Kazimî: Em rê nadin ku pereyên giştî di deriyên sînor werin dizîn

Serokwezîr Mistefa Kazimî îro ji deriyê Mendelî de piştrast kir ku ew nahêlin pereyên giştî di deriyên sînor re bên dizîn û dê şerê gendeliyê bike, ji ber xwesteka gel e.

Li gorî Someriyê, Kazimî piştî vekirina deriyê Medelî ya sînor wiha got: "Merheleya jinûve pergal û qanûn dest pê kir û nahêlin pereyên giştî di deriyan re bên dizîn."

Kazimî wiha domand: "Êdî kumrik di bin parastina hêzên leşkerî de ye, her wiha serdana me ji derî re nameya eşkere ji her gendelekî re ye ku cihê we li van deriyên sînor tune ye. Divê tevahî daîre xebata şerê gendeliyê bikin, ji ber xwesteka gel e."

(fr)


Mijarên Din