 1.5 lître avê dide yekî. Bêguman ji ber ku hewa germ e ev av têrê nake. Her wiha xwarin têra wan nake. Niha li gelek deveran pirsgirêkên bi vî rengî rû dane. Yanî her roj ji bo operasyonê fermaê didin wan, lê belê ji ber ku gerîla derbên giran li wan dixin, nikarin li herêmê serdest bibin û avê bi dest bixin. Di rewşa heyî de di nava krîzê de ne. Hinekan îstifa kirine. Her wiha tê gotin ku di nava leşker û cerdevanan de jî nakokî rû dane."

'DIVÊ JI HER ÊRIŞÊ RE AMADE BIN'

Mûrat Karayilan anî ziman ku li pêşberî van agahiyan divê kes bi xemsarî tevnegere, dijmin bi çûk neyê dîtin û bi bîr xist ku ew di şer de ne.

Mûrat Karayilan got, "Dijmin perîşan bûye. Xitimiye. Vaye Hûlûsî Akar hat. Herhal dixwaze hêza xwe biguherîne. Xwestiye bi xwe bibîne. Hat û dît. Dibe ku hin guhertinan bikin. Lê belê gerîla jî wê li gorî vê yekê hin amadekariyan bikin. Pêwîste gerîla li hemberî her şêwe êrişên dijmin amade bin. Ji ber vê yekê em di çarçoveya cidiyeteke mezin de nêzîk dibin. Bi vî rengî em dixwazin encamê werbigirin. Em ne ji bo demeke kurt nêzîk dibin, nêzîkatiya me ji bo dema dirêj e. Ne tenê bi taktîkî dibînin, em bi rengê stratejîk dinirxînin. Eger nêzîkatî bi vî rengî were nîşandan, em ê encamê werbigirin, di şer de bi ser bikevin."

Mûrat Karayilan bal kişand ser bikaranîna cerdevanan a di vê êrişê de û got, "Gotineke pêşiyên me heye. Dibêjin, 'Eger kurmê darê ne ji darê be ew dar hilnaweşe'. Xuya ye yek ji hêzên ku baş bi vê gotina pêşiyan zane, dewleta Tirk e. Di dîroka me de jî rewş timî bi vî rengî bû; raperîn û serhildanên Kurdan hemûyan bi destê Kurdan têk çûn. Yanî Kurd hatin bikaranîn. Li Kurdistanê her tim xeteke berxwedanê hebûye, lê di heman demê de xeta teslîmiyet û xiyanetê jî hebû. Mixabin eger gelê Kurd heta niha dîlgirtî mabe, sedema bingehîn a vê yekê ev e. Lewma dijmin niha jî Kurdan bi kar tîne. Ji wan re cerdevan dibêjin. Bêguman ne hemû cerdevan; ji nava cerdevanan jî dineqînin, yên ku xwe firotine, bûne kontra, yanî ji bo pereyan dikare li dijî gel û paşerojê şer bikin, derdixînin pêşiya gerîla. Em dibihîzin; li Heftanînê dema ku wê tevbigerin, wan didin pêş. Gelo wê Kurd her tim mîna dedektorekê bidin pêşiya leşkerên Tirk? Ji ber ku van Kurdan mîna dedektora mayinan didin pêş xwe. Bêguman ev yek birîna Kurdan e. Ne tenê li Bakur, dixwazin vê yekê li Başûr jî bi rêxistin bikin. Di bin navê 'gundê xwe biparêzin, hûn ê pereyan qezenç bikin' vê yekê dikin. Wê pereyan ji ku bînin? Tirk wê pereyan bidin. Yanî siyaseta rakirina Kurdan a li ber Kurdan dimeşînin.

