Karkerên Tebqayê yekitiya xwe ava kirin

Karkerên Tebqayê îro bi kongreyekê  yekitiya xwe ava kirin û meclisa xwe ji 5 endaman hilbijartin.

Bi armanca birêxistinkirina zêdetirî 5 hezar û 500 karkerên herêma Tebqayê, îro li Navenda Çandê ya Tebqayê kongreya damezrandinê ya yekitiya karkeran bi diruşma "Bi zendên wê, em welatê xwe ava dikin" li dar ket. Kongrê bi beşdariya girseyek ji karkerên herêma Tebqayê û nûnerên saziyên sivîl li dar ket.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî axivî û rola karkeran a avakirina civakan û pêşxistina warê aboriyê destnîşan kir ku got, şoreşên gelan ên li hemberî kampîtalîzmê û burjuwaziyê bi karkeran destpê kir.

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm kesên kongrê li dar xistiye pîroz kir û tekez kir ku rola karkeran di avakirina welatan de, ne kêmî rola hêzên leşkerî yên ku welat diparêzin.

Her wiha jî endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra Hemade îşaret pê kir ku rola karkeran di pêşxistina aboriya welatan de destnîşan kir û spasiya karkerên li ser xebatên jinûve avakirina bajarê Reqayê sekinîn kirin.

Piştî axaftinan gelek nameyên pîrozbahiya kongrê yên ji aliyê saziyên Teqayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin şandin, hatin xwendin.

Endama dîwanê Merwa Ehmed rapora komîteya amadekar xwend. Di raporê de hat aşkerekirin civîn bi armanca avakirina yekitiyê hatin lidarxistin, gelek yekitiyên karkeran û sandîqe hatin damezrandin. Piştre jî reşnivîsa rêziknameyê ya Yekitiya Karkeran hate xwendin.

Rêziknameya Yekitiya Karkeran ji 8 madeyan pêk tê. Pênaseya yekitiyê, kongre, meclis û karkeran. Rêgez, armanc û erkên yekitiyê, maf û erkên endamtiyê, xebata avakirina sendîqeyan û desteyên yekitiyê.

Li gorî rêziknameyê Yekitiya Karkrean; yekitiyeke civakî, serbixwe, demokratîk e, li gor rêxistinên civaka sivîl xwe bi xwe rêxistin dike. Ji gelek sendîqayên karkeran pêk tê û ew jî li gor pêdiviyan û belavkirina erdnîgariyê ye. Yekitî parastina mafên karkeran dike û erkên wan dişopîne. Yekitî têkiliya di navbera karker û xwediyê kar de, her wiha jî heqdest û saetên xebatê diyar dike.

Ji rêzgez û armancên girîng ên yekitiyê; kar ji welatiyan re peyda bike û rewşa jiyanî ya karkeran baş bike. Yekitî li gorî peymanên navdewletî, qanûna navdewletî û rêgezên mafên mirovan tevdigere.

Li aliyekî dîtir jî yekitî wekheviyê di navbera mêr û jinan de dimeşîne. Tu cudahiyê naxe navbera ol, bawerî, cins an jî etînk û fikrên karkeran.

Piştî nîqaşên li ser madeyên rêziknameyê û dengdayîna li ser bi awayekî fermî biryar der barê de hat girtin. Ji wê jî zêdetir diruşma yekitiyê hate diyarkirin.

Di dawiyê de û 5 endam (3 mêr û 2 jin) ji bo Meclisa Yekitiya Karkeran jî hatin hilbijartin. Piştre dê navenda yekitiyê li bajêr di demeke din de bê diyarkirin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din