Kargeha Hesekê 7 hezar ton pembo wergirt

Kargeha pembo ya Hesekê wergirtina pembo berdewam kir, 7 hezar ton pembo wergirt. Hejmara navendên wergirtina pembo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kêm bû.

Rêveberiya Xweser 5 navend ji bo wergirtina hilberîna pembo li Hesekê, Reqa ( Sehlebiye), Dêrazor( Eşr Kîlo), Kobanê ( Çelebiye) û Serêkaniyê ( Sefih) diyar kiribûn. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara navendan kêm bû û tenê navendên Hesekê û Sehlebiye man.

Endamê rêveber ê kargeha Hesekê Ehmed Elî got: "Wergirtina hilberînê ji cotkaran ji 25`ê Cotmehê ve dîsa berdewam kir, û rojane ji saet 09:00`an heya 17:00`an pêk tê. "

Elî wiha domand: "Em nimuneyan ji pembo dibin û ezmûn dikin. Li gorî wê cûreyê wê diyar dibe. Rêveberiyê buhayên kîloya pembo bi 330 lîreyên Sûriyê diyar kiribû û buhaya herî kêm 320 lîreyên Sûriyê."

Kargeha Hesekê dikarî heta 150 hezar ton werbgire. Li gorî Elî heta niha 7 hezar ton pembo hatiye wergirtin.

Elî balkişand ser ku hilberîn li gorî sala derbasbûyî baş e ji ber ku kurmika bahîvê tê de tune ye. Bi rêjeyek mezin kurmika bahîvê di hilberîna sala derbasbûyî de belav bû.

Rêveberiya Xweser tovên pembo ji cureya Heleb 24 piştî ku ji derve anî li cotkaran bi belgeyek fermî belav kiribû. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda nabe. Elî wiha domand: "Pemboya ji cureya Heleb 24 dê were vepiçirandin û di sala bê de li cotkaran bê belavkirin."

Elî destnîşan kir ku pisporan pemboya cureya baş û super ji hev cuda dikin û diyar kir ku piştî 15 rojan ji wergirtina dê fatoreyê radestî cotkaran bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din