Karwanekî leşkerî yê Tirkiyê ber bi Xan Şêxûnê ve diçe

Karwanekî leşkerî yê Tirkiyê îro derbasî hundirê xaka Sûriyê bû û berê xwe da bajarê Xan Şêxûn ku şerekî giran lê rû dide. Rejîma Sûriyê diyar kir ku karwanê leşkerî yê Tirkiyê ji bo xelaskirina terorîstên Cebhet El-Nusra hatiye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê derbasbûna karwanê leşkerî yê Tirkiyê di rêya deriyê Bab El-Hewa yê sînorê Sûriye-Tirkiyê re bi Lîwa Îskenderûn ve, ber bi herêmên bi navê "herêmên kêmkirina şer" belge kir.

Li gorî navendê, karwan ji 25 ebebe û basên ku lojîstîk û amûrên leşkerî û leşker hildabûn, her wiha 7 tank û 6 wesayîtên zirxî pêk tê ku berê xwe da başûrê Idlibê û li bajarê Mera El-Niman rawestiya.

Navendê tekez kir ku balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê derdora karwanê Tirkiyê yê ku ser rêya giştî ya Şam û Helebê rawestiyaye ya nêzî bajarê Mera El-Niman başûrê Idlibê bombebaran kir, di encamê de çeteyekî Tirkiyê ku bi karwan re bû, hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Der barê derbasbûna karwanê leşkerî yê dagirkeriya Tirkiyê de, çavkaniyekî fermî di Wezareta Karên Derve ya Sûriyê de ji ajansa Sana ya rejîma Sûriyê re wiha got: "Îro sibehê alavên Tirkiyê yên biçek û cebilxane sînorê Tirkiye û Sûriyê derbas kirin û derbasî bajarê Sirqab bûn da ku biçin Xan Şêxûnê ku terorîstên Cebhet El-Nusra rizgar bikin. Bi vê yekê careke din alîkariya rejîma Tirkiyê ji komên çete re teqez dibe."

Wezaretê destwerdana Tirkiyê bi tundî şermezar kir û rejîma Tirkiyê bi binpêkirina serdestî û yekbûna xaka Sûriyê tawanbar kir.

Çavkanî di dawiyê de wiha got: "Sûriyê tekez dike ku ev rêbaza rejîma Tirkiyê bi tu awayî bandorê li israra artêşê di şerê bi terorîstan li Xan Şêxûnê de nake, heta ku hemû xaka Sûriyê ji hebûna terorîstan paqij bibe."

Tirkiyê bi rêya 12 nuqteyên çavdêriyê ku piraniya wan li herêmên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) in, gelek dever dagir kirine.

(jo)


Mijarên Din