'DIVÊ KURD BI DESTÊ KURDAN NEYÊ KUŞTIN'

Divê em vê yekê bibînin: Em di sedsala 21'ê de ne. Êdî bes e! Heta kengî wê bi vî rengî dewam bike. Divê Kurd bi destê Kurdan neyê kuştin. Em naxwazin li ti deverê berê çeka xwe bidin Kurdekî. Em naxwazin li dijî cerdevanan şer bikin, lê belê divê cerdevan jî bi ser gerîla ve neyên. Em bêjin li dora gundê xwe nobedê digirin, lê çi karê wan li Heftanînê heye? Dijmin ji bo çi hatiye Heftanînê? Ji bo koka Kurdan biqelihîne. Di çapemeniyê de jî hate weşandin, her wiha di çapemeniya Başûr de jî hate weşandin; eger Heftanîn bi dest xistibûna dor wê bihata Metînayê. Li gorî wan, Heftanîn wê di nava sê rojan de biqediya û piştre berê xwe dabûna Metîna, dûre bihatina deverên cuda û herêmeke tampon ava kiribûna. Me beriya niha jî gotibûn ku ew dixwazin li Başûr herêmeke tampon ava bikin û dagir bikin. Lê niha li Heftanînê asê mane.

Ev yek berxwedaneke neteweyî ye. Ji bo Kurdan hemûyan e. Beriya her tiştî ji bo Başûrê Kurdistanê ye. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bibîne. Saziyên Başûrî, mesela eger parlament dixwaze projeyan biafirîne û biryaran werbigire, divê destpêkê vê rastiyê bibînin. Îro li wir berjewendiyên gelê Kurd tên parastin. Li dijî vê mêtingeriya hov ku dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîllî, em bi rêbazeke fedayî li ber xwe didin. Bendewariya me ew e ku gelê me tevlî vê têkoşînê bibe. Divê pêşmerge jî tevlî bibin. Em dixwazin pêşmergeyan li kêleka xwe bibînin. Divê ciwan bên û tevlî bibin. Eger nikarin bên qet nebe ji bo têkneçûna vê berxwedanê divê piştgiriyê bidin. Li pêşberî van fedayiyên ku li dijî ewqas teknolojiyê li ber xwe didin, beriya her tiştî wijdan divê. Ji aliyekî ve ewqas top, tank û balafir di destê vê dewleta hov de ne, li aliyê din jî di destê me de tenê çeka me heye. Em bi vî rengî şer dikin. Divê zanibin ku ev şer ji bo gelê Kurd e, ne tenê ji bo gelê Kurd e di heman demê de ji bo gelên herêmê ye.

'BI NAVÊ GELÊN HERÊMÊ YE'

Eger em vî dijminî li vir têk nebin, wê êrişê bibin ser Ereban jî, bibin ser gelên din ên herêmê. Bi kurtasî ev şer şerekî welê ye ku li dijî dijminê hov û faşîst bi navê gelên herêmê tê meşandin. Ev şer şerê îradebûna gelê Kurd û gelan e. Divê em vê yekê bibînin. Pêwîste kes dijberiyê li vê yekê neke."

Mûrat Karayilan careke din hişyarî da û got, "Em banga ku hevalên me beriya niha kir dubare dikin: Çi ji Bakur be, çi ji Başûr be, divê kes bi plan û xefikên mêtingeriya Tirk nexapin, ji bo pereyan kes xiyanetê li gelê xwe neke û ranehêje çeka dijmin. Divê kes li dijî vî gerîlayê ku şerekî pîroz dimeşîne nesekine. Ji ber vê yekê jî em bang li cerdevanên Bakur hemûyan dikin ku tevlî vê operasyonê nebin. Bêguman divê tevlî ti operasyonê nebin, lê belê divê qet û qet tevlî operasyonên li Başûr û Rojava nebin. Ev yek xiyanet e; bi vî rengî nabe. Eger tevlî bibin, weke ku hevaleke me ya jin a li Heftanînê got, 'Kê derkeve pêşiya gerîla em ê lê bidin'. Bêguman wê lê bidin. Em di wê baweriyê de ne ku cerdevan û kesên xwedî gotin wê li ber siyaseta dewleta Tirk a ku Kurdan bi destê Kurdan dikuje rabin û vê siyaseta hovane ya dijmin pûç bikin. Heman tiştî ji bo Başûr jî dibêjim. Divê her kes zanibe, ev şer şerê parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê ye. Dijmin em xistine rêzê; her carê êrişî deverekê dike û dixwaze bi vî rengî bê. Lê belê em ê vî dijminî têk bibin. Ew ê li xaka Başûr têk biçin. Biryardariya gerîla ya di vê mijarê de li Heftanînê eşkere bû."

