Karayilan: Zînî Wertê meseleyeke neteweyî ye

Murat Karayilan destnîşan kir ku aloziya li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê ne tenê meseleyeke PKK û PDK'ê ye û got "Eger planeke PDK'ê tune be divê ji bo ku venekişe ew qas israr neke."

Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ji Stêrk TV’yê de qala bûyera li Zînî Wertê û çalakiyên gerîla û gelek mijarên girêdayî wan kir.

Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Birêz Karayilan PDK’ê hinek hêzên xwe li Zînî Wertê bi cih kir. Ev yek di nava raya giştî ya Kurdî û gelê Kurd de bû cihê nerazîbûnan. Li ser vê mijarê nêrînên we çi ne?

Ev dema em têde ne, ne demekê ji rêzê ye, demekî girîng e. Ji bo wê her bûyerê divê mirov di çarçoveyê demê girîng de bigire dest û binirxîne. Niha weke tê zanîn ku ew 9 sal in di herêm me de şerek heye û her kes jî dizane ku di dawiya vî şerî de herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Niha hemû hêz dixwazin pozîsyonê xwe li herêmê xurt bikin. ango hêzên navdewletî û hêzên herêmî jî, her kes ketî nava hewldana bê ka çawa di parvekirina herêmê de cihekî hê xurt bigire, berjevendiyê xwe hîn berfireh karibe biparêzê. Hemû dewlet û hemû hêz niha di wê hewldanê de ne û em weke gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm in û li herêma Rojhilata Navîn û Mezopotamya xwecihî ne, lê weke tê zanîn beriya niha bi 100 salî di peymanên hatinî çêkirin de cih nedane me. Yanî em weke netewe nehatin hesibandin û weke em di nufusê de tomarkirî nînin. Mafê Kurda nîne ku çarenûsa xwe diyar bike, dewlet çêbike, ti rewşekî wisa li holê nîne. Li gorî ku wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin vê çaxê divê em jî hewl bidin ku di herêmê de cih bigirin, civaka me jî hebe, statûyeke me jî hebe. Em ne bê statû bin. Ji bo wê hewceyî heye ku em weke Kurd yekgirtî bin. Herî kêm li ser esasê stratejiyekî netewî û hevbeş bibin yek. Yanî em cuda cuda partî ne, çar perçê Kurdistanê hene û li her perçeyeka wê jî çend partî hene; her kes dikare fikra xwe bimeşîne lê divê stratejiyekî ya me ya hevbeş hebe. Ji ber ku eger nebe wê carekî din me bê cih û bê war bikin.

Egere di dîzaynkirina nû de carekî din cih nedin ji bo gelê Kurd, vê carê wê siyaseta qirkirinê ya nû li ser gelê Kurd vê berdewam bike û biçe serî. Lewma ji bo pêşeroja gelê me bi rastî jî em niha di serdemekî girîng de dijîn û em temaşe dikin ku dewletên hawîrdora me yên dagirkerên Kurdistanê hemû jî naxwazin ku cihekî Kurdan hebe. Hemû dijberin ku cihekê Kurdan hebe. Bi taybetî dewleta Tirk siyaseta ku niha pejirandî û dimeşîne ji bo pêşeroja gelê Kurd xeterek e. Xeterekî mezin e. Di esasê de siyaseta ku îro dagirkeriya Tirk dimeşîne ji bo gelê Ereb jî xeter e. Ji ber ku hişmendiya Osmaniya nû têde heye û dixwaze serweriya xwe li gelek deweran pêş bixe. Lê ji bo me Kurdan pir zêde xetere, çima? Ji ber ku ew hişmendiya ku dewleta Tirk li ser dimeşe, dixwaze li ser înkara Kurdan mezinbûna xwe ava bike. Wate hebûn û statûya Kurd ji bo xwe xeter dibîne. Yanî niha dewleta Tirk stratejiyekî wisa dimeşîne. Yanî di vir de PKK’ê xeter dibîne, PDK’ê nabîne, YNK’ê nabîne falan tiştekî wisa nîne. Ev navber û taktîk e, hurdegulî ne. Di stratejiyê de kurt divê cihê xwe tune be. Stratejiya wan wisa ye. Her wiha ew stratejiyekî xeyalî ango wê dema pêş bê pêkanîn nîne, ji niha ve ketine meriyetê û pêk tînin. Yanî di hewldanê wê de ne. Ji ber wê yanî xeter e; mînak 3-4 roj beriya niha berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser Rojava diaxivî, laobaliyan dike lê hevokê wiha esas girtiye ku dibêje; ‘ev dixwazin li wê derê ji bo Kurdtiyê cihekî çêbikin’. Em wê qet qebûl nakin. Yanî erê dibêje baskekî PKK û falan lê esas dibêjin ku dixwazin cihekê ji bo Kurdan çêbikin. Em wê qebûl nakin. Dibe ku Emerîka û Fransa destekê nede wan, wisa dibêje.

