Karkerên paqijiyê li Minbicê hatin xelatkirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê karkerên paqijiyê îro li hola civînan a Meclisa Qanûnsaz xelat kirin.

Bi saya kedên karkerên paqijiyê yên ku bi şev û roj çi di germahiyê de yan jî di sermayê de dixebitin, kolanên bajêr paqij bûne. Ji bo spaskirina kedên wan, Şaredariya Gel peykerek nîşaneya karkerê paqijiyê li çarxerêya li nêzî nexweşxaneya Firatê di 13`ê Adarê de danî.

Îro jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê karkerên paqijiyê bi tevlibûna endamên Rêveberiya Sivîl û bi sedan karkerên paqijiyê û geraca bajarê Minbicê û gundewarê wê xelat kirin.

Merasîma xelatkirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Şaredariya Gel Asya Oso, cîgirê hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a bajarê Minbicê û gundewarê wê Hisên Hoşen û endamê Buroya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen axivîn.

axaftvanan kedên karkerên paqijiyê spas kirin û tekez kirin ku paqijî taybetmendiya ku pêşketina her bajarekî nîşan dideye. Paqijî bi xwe çand e û karkerên paqijiyê karîn wê çandê li bajêr bidin nîşandan. Axaftvanan karkerên paqijiyê bi endezyarên paqijiyê wesifandin û tekez kirin ku rêveberî hertim hewl dide mafên karkeran bidinê ji ber ku ew bingehên xweşikiya bajêr in.

Piştî axaftinan, karkerên paqijiyê behsa pirsgirêkên ku di kar de rastî wan tên kirin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Piştî wê Rêveberiya Sivîl şêranî û xelat li karkerên paqijiyê belav kirin. Di dawiyê de jî ji wan re xwarin pêşkêş kir.

Ev gavên Rêveberiya Sivîl a Minbicê li ser asta bajêr û gundewar tevî bajarên Sûriyê yên yekemîn in. Rêveberiyê yekemîn û tekane peykera karkerê paqijiyê li tevahiya bajarên Sûriyê danî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din