Kargeha Êlen derfetên kar ji jinan re peyda dike

Kargeha dirûtinê ya Êlen a taxa Şêxmeqsûd derfetên kar ji jinan re peyda dike û bûye çavkaniya debara gelek malbatan.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di demên dawîn de projeyên biçûk ji bo jinan ji aliyê Kongreya Star ve hatin vekirin.

Kongreya Star xwest bi van projeyan aboriya xwe ya xweser bi pêş bixe û derfetên kar ji jinan re peyda bike. Di çarçoveya projeyê de firneyek û kargeheke madeyên paqijkirinê hatin vekirin.

Welatiya bi navê Kewser Reşîd 2 meh berê kargeheke dirûtinê a taybet bi jinan bi navê "Êlên" vekir. Bi vekirina vê kargehê re gelek jin êdî debara xwe bi xwe bi cih tînin. Li gorî Kewser dibêje, armanca wê ya vekirina vê kargehê ew e ku derfetên kar ji jinan re peya dibe da ku bikarin xwe bi xwe debara xwe bi cih bîn bînin û aboriya wan a xweser bi pêş bikeve.

Kargeh derfetên kar ji zêdetirî 100 malbatan re peyda dike

Di kargehê de 14 jin ji temenên cuda kar dikin. Kargeh rojane 11 saetan ji saet 08:00’an heta 19:00‘an dixebite.

Karkerên di kargehê de dixebitin hefteyê 25 hezar lîreyên Sûriyê heqdestê xwe werdigirin. Ji derveyî kargehê zêdetirî 100 malbat di paqijkirina cil, ta û alavên kargehê de dixebitin.

Xwediya kargehê Kewser Reşîd dibêje: "Karê kargehê bi pêş ketiye û hejmareke mezin ji şêniyên taxê xwe lê digirin, ji ber ku beşa ji kar dibe ku li malan jî were kirin. Zêdetirî sed malbat di paqijkirina ta û cilan de dixebitin."

Xwediya kargehê diyar kir berhemên kargehê derdixin derveyî taxê jî.

(bb)

ANHA


Mijarên Din