Yanî di wê mijarê de stratejiya dewleta Tirkiyê civaka Kurd, gelê Kurd hemûyan ji bo xwe xeter dibîne. Li hemberî wê heqîqetê ku dema mirov li siyaseta Kurd dinêre, ez dibînim bi taybetî siyaseta Başûrê Kurdistanê, ew hişmendiya dagirkeriya Tirkiyê rast naxwîne. Yanî şaş nêzîkbûnek heye. Ji bona wê jî di pêvajoyê de, mînak pêvajo, pêvajoyekî stratejîk e û divê mirov stratejîk nêzîk bibe, lê ji ber ku rast nayê xwendin hê jî dibînim ku li Başûrê Kurdistanê bi taybetî di şexsê siyaseta PDK’ê de piştre yê YNK’ê de tişta xuya dike çiye, hê jî taktîk siyaset di meriyetê de ye. Yanî bêguman taktîk pêwîste lê her kes stratejiyek dilîze. Her kes dixwaze xwe xurt bike û zemînê xwe fireh bike û stratejiyê difikire lê niha ev nêzîkbûnên siyasetê ya li Başûrê Kurdistanê, eger neyê guhertin ne tenê ji bo perçeyekî ji ber ku ji bo tevahiya Kurdan wê bi xwe re xetereyekê bîne. Ji ber ku divê mirov li hemberî wê tedbîr bigire, yanî niha mînak eger rêveberên rêzdar ên PDK’ê wisa bifikirin ku PKK hindekê lewaz bibe, heta YNK jî lewaz bibe wê cih ji min re vebe; eger wisa bifikirin wê pir şaş be, çima? Ji ber ku eger PKK ji navberê derbikeve wê ji xwe dor bê wê, wisa ye yanî. Niha di wê mijarê de em derwan nakin û em cihê rehetî wisa li ser tiştekî ne heqîqî şîrove jî nakin. Dema li stratejiya ev îtîfaqa dewleta Tirkiyê binêre, yanî li stratejiya AKP-MHP, partiya Vatan û Ergenkon binêrê û bixwînê wisa ye. Bi qasî ku em ango PKK di hedefê de ne, statûya Başûr jî di hedefê de ye. Tenê xistiye rêzê. Ji ber ku ew dixwazin mezin bibin û li herêmê bibin dewletekî emperyal, lewma dibêjin em ê Mîsaqê Millî wan hemûyan daxilê xwe bikin. Yanî ew e wisa ye ne ku em diwerimînin. Lê ew çima wê nabînin û tevî wê jî nêzîkbûnekê çêdikin, ez bi xwe wate nadimê. Dixwazim wê yekê ji gelê me re bêjim, gelê me yê Başûr re bêjim. Em wate nadin wê siyasetê. Ji ber ku ne veşartiye. Ya din jî em li dîroka dewleta Tirk binêrin, yanî dewleta Tirkiyê her ku raperîna Kurd çêbûne, bi alîkariya hin Kurdan pelixandiye; lê bes piştî pelixandinê, ew Kurdên li kêleka xwe jî pelixandiye. Ew jî dîrokeke bixwînin, mînak raperîna Agiriyê çima û ser çi esasê çêbû? Ma ne xelkê wê derê gotin waye me dewletê re bi hev re kar kir, ma em li dijî Şêx Seîd ranebûn? Çima niha tê ser min, waye ji bo wê rabû. Dersîmê heman tişt çêbû. Yanî bi kurtî tu li dîrokê jî temaşe bikî û li roja niha jî binêrî ew wisa ye. Yanî em divê êdî bibînin. Em dixwazin rêzdar siyasetmedarên Başûr ev heqîqetê bibînin û di vir de xeteriya ku ji stratejiya Tirk tê li ber çavan bigirn. Niha ev rewş û di esasê de beriya niha bi 4 salan derfet çêbû û min bi xwe gelek rayedarên Başûr dît û wê çaxê jî me ew tiştane bi wan re parve kiriye. Ez wê demê samîmî bûm a niha jî samîmî ne. Em samîmî ne. Yanî bi gotinên xwe aştîxwazin û dixwazin yekîtiya netewî çêbibe, ne ku em tenê ji bo xwe dixwazin. Em xeterekê dibînin lewma dixwazin. Binêrin çar sal berê tiştê ku me gotî ya niha hemû îspat bûn. Eger ku yek bêje na, dikarim bêjim başe niha wê demê eger me ku weke me gotî, siyasetekî ya Tirkiyê tine ye.

