KCD: Komkirina malbatan li ber HDP’ê provokasyona AKP-MHP’ê ye

KCD’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser komkirina malbatan li ber avahiya HDP’ê ya Amedê û daxuyand ku ev yek provokasyona AKP-MHP’ê ye û bang li malbatan kir ku bi hestyarî tev bigerin. Her wiha KCD’ê biryara der barê seroka bajêr a CHP’ê ya Stenbolê de jî şermezar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkirina malbatan li ber avahiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Amedê. KCD’ê daxuyand ku ev yek provokasyona tifaqa AKP-MHP’ê ye û bang li malbatan kir ku bi hestyarî tev bigerin.

Her wiha KCD’ê biryara dadgehê ya derbarê seroka bajêr a CHP’ê ya Stenbolê de jî şermezar kir û xwest hêzên demokrasiyê di vê pêvajoyê de piştevaniya hev bikin.

Di daxuyaniya KCD’ê de wiha hate gotin:

 “Piştî hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya di 31’ê Adarê de pêk hat, gelê me li hemberî darbeya-qeyûm ku bi awayekî bêhiqûqî li dijî vîna gel a hilbijartî pêk hat nerazîbûnek tund nişan da û diyar kir ku ew dê nehêle kes dest vîna gel bide û vê yekî bi biryardarî danî holê.

Encamên hilbijartina 31’ê Adarê û hilbijartina 23 Hezîranê ku li Stenbolê hat nûkirin darbeyek mezin li tifaqa AKP-MHP xist û serkeftinek mezin hat bidesxistin.

Ji bo bidestxistina vê serkeftinê, rola gelê Kurd a diyarker û girîng derket holê.

Di serî de li hemberî deskeftina mezin ya gelê Kurd,  hêzên demokrasîparêz û mûxalîf, faşîzma AKP-MHP ket nava qurfê û ji bo temenê xwe yê bidawî bû ye dirêj bike, ji bo hedefê û rojevê biguherîne ket nava lîstikên qirêj û provakasyonan.

Dide nişandan ku, piştî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, hewlên dagirkirina Rojava û herî dawî jî bi organizasyona MÎT û Hêzên Ewlekariyê, di ser komkirina hindek malbatan a li ber avahiya HDP’ê ya Amedê, li hemberî HDP’ê û hêzên mûxalîf ên demokratik, gav bi gav plan û provakasyona mezin a bi pergal dikeve meriyetê.   

Ji ber Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu fikrên xwe yên demokratik aşkere kir, bi hesabê tolhildanê cezayê 10 salan dan wê û dîsa gotegot û hewla ku dê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê kirin jî perçeyek vê provakasyona bi pergale.

Bi vê wesîleyê em biryara der barê birêz Canan Kaftancioglu de hatiye dayîn, protesto dikin û diyar dikin ku em ê di şexsê Kaftancioglu de cihê xwe li gel hêzên demokratik bigirin û di nava piştevaniya mezin de bin.

Ligel ev geşedanên ku di nav hev û girêdayî hev in de; bi komkirina malbatên li ber avahiya HDP’ê û nîşandayîna HDP’ê ku wekî ew muxatap e bi temamî provakasyona tifaqa AKP-MHP ya bi zanistî û hatiye plankirî ye.

Ji ber vê yekî em bang li malbatên ku li ber avahiya HDP’ê kombûne dikin û em dixwazin bi awayekî hestiyarî tevbigerin ku muxatabê esil AKP’ye û em banga çareserkirina pirsgirêkê dikin.

Divê malbatên ku li ber avahiya HDP’ê rûniştine bizanibin ku ev hewldan bi rêya çapemeniya alîgirê faşîzma AKP-MHP’ê, operasyona avakirina feraseta qirêj a li hemberî HDP’ê ye, amadekirina bingeha girtina HDP’ê û cezakirina gelê Kurd e û divê tevahî malbat nebin amûrê vê lîstikê.

Divê em bizanibin ku HDP, ji bo pirsgirêkên ku ev malbat tînin ziman bên çareserkirin, êşên li vî welatî tên jiyin, hêstirên tên barîn, xwîna mirovên tê rijandin û ev şerê qirêj bidawî bibe û ji bo bi awayekî azad û demokratik li vî welatî bê jiyankirin têkoşînê dide.

Ji ber vê sedema ku, hin dijminên Kurdan dixwazin êş, hest û pirsgirêkên van malbatan îstîsmar bikin hene û em dixwazin ev yek bê zanîn ku dîsa tê xwestin ku ev pirsgirêk ji bo amadekirina provakasyonên hîn mezin çêbibin tê bikaranîn. Ji ber van sedeman em bang li malbatan dikin ku dev ji vê helwesta xwe berdin.

Dîsa em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî vê rewşê bi awayekî hestiyar tev bigerin û provakasyonên ku AKP-MHP dixwaze bi pêşxe vala derxîne.

Dîroka me ya têkoşînê bi dehan caran nîşan da ye ku dê têkoşîna me nekarîbe bê tepisandin, provakasyona faşîzma AKP-MHP’ê ku berê jî hatiye ceribandin bi sernekeve û vîna gele me dê neyê xespkirin.

Em bang li hemû gelên Tirkiye’yê, hêzên demokratîk û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî provakasyonên ku li dijî partiya HDP’ê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiye’yê rola herî çalak û mifteyê dilîze tê pêşxistin bi hestiyarî tev bigerin û di nava piştevaniyê de bin.”


Mijarên Din