Karkerên li ser karê xwe 1’ê Gulanê li tevahiya cîhanê pîroz kir

Karkerên paqijiyê yên Şaredareya Gel a Qamişlo, li ser karê xwe Cejna Karkeran a Cîhanê anku 1’ê Gulanê pîroz kir û tekez kir ku ew ê di karê xwe de dewam bikin û parastina xweşikiya bajêr bikin.

Bi wesîleya 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, îro karkerên li cîhanê vê rojê pîroz dikin. Karkerên paqijiyê yên navçeya rojhilat û rojava yên Qamişlo jî hemleya paqijiyê li herêma El-Sîna li bajêr dest pê kir û gemar rakirin û parastina xweşikiya bajêr dikin.

Karkerekî paqijiyê Mihemed Ehmed Kerîmo ku di şaredariya navçeya rojava ya Qamişlo de kar dike, wiha got: "Di vê rojê de me dest bi paqijiya herêma El-Sîna kir da ku ev herêm ji gemarê bê paqijkirin, em di hemû rojan de heta betlaneyê de jî kar dikin da ku bajar paqij bimîne."

Kerîmo hemû karkerên cîhanê pîroz kirin û got: "Em ê parastina paqijiya welêt bikin."

ANHA


Mijarên Din