Çima niha Tirkiye ewqasî xwe li Idlibê bi cih dike? Ma qey li Idlibê PKK heye? A niha heta parastina xwe ya hewayî li wê derê çêkiriye. Tirkiye çima niha li Lîbyayê şer dike, li Lîbyayê her kes dibêje ku çeteya bi rê dike, çete kiriye mîna perdeyekî, Tirkiye bi xwe li wê derê ye. Çawa ku Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Sipî şer kir a niha li Lîbyayê jî wisa şer dike; yanî pêşî çeteyan dişîne û bi xwe jî bi teknîk û bi pisporên xwe ve li pye ve diçin. Yanî Tirkiye niha li Lîbyayê şer dike, ji xwe hikûmeta wê derê lewaz bû. Tirkiye xistiye pêşiya xwe ku bibe dewletekî emperyal. Xeyalî ye, mecalê wê heye yan na, ev mijarekî cuda ye. Lê rastiyekî wisa heye. Mînak mêyze bikin niha Lêlîkan girtiye, her kes Lêlîkanê nas dike, hema 20 kîlometre hindur e. Niha rê tîne Lêlîkanê û xwe li wê derê û rêzeçiyayên Xakûrkê de bi cih dike. Ev ne cih girtinekî ya ji bo 4-5 salan e. Ew fikrandina xwe li wir mayînde bike ye. Mesrefan lê dike, mayînde ye. Yanî yê ku îzin dayî ku dema dijmin hat wir û dagir kir û erê kiribin jî eger bêjin here gelo wê biçin? Bila ji bo ceribandinê hema bêjin bila çiyayekê berdin? Wê berde gelo? Na. Yanî nêzbûnên Efrînê binêrin, li Efrînê Kurdan qir dike. Dixwaze bi temamî demografiya Efrînê biguherîne. Yanî Efrîn ne ya Kurdan be. Ji destê Kurdan bigire û bi ala xwe wê karî dike. Yanî mînak niha alên çeteyên ku bi pere girtine wisa alekî Sûriyê ya sexte daniye kêleka ala xwe, lê esas ya xwe ya Tirkiyê daniye. Valî bi xwe diyar dike. Midûrê Emniyetê bi xwe diyar dike, ewlekarî û asayîş diyar dikin. Wate Tirkiye birêve dibe. Divê em wê bibînin. Wana hemû çi ne, wana hemû îspatin ku gotinên me yên 4 sal berê me bi rêzdar biraderan re gotiye piştrast bûn. Divê em siyaseta Tirkiyê bibînin. Niha di wê çarçoveyê de mirov dikare ew bûyerên li Zînî Wertê bigire dest. Yanî bi rastî ew bûyer mezin bû û ne tenê meseleyekî ya di navbera PDK û PKK’ê de ye, di heman demê de meseleya di navbera PDK û YNK’ê de ye jî. Yanî hema hema giştî netewî eleqedar dike. Têkiliya xwe bi giştî pirsgirêkê netewî re heye. Bû meseleyekî ya mîna girêka kor û rastiyên girîng. Lê tevî ku ewqasî tê xwestin û mînak herî dawî bêtirî 600 rewşenbîr û hunermendên Kurd daxuyaniyek dan. Car din herî dawî 150 jinên ku di dinê de navdarin daxuyanî dan. Yanî di raya giştî de hem bêjin di ya Kurdistanê hem jî ya nevnetewî de gelên ku dost in dixwazin pirsgirêk di navbera Kurdan de çênebe. Ji bo wê jî dixwazin ew hêz ji Zînî Wertê vekêşe. Her kes daxwaz dike lê mirov wate nadê ka çima têde israr heye. Eger ku di pişt wê de planek nebe, divê ewqasî israr nebe. Bi rastî ez bi xwe wate nadim siyasetê PDK’ê ya derbarê vê mijarê. Hem siyaseta wê ya li Zînî Wertê, hem siyaseta xwe ya li ser Mexmûr. Yanî li wê derê civakek e, mirovin, ked dane û kedkarin; yanî li hemebrî civakê siyasetekî dijberê civakê çêdibe ma qey? Na. Wê têde bi sernekevin û siyasetekê ne zêde raste. Em hêvî dikin ew israr û wekî din inadên di hin mijaran de bên guhertin. Yanî hêviya me niha ew e.

Eger PDK xwe ji Zînî Wertê bikêşîne gelo wê ew alozî bi giştî çareser bibe?

