Karwanên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûn

Nêzî 90 alavên leşkerî yên dewleta Tirk bi rêya deriyê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê li ser du beşan derbasî xaka Sûriyê bûn. Her wiha li navenda bajarokê El-Bara yê Cebel El-Zawiye di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikûmetê de şer derket.

Îro di saetên sibê de 90 erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker derbasî “herêmên bêçek” bûn. Bi vê yekê ji destpêka agirbesta nû (5 Adar) ve hejmara erebeyên leşkerî bû hezar û 290, her wiha bi hezeran leşker jî derbasî Sûriyê bûn.

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li eniyên navenda bajarokê El-Bara yê Cebel El-Zawiye di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên ku destekê ji Tirkiyê digirin de, şer derket û SOHR’ê piştrast kir ku di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

SOHR’ê duh gelek binpêkirin belge kirin,  her wiha 4 endamên hêzên hikûmetê û çeteyên girêdayî Tirkiyê di encama şerê di navbera her du aliyan de li eniya El-Fitêra û eniyên gundewarên başûrê Idlibê hatin kuştin.

(bx)


Mijarên Din