Karkerên paqijiyê yên Serêkaniyê 1`ê Gulanê pîroz kir

Karkerên Şaredariya Gel a Serêkaniyê, 1`ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê pîroz kir, her wiha bang li Sendîkaya Kedkaran kir ku bi hatina Cejna Karkeran re çend daxwazên wan wekî zêdekirina fonên taybet bi karkeran û peydakirina karta tenduristiya pêk bînin. 

Îro 1’ê meha Gulanê ye anku Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê ye. Bi vê boneyê nûçegihê ajansa me ANHA`yê nêrînên hinek karkerên di beşa paqijiyê  yên li Şaredariya Gel a Serêkaniyê  de dixebitin, girtin. Di vê derbarê de karkeran banga zêdekirina fonan û bicihkirina kartên tenduristiyê kir. Li ser vî esasî şaxa Sendîkaya Kedkaran a bajêr soza pêkanîna daxwazên wan di rojên pêş de da.

Têkildarî mijarê yek ji karkerên di beşa paqijiyê ya girêdayî Şaredariya Gel de Ehmed El-Hiseyno, cejna karkerên pîroz kir, her wiha got 1’ê Gulanê wek roja têkoşîn û berxwedana hemû karkerên cîhanê dibînin.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed El-Hiseyno banga peydakirina kartên tenduristiyê û zêdekirina fonên taybet bi karkeran kir.

Xebatkarê beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel Ehmed Mihemed Salim jî axivî û 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û wiha pê de çû: "Em wek karkerên di beşa paqijiyê de dixebitin, bi vê rojê serbilind in û dema ku bajarê me paqij  û bedew be, em ê hêza xwe ji vê rojê wergirin."

Ehmed Mihemed di dewama axaftina xwe de banga zêdekirina fonên karkeran, cilekî taybet bi karkerên paqijiyê û mîsogeriya karta tenduristiyê kir da ku malbatên xwe yên nexweş derman bikin. Ehmed Mihemed Salim di dawiya axaftina xwe de hêvî ji şêniyên kir ku li bajarê xwe xwedî derkevin û alîkariya karkeran bikin.

Di heman çarçoveyê de hevseroka Sendîkaya Kedkaran a bajarê Serêkaniyê Gulistan Elî roja 1`ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê û bi taybet karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir, her wiha destnîşan kir ku ne ji têkoşîn û keda karkeran bûya, dê bajêr negihaşta vê qonaxa pêşketî.

Di dewama axaftina xwe de Gulistan bal kişand ser ku ev roj ji bo kedkaran rojeke pîroz e, di vê derbarê de Gulistan cejna karkeran pîroz kir û wiha pê de çû: "Ji ber ku karker pêşengên civakê ne û roleke sereke dilîzin, heger ne ji karkeran bûya dê bajarên me bi vê şaristaniya bedew nebûya."

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Sendîkaya Kedkaran Gulistan Elî wiha diya kir: "Em wek kedkarên li bajêr der barê mîsogeriya kartên tenduristiyê yên karkeran de dixebitin da ku daxwazên wan bi cih bînin, her wiha banga karkeran bo serdana Navenda Sendîkaya Karkeran dikin da ku daxwazên wan pêk bînin û dê di rojên pêş de werin çareserkirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din