Yanî tabî divê vekişe, eger vekişe wê hindekê nermbûn çêbibe. Lê mijar hemû ne tenê Zînî Wertê ye. mînak niha sê hevalên me li wê derê şehîd ketin. 150 metereyan wê detir hêzên PDK’ê heye. Ji aliyê din ve 150 metreyan wê detir jî hêzên YNK’ê hene. Di naverastê de te dît Tirk hatine û li hevalan xistiye. Yanî niha çûyîna wan hevalan a wê derê tiştekî raste ya ne mijarekî dine. Ew fermanderê ku wan hevalan şandiye eleqedar dike. Lê diyare ku bawer kiriye ku kesek wê cihê wan nebêje, yan jî weke ku wana ew dîtine lewma li wê eraziyê wisa rep û rût de mane. Niha di wê mijarê de kesekê ji me re îzah nekiriye. Yanî çawa bû ku wisa ew hevalane hatin hedef girtin. Yanî herî kêm îzahatekî kêm ya wisa ji me re nehatiye kirin. Wate eger ez bim li wir mîna fermandeyekî pêşmerge yê wê derê ku eger dijminê min be jî ezê nehêlim kesekê din bê û li ber deriyê min li wana bixe. Ma ne rûmetek e, rûmetekî ya leşkerî ye, fermandarî heye. Di qenaeta min de yanî ew fermandarê li wê derê bila qusûrê nenêrin lê rûmeta pêşmerge û fermandeyekî pêşmerge li wê derê nehatî parastin. Li kêleka wan biyanî û dijmin tên û li hindek mirovan dixe, ew jî tameşe dikin. Ew ne tiştekî baş bû. Rastî jî dîmenekî qet û qet ne di cih de bû. Yanî niha belkî bêjin dewleta Tirk hat, dît û me nekaribû bidin sekinandin. Yanî di çapemeniyê de wisa mirov dikare bi awayekî ne yekser hin tiştan fêhm bike. Lê bi giştî li Başûrê Kurdistanê hikûmeta herêmê tedbîrên li hemberî sîxurtiya Tirkiyê nagire. Yanî îstîxbarata Tirkiyê MÎT li Başûrê Kurdistanê rehet digere û ji bo xwe dikare sîxuran bêxe tevgerê. Dewleta Tirkiye wê tiştî dixwaze ji bo xwe bi kar bîne, îstîsmar bike û wisa şik û gumanan bixe nava me. Yanî esas stratejiya Tirk ew e ku bi wan bûyeran, çawa ku serbest digere, bûyeran çêbike û guman û fitneyê bixe nava me. Wisa sarî û nexweşiyekê navxweyî ava bike.

Ji ber ew heqîqeteke ku dewleta Tirk di wan 5 salên dawî bi temamî hêzên xwe li hemberî me şer kir lê encam negirt. Yanî li her derê hêzên me li cihê xwe ne. Hêza me parastî ye. Gelê me li ser xeta şoreşê ye. Ev di hilbijartinan de jî xuya dike. Yanî niha di destê wê de tenê yek tişt maye ku eger wisa nakokiyên navxweyî geş bike û şerekî navxweyî pêş bixe ew dibêje ku ezê wê çaxê serbikevim. Çawa; ji xwe dewleta Tirk dibêje ku em ne neteweyek in, dibêje qey eşîrin. Waye wê çaxê wê bibêje waye ev ne neteweyek in, eşîrin û wê li ser hemû dewlet û netewî ferz bike ku em weke Kurd di wir de êdî cih negirin. Siyasetekî dewleta Tirk a wisa heye. Binêrin par du hevalê me yê ji rêveberiya me li kêleka Silêmaniyê şehîd kirin. Hevalê Cemîl û heval Demhat. Ê car din li aliyê Behdînan jî tiştên wisa çêbûn. Mînak li Amediyê di nava wê bi xwe de balafiran li wesayîtekê xist. Dibe ku tiştek nebû lê êrîşê nava bajêr kirin. Çima wana dike, lê kêleka gundan dixe? carnan bi zanebûn li sivîlan dixe. Ew dixwaze fitne çêbike. Dixwaze bi wan rêbazan wisa nakokî peyda bike ku em ji hevdu guman bikin û wisa nakokî di navbera me de kûr bibe. Binêrin niha dema we navber da bernameyê min nûçeyek bihîst, dibêjin li herêma Asusê yan jî cihekî din ez nizanim, lê gundekî nêzî Silêmaniyê gundê Sefrê, li wê derê êrîşên balafirên Tirk li ser nexwaşxaneya gund û wesayîtekê çêbûye. Niha ew ya kê ye û kî ne ez nizanim. Lê dibe ku ya hêzên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê be yan jî ka çawa be, ez baş nizanim lê bi qasî ku ez dizanim hêzên me li wê derê nîne. Lê kî ye û çawaye ez nizanim. Dibêjin şehîd û birîndar hene, ez ji niha ve şehîdan bibîr tînim, lê bi wan bûyeran re dewleta Tirk dixwaze nakokiyên navxweyî geş bike. Niha çi dihêle ku wisa rolê xirab bilîze; waye musaedeya hikûmeta herêmê ye ku ji bo MÎT’ê vekiriye. Ji ber wê ye ku dixwaze îstîsmar bike û wê bike bingehê fitneyekê. Yanî pêwîste pêşiya wê yekê bê girtin. Eger pêşiya wê neyê girtin wê herêm her tim ji îstîsmar û lîstokên dijmin re vekirî be. Ew mijarekî girîng e û em weke Kurd, aliyê Kurd divê teqez bikarin wan meseleyên navxweyî di nava xwe de çareser bikin. Em alîgirê çareseriyê ne.

