Karwanê Koalîsyonê gihaşt Sirînê

Beriya kêliyekê karwanek hêzên Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê, ji navçeya Eyn Îsayê ve ber bi başûrê kantona Kobanê anku navçeya Sirînê ve çû.

Koalîsyonê xwe ji baregehên xwe piştî çend rojan ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişand, lê belê îro ajansa me ANHA`yê karwanê koalîsyonê şopand û ragihand ku karwan ji Til Temir derket û berê xwe da navçeya Eyn Îsa û ji wir jî ber bi navçeya Sirînê ve çû. Karwan ji erebe, panzer û çepilxaneyan pêk tê.

Her wiha di heman demê de li ser rêya M4 a navdewletî û derdora navçeya Eyn Îsayê, dewriya rûsî û hêzên rejîma Sûriyê derketin dewriyê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din