'RAPORA CPT DESTÊ GEL XURT KIR'

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de rapora vê dawiyê ya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser tecrîda li Îmraliyê nirxand.

Mûrat Karayilan diyar kir ku bi tirs û fikar jî be di raporê de li hin rastiyan mikur hatiye, tiştên hatine tespîtkirin girîng inû got, "Tiştên ku CPT got, bi salan e em tînin ziman. Çi ye? Li Îmraliyê tecrîd heye û ev tecrîd êşkence ye. Li wir bêhiqûqî heye, bêedaletî heye, bêexlaqî heye. Tiştên li wir diqewimin cihê xwe li nava qanûnên Tirkiyeyê û ti welatî nîne. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî hin mafên girtiyan hene. Mafê xwe heye ku hevdîtinê bi malbatê û parêzeran bike, mafê xwe heye ku bi telefonê biaxive, lê belê kîjan ji van îro li Îmraliyê tê bicihanîn? Tevî vê yekê saziyên gerdûnî tecrîdê weke êşkenceyê destnîşan dikin. Ev yek êşkenceya psîkolojîk e.

Bi kurtasî li Îmraliyê niha êşkence heye û CPT dawiya dawî ev yek tespît kir. Berê jî hin tiştên mîna vê gotibûn, lê belê naşopînin. Giraniya xwe nadin ser. Ya rast divê dewletan jî bişopîne. Dewletên tevlî komploya navneteweyî bûn hemû niha ji rewşa li wir berpirsyar in. Em ji wan dixwazin ku xwedî li berpirsyariya xwe ya mirovî derkevin. Li wir tiştên li derveyî mirovahiyê tên kirin; li wir mirovahî tê binpêkirin, hiqûq tê binpêkirin. Li gorî vê tespîta CPT jî divê bi taybetî li ser vê xusûsê rawestin. Bêguman ji bo vê jî têkoşîn divê."

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku vê daxuyaniyê destê gelê welatparêz ê li welêt û derveyî welat xurt kiriye û got, "Divê hîn bi xurtî têkoşîn bê meşandin. Divê em hemû li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê têkoşînê xurtir bikin."

Mûrat Karayilan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ew di pêvajoyeke gelekî girîng de ne û destnîşan kir, "Li Kurdistanê şerekî dîrokî diqewime. Ev şer wê paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê diyar bike. Ev şer şerekî dîrokî ye. Ji bo gelê Kurd, gelê Tirk û gelên herêmê ji nava lepên faşîzma AKP-MHP'ê bên rizgarkirin, têkoşîna me wê mezintir bibe. Divê her kes bi vê zanibe. Li ser vê bingehê em bang li welatparêzan û demokratan dikin ku di sala 37'an de hîn bêntir tevlî vê têkoşînê bibin û piştgiriyê bidin.

Banga me li ciwanên Kurdistanê jî ew e; Ji bo sala 37'an bibe sala mezinkirina berxwedanê, ji bo ev meş bibe meşa azadiyê ya gelê Kurd û Rêber Apo, divê tevlî bibin. Divê tevlî nava refên gerîla bibin, tevlî nava têkoşînê bibin. Derfet hene ku vê salê bikin sala têkoşîneke mezin. Dijmin di nava krîzekê de ye, bingeha meşandina têkoşînê niha ji her demê bêhtir guncav e. Bi xurtkirina têkoşînê em dikarin bi ser bikevin. Bi vê bîr û baweriyê ez Cejna Vejînê li gelê me careke din pîroz dikim û di sala 37'an a têkoşînê de serketinê ji her kesî re dixwazim."


Mijarên Din