Di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesorê ya Şengalê êrîşek çêbû, kê telîmat da nizanim lê telîmatekî şaş bû. Yanî êrîş li ser hêzên Kurd çêbû. Di wê êrîşê de bi giştî 9 şehîd çêbûn. Hindek ji wan endamên YBŞ’ê bûn 2 kadroyên me bûn li wê derê bûn. Jineka welatparêz û sivîl bû, hindek jî rojnamevan bûn. Şehadet çêbûn û ji binî ve li ser me zext hebû ku em jî wisa êrîşekî dijber çêbikin. Yanî rêveberiya me wê çaxê pir xwînsar nêzîk bû, bi rastî jî bi perspektîfeke netewî nêzîk bû. Tevî ku wisa pêşniyar hatin û daxwazî çêbûn ji herêmê û ji gundan, lê rêveberiya me bi rastî wisa bi xwînsarî ew pêvajoye nerm kir û wisa nebû bûyereke mezin. Wate eger êrîşekî dijber bibûya wê biba destpêka bûyerekî mezin. Başe niha çima em wisa dikin? Bi rastî em stratejiya Tirka rast dixwînin. Ji ber ku Tirkiye dixwaze wisa tiştekî navxweyî peyda bike û hemûyan têk bibe. Em difikirin ku keştiya me yek e. Yanî kesek rabe yan jî partiyek di hindurê keştiyê de rabe û bêje di keştiyê de ewqasî ayîdê mine û nadim tu kesî; ger ku sibe keştî têk biçe wê hemû tê têkbiçin. Wate em hemû bi hev ve girêdayî ne. Ji ber em neteweyek in. Ji ber ku em neteweyek in, lewma divê wê demê stratejiyeke ya gel hebe, wê çaxê divê çareseriyek hebe. Mêyze bikin piştî 21 salan carê yekem mafê axaftina telefonî ya bi malbatê re dane Rêber Apo. 20 deqeyan diaxive hemû 20 deqeyê jî li ser yekîtiya netewî diaxive. Çima? Ji ber ku Rêber Apo jî li wir, carna hevdîtin jî çêdibin, fêhm kiriye ku esas stratejiya wan şerekê navxweyî ye. Lewma hemû dema telefonê ji bo wê bikar tîne. Perspektîf dide Mehmet ango şerê navxweyî çênebe, yekîtî çêbibe û kes nebêje kêm be bila ya min be û divê mirov bi berfirehî nêzîk bibe. Perspektîfê me wa ye. Yanî em dixwazin wisa siyaseta dijmin têk bibin û berjevendiya gelê Kurd bi serbixînin. Em wê yekê hemû bi hev re bikin. Ji bo wê tevî her tiştî jî ji bo çareseriyê û ji bo vala derxistina wê lîstok û taktîkên dijmin em ê hewldanên aliyê xwe bikin lê hemû tişt bi me naqede. Dibe ku alî bizanin. Yanî em jî hêzek in. Yanî her tiştek ast û sînorekî xwe heye divê ew yek bê zanîn. Ji bo wê jî tişta ku ez herî lezgîn dibînim ev e; dibe ku em weke Kurd pirsgirêkên me yê navxweyî hebe, em çareser bikin û pir hevceyî bi wê re heye. Ji bo wê em amade ne lê her tişt bi me naqede. Pêwîste gelê me jî bizanê. Yanî pêşiya wan neyê girtin, yê ku di wê mijarê de rol nelîstibe wê ev berpirsiyar bin.

Beriya niha we weke HPG’ê daxuyaniyek dabû, di daxuyaniyê de bangewaziya we ji bo gelê Behdînan hebû ango xwedî li zarokên xwe derbikevin, zarokên wan tevlî karên sîxirtiyê yê MÎT’ê nebin. Hûn dikarin hurdegulî û bi awayekî şênber wê daxuyaniyê ji me re vebêjin?

