Karname li xwendekarên herêma Cizîrê hatin belavkirin

Dibistanên herêma Cizîrê dest bi belavkirina karnameyên werza yekemîn li xwendekaran kir û xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Piştî bidawîbûna werza yekemîn a sala xwendinê ya 2019/2020’an û destpêkirina werza duyemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibistanên Herêma Cizîrê karnameyên werza yekemîn li xwendekaran belav kirin û xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Li Herêma Cizîrê 2 hezar û 225 dibistan ji seretayî, navîn û amadehî hene û ji aliyê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ve tên birêvebirin û wiha ne; hezar û 652 dibistanên seretayî, 405 navîn, 86 amadehî û 82 yên keç û xortan. Her wiha hejmara xwendekarên li herêma Cizîrê ji bilî merheleya pêşdibistan û refa yekemîn, 230 hezar û 489 xwendekar e. 200 hezar û 901 seretayî, 24 hezar û 820 navîn û 4 hezar û 768 amadehî ne.

Ronahî Xelîl xwendekara refa duyemîn a dibistaneke ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê ye û ji yek xwendekarên serkeftî ya werza yekemîn e û diyar kir ku bi wergirtina bawernameya serkeftinê pir kêfxweş e û ji tevahî hevalên xwe re serkeftinê dixwaze.

Dewama rêvebertiyê ya sala xwendina 2019/2020’an di 2’yê Îlona 2019’an de dest pê kir û di 15 heman mehê de jî dewama xwendekaran dest pê kir. Her wiha werza yekemîn di 30’ê Çileya 2020’an de bi dawî bû.

Tevahî dibistanên herêma Cizîrê deriyê xwe bi sedema êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9’ê Cotmeha sala borî, girtin. Lê piştre Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê dibistan ji nû ve vekir, wane zêde dan da ku xwendekar li gorî dema diyarkirî pê re bigihînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din