Kargeha Roj hewcedariya herêmê ya nîskan dabîn dike

Kargeha Roj a nîskan rojane 6 ton nîsk hildiberîne. Kargeh pêwîstiya nîskan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û her wiha berhema nîsk derdixe herêmên din ên Sûriyê û başûrê Kurdistanê.

Odeya Sîna ya kantona Qamişlo yekemîn kargeh bi navê Roj a nîskan li herêmê vekir. Her wiha kargeh berhema nîskan ji cotkaran dikire û paşê derman dike û dike nîska sor.

Kargeh hewl dide sûka cotkaran ji bo kirîn û firotina berhema nîskan peyda bike, her wiha pêwîstiya herêmê ji nîskên çêkirî jî pêk tîne.

Rojane 6 ton nîsk derdixe

Kargeha nîskên sor li ser çend pêvajoyan amade ye ji xerckirinê re, ew yek li ser çend pêvajoyan pêk tê, destpêkê ji kirîna berhemê ji cotkaran piştî ku lêkolîn dikin û paşê tovê nîskan têne xerbelkirin, şûştin û zuhakirin û bi rêya alavên lîzerê careke din ji kapekê tê veqetandin û dixin torbeyên 10 kg û derdixin bazaran.

Li gorî berpirsên kargehê, piştî anîna alavên pêşketî, kargeh rojane 6 ton nîska sor derdixe. Berhemên Kargeha Roj li hemû herêma Cizîrê û gelek parêzgehên Sûriyê û herêma Başûrê Kurdistanê belav dibin.

Kargeha Roj ji destpêka vekirinê ve hewl dide bi nirxekî guncaw bixebite. Kargeh kîloya nîskan bi 275 lîreyên Sûriyê dide, her wiha ji 12 kesan re kar peyda kir.

Berpirsê kargehê Elî Remedan got ji ber başbûna berhemên kargehê, xwestina li ser zêde bûye. Endama rêveberiya kargeha Roj Şêrîn Omer jî diyar kir ku ew hewl didin kargehê berfirehtir bikin da ku veberhênanê zêde bikin û derfetên kar peyda bikin.

ANHA


Mijarên Din