Raste di daxuyaniya me de ji bo gelê Behdînan hindek tişt hebûn. Lê mesele ne tenê ya gelê Behdînanê ye berku giştî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Em dixwazin ji bo giştî hindek tiştan bibêjin; di serî de vê bêjim gelê me yê başûrê kurdistanê gelekî kedkar û fedekar re. Dîrokeke xwe ya qehremaniyê heye, bedel dane, welatparêzî kirine. Ji vê re pir zêde hurmeta me heye. Em jî parêzvanên destketiyên heyî ne. Bi deh hezaran şehîd di şer de û di enfalê de jî bi sed hezaran şehîd çêbûye. Komkujiyên weke Helepçe çêbûne. Yanî em silav û rêzên xwe ji gelê Başûrê Kurdistanê re pêşkêş dikin. Em li dijî dijminekî pir zalim û bê merhamet ku dixwaze koka me bikole şer dikin. Ev dijmin êrîşî her tiştên me dike, hemû nirxên me, êrîşên şehîdgehên me, êrîşî malbatên me, êrîşî siyasetmedarên me, êrîşî çanda me yanî êrîşî her tiştên me dike. Em jî li ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan bê bedel nabe, em bedel jî didine, gelê me vê dişopîne, dibîne. Her hevalên tên nava me dest ji wan zankoyên xwe berdane, her yekî hatî nava me, tu berjewendiyên xwe yên madî nîne. Em meaş nadin kesî, berevajî her hevalekî tevlî me dibe dewlet diçe li ser malbata wan, malbata wan gişt mal û milkên wan taromar dike. Baş e, ev ciwan; keç û xortên Kurd li ser van çiyan ji bo çi mane? Ji bo vî gelî, fedayiyên vî gelî ne, ji bo Bakur, ji bo başûr, ji bo tevahiya Kurdistanê ne. Binerin dema ku pêwîst bû êrîş hate ser destketiyên gelê me yê Başûrê Kurdisatanê me çi kir? Bê dudilî wekî Kurd dibêjin, dest û zendê xwe me bada û em daketin qadê. Me quwet şand Şengalê, me şand pişta Dihokê, di gotin belkî êrîşî Dihok bikin, ji bo milet pir panîk nebe, me gir û çiya girt. Lê me ji bo çavdêrî danî ji bo tiştek bê em dakevin pêşiyê. Em çûn Laleş parast, em çûn Hewlêrê, Mexmûrê, me li wir şer kir. Em çûn Kerkûkê me ewqas şehîd dan. Yanî em zarokên vî gelî ne, em ê berjewendiyên vî gelî biparêzin. Dema em çûn van derane me çi berjewendiyên Hizbî nedane ber çavan, hevalên me ji bo gelê Kurdistan xwe feda kirine, her tiştê xwe feda kirine. Erê baş e, ev havelên wisa tên îxbar kirin, yanî hinek sîxûr li miqabilî 400-500 dolarî, tu dinêrî wan şikayet dikin û balafirên Tirkan tê lê dixe, wan şehîd dike, ev guneh e. Hem ji aliyê neteweyî hem jî ji aliyê olî ve wisa ye, yanî wijdan heye. Lê mixabin di nava civakê de mirovên xirab hene, daxwaza me ji gelê me ew e ku ev kesên wisa sixuriyê dikin di nava xwe de nehewînin, helwestê nîşan bidin, hinekî alîkariya me bikin em li hemberî vî dijminî bi dil û can li ber xwe didin. Em dixwazin bersivê bidin êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser gelê me, li ser dahatuya gelê me. Lê em dixwazin gelê me yê xuşewîst, gelê me yê ku ewqasa dîrokeke xwe ya berxwedanê heye, gelê Başûrê Kurdistanê li gerîla xwedî derkeve, rê nede hinek kesên bêrûmet li bihayê çend kurişan bibin sixur û ev gerîlayên ku fedayê vî gelî ne ji balafirên Tirkan re bike hedef. Hêvî û daxwaziyên me ev e, fermandarê Mexmûr parast, salekê zêdetir li Mexmûrê şer kir û li gel fermandarên pêşemergeyan planên li dijî DAÎŞ'ê çêkiriye, li gel şer kiriye û piştre dema Kak Mesûd çû Mexmûrê serdanê ku Kak Mesûd pêşwazî kir ew fermendar kî ye? Têkoşer Gever e. Têkoşer Gever li Metîna bi destê sîxuran maşîna wî hat îxbarkirin û di maşînê de li gel du hevalên din hatin şehîdkirin. Erê ma ne gunehe ev mirov 27 sal in li serê van çiyan têkoşîn dike, berê di mala xwe de mamoste bû. Dikarî mamosteyî bikira, lê wijdana wî tehemûl nekir, derkete çiyê. 27 salan li Başurê Kurdistan parast, li Rojavayê Kurdistanê şerê parastinê kir, li Bakur bi salan kir, va ji bo gelê Kurd qadroyeke, nirxek e. Lê mirovekî ti qîmeta xwe tuneyî ku em dizanin jiyan dike, ev hevalê me wisa kir hedef û şehîd ket. Yanî em dixwazin gelê me di rewşa me de bifikire, bi vî awayî piştevaniya me bike. Hêviya me ji gelê me ev e, li hemberî sîxuran xwedî helwest be, wisa li gorî dîroka xwe, li gorî ked û egidiya xwe helwest nîşan bide û di vê xisûsê de. Bi rastî jî di berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirkiyê îro tê meşandin de piştevaniya me bike, bi kurtahî ew ê me bendewariyên me ji gelê Başurê Kurdistanê giştî ev e. Hêviya me ew e ku gelê me di vê xusisyetê de texsîr neke û cardin li dîroka xwe û li welatparêziya xwe xwedî derkeve.

