Karwanekî leşkerî yê Tirkiye derbasî Hemayê bû

Bi rasthatina serweriya hêzên rejîmê ya bejahiyên gundên Idlibê û li rex dewamkirina şerê dijwar tevî topbaranên hewayî, karwanekî nû yê artêşa dagirkeriya Tirk kete bejahiyên rojavayê Hemayê.

Malperên nêzî çeteyên dagirkeriya Tirk ragihand ku karwanekî leşkerên Tirk di Sehil El-Xab re gihaşt nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li gundê Şêr Mexar ê bejahiya rojavayê Hemayê. Karwan ji 6 erebeyên leşkerî û 10 erebeyên dîtir pêk tê.

Dagirkeriya Tirk di rojên borî de jî bi hin karwanên leşkerî li nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê piştevanî kir, bi taybet nuqteya Şêr Mexar a li çiyayê Şehşebo yê ku pirî caran rastî topbaranan hatiye. Hêzên rejîmê gihaşt sînorê rojavayî wê piştî serweriya li ser bajarokê Hiwêz kiriye.

Li Idlibê rejîm bi pêş ve diçe

Bi têketina karwanê dagirkeriya Tirk re, hêzên rejîmê karî bikevin bajarokên Himêrat, Herdane, Qarotiyê û Qîrata yên li bakurê rojavayê gundê Qesabiyê yê ku hêzên rejîmê îro serweriya wî kiriye, yên li bejahiyên başûrê Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan tekez kir ku li bejahiyên Idlibê şerê dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de ku di nava topbaranên dijwar ên balafirên şer ên rejîmê li ser deverên nuqteyên çeteyan de rû dide.

(fr)


Mijarên Din