Belê bi vê mijarê ve girêdayî li Botanê gundê Mêhrê du kesên welatparêz ên Suryanî, bi navê Hirmûz û Şimûnî hatin qetil kirin. Lê detayên vê bûyerê pir zêde eşkere nebûn, dewleta Tirk xwest vê bûyerê wekî gêrîla kirî nîşan bide. Detayên vê bûyerê dikarin bi me re parve bikin?

Ez destpêkê welatparêzê hêja bi navê em nas dikin Mixtar ango birêz Hûrmiz û hevjîna wî Şimonî bi rêzdarî bibîr tinin û ji bo malbatê û zarokên wan ez sersaxiyê dixwazin. Ez dibêjim xwedê rehmeta xwe lê bike, mirovên pir paqij û nimûne bûn herdû jî. Mixtar bi xwe dostekî min bû û dostê tevgera me bû. Dostaniyeke me ya 37 salan hebû. Mirovekî keldanî Suryanî bû, bi axê ve pir girêdayî bû. Di cih û warê bav kalan de girdayî, di welatheziyê de nimûneyek mezin e. Mesela zarên xwe li Stenbolê bûn, Hûrmiz jî dikarî biçe wir bi rehetî bijiya, yan jî derketa derveyî welat. Lê belê wî sebra xwe tenê li Mêhrê dianî. Ji bo wî jiyana li Mêhrê jiyana herî pîroz û hêja bû, bi tena xwe di bin xeterê de dima. Mirovek pir xwezayî bû, dostê me bû rastî. Lê ne dijminê tu kesî bû. Kesên ku ev mirovên ewqas hêja, ewqas xwezayî, di mirovbûnê de kûr bûn. Kesên ku ev qetil kirin ne mirov in. Dewleta Tirkiyê ev biryar da, ji xwe dewleta Tirkiyeyê ji mirovatiyê derketiye. Lê belê em dizanin tetîkkêş kî ne. Hesab ji wan pirsîn deynê li stuyê me ye. Em ê ji wan kesan hesab bipirsin. Em xwîna mirovên welatparêz ên hêja Hirmûz û Şimonî li erdê nahêlîn. Ew şehîdên me ne, şehîdên azadî û demokrasiyê ne. Wan dixwest li ser vê axê, di herêma Besta de bi azad bijîn, di vê rê de xwîna xwe rijandin. Wê tu caran ew neyên ji bîr kirin. Bi rastî jî wisa mirovên di welatparêziyê de nimûnek mezin in, em ê her tim wan bi bîr bînin û weke min gotî deynê li stuye me ku em xwîna wan li erdê nehêlin. Lê ez vê dîsa bêjim kesekî ji xwe re bêje ez mirov im, kesekî ji xwe re bêje ez bi wijdanim, ne gengez e mirovên ewqas paqij û delal wisa şehîd bike. Yanî yên ew şehîd kirin ne mirovin, wan bi her awayî ceza maf kirine. Em ê li ser vî esasî nêz bibin ez dikarim vê bêjim.

Endamê Grûp Yorûm jî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan, şehîd ketin. Hinek hevalên wan niha di girtîgehê de ne, ew jî di rojiya mirinê de ne. Ji bo wan niha kampanya îmze komkirinê hatiye destpêkirin, ji bo wan tiştekî tu bi xwazî bêjî heye?

Ji bo wan kesên şoreşger, berxwedêr mirov çi bibêje kêm e. Bi rastî li gorî min hêzên demokratîk û çepên Tirkiyeyê di vê xusîsyetê de wekî tê xwestin nebûn bersiv. Ez di destpêkê de van mirovên hêja Hêlîn Bolek, Mistefa Koçak û Îbrahîm Gokçek bibîr tinim. Ew mirovên hêja ne û mirovên rûmetê ne, ji bo rûmeta xwe çûn şehadetê. Yanî çi dixwazin, di vir de jî mirov dikare heqîqeta dewleta Tirkiyeyê û rejîma AKP û MHP’ê bibîne. Ew tenê dixwazin stranan bêjin, bi deh hezaran kes li wan guhdar dikin. Ji bo vê rojiya mirinê girtine, her yekê nêzî 300 rojî nan nexwarine û çûne şehadetê. Bi rastî mirovên hêja ne. Di vê derê de bê wijdaniya Erdogan xuya nabe? Ger ku mirovekî wijdana xwe hebûya, wekî pir îstismar dike dibêje ez dîndarim, dindariya xwe hebûya, wê bigota vê hinek hunermed hene, ji bo azadiyê stranan bêjin vaye rojiya mirinê girtine; ez pêşiya vana vekim. Bi vê nesekinîn parêzerên wan jî girtin. Niha yên grevê berdewam dikin ew parêzerên Grûp Yorûm in, ew kes jî ji bo kerameta xwe, ji bo rûmeta xwe, bi rastî kesên ciwan parêzer, hiqûqzanin. Vaye niha dikin ew jî bi grevê jiyana xwe ji dest bidine. Yanî pêwîste ku mirov xwedî lê derbikeve. Yanî weke jinek ciwan Ebrû Tîmtîk û hem jî Aytaç Onsal ku ne kesên xwedî îradebûna, şoreşgerbûna wê teslîm bibûna, yan jî dikarîbûn li gorî sîstemê tevbigeriyana. Wê demê xwedan nasname ne, xwedan îrade ne, xwedan sekn in. Ev tiştek şoreşgerî ye, ev divê her kes xwedî li vane derkeve û bi rastî kesên wisa hêja jiyan bikin û xwedî li doza wan derbikevin. Yanî siyaseta xwe, xeta xwe çi dibe bila bibe, ya girîng di vir de berxwederî ye, di vir de sekn e. Em li hember dijmineke wehş in, hem çepitî kiriye hedef, hem gelê Kurd kiriye hedef dijmintiyê dike. Divê em li hemberî van rêza xwe bikin yek, bi yek destî li hember bisekinin û li ber xwe bidin.

Em ber bi dawiya bernameya xwe ve diçin. Niha gerîlayên azadiya Kurdistanê li her qadê di nava berxwedaneke mezin de ne. Birêz Karayilan dixwazim vê ji we bipirsim, hêzên gerîlayên we heta niha û Bihar bi giştî çawa pêşwazî kiriye?

Niha em dixwazin sala 2020’an, ango sala 17’emîn ya Pêngava 1’ê Hezîranê hîn bi xurtî pêşwazî bikin. Ji ber ku di demên borî de, dijmin rêbazên xwe yên şer guhert, vê em jî hinekî tengav kirin, lê me xwe hinekî zû komî ser hev kir, me pêşî girt. Heke me pêşî negirta gengaz bû me zirarek zêde bidîta, lê belê me pêşî girt. Bi taybet ev du salên dawî jî em li ser gerîlayên serdemê, gerîlayên nû pir rawestiyan. Yanî em dixwazin gerîlayên li hember îstîxbarat, li hember teknolojiyê, li hember şerê psîkolojîk bikaribe bi ser keve, ava bikin. Ev gerîlatiyeke nû ye, bi gerîlatiya berê ya klasîk nabe, em dixwazin gerîlayên sedsala 21’emîn wisa ava bikin. Di vê xisûsiyetê de em niha di sala 17’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê de, ango di sala 2020’an de, em dixwazîn gerîlayê nû êdî bi her awayî bixin pratîkê. Bi fikrên xwe cidî hinek kar kirin, me hinek amadekarî kiriye û em bi vê bawer in. Niha wekî destpêk Bihar baş bû, hema hema li her eyaletê li gorî taktîkê demê çalakî kirin, di heman demê de çalakiyên qada sivîl. Ev çalakî jî ne xerab in li gorî rewşa heyî, bi ruxmê nexweşî heyî tevgerîn kêm e, lê dîsa qada sivîl jî, di hindirê metrepolên Tirkiyeyê hem li Kurdistanê ne xerab in û yên li ser çiya jî wisa. Yanî em vê weke destpêkek baş dibînin û em bi hêvî ne ku em ê di hindirê salê de gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bikaribe bersiva pêwîst bide dijmin. Ji bo vê ev sala 2020’an bike salek nû, saleke berxwedanvaniyê ye û di vê salê de wê hesab pirsîn çêbibe. Pêwîst e hemû gelê me jî bizanibe, em ê di hewldana avakirina gerîlayên nû de êdî gihiştine hinek astan, êdî em li benda hinek encamên serkeftî ne ku dijmin dikeve bin kontrolê. Lê divê gelê me jî bi taybet li dijî sixurî xwedan helwest be, ji ber ku dijmin wekî me berî niha jî got, tenê ne li Başûr herî zêde li Bakur jî dixwaze sîxuriyê pêş bixîne. Divê em vê bizanibin her welatparêz li derdorê xwe, li hawirdorê xwe, hem li hember şerê dijminê taybet ku dixwaze ciwanan di rêyên xerab de bixîne û wisa bişîne derveyî exlaqê civakê û hem jî hewldanên dijminê ku ji bo tevahiya civakê sîxur kirine, divê her kes xwedî helwest be. Pêwîst e em xwe biparêzîn her kes mala xwe biparêze, her kes gundê xwe biparêze, her kes bajarê xwe biparêze, li hember şerê psîkolojîk, şerê taybet û li hember îstîxbarata dijmin divê em xwe biparêzîn û xwe bikin yek. Em çiqas di vê xisûsiyetê de xwedan helwest bin, bawer bikin ku em ê ewqas bi ser bikevin. Ji ber ku şerê em îro dimeşînin bi esasî li hemberî îstîxbarata dijmin ev şer tê meşandin û gerîlayên serdemê jî gerîla kî karibe îstixbaratê pûç bike û derbeke mezin lê bixe û wisa bibe gerîlayê serkeftinê. Em bawer dikin di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de, sala 2020’an wê saleke bi berxwedan û girîng be.


Mijarên Din