KCK'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, cejna Çarşema Sor a civaka êzidî pîroz kir û got "Civaka me ya êzidî li ber xwe da, şehîd dan û di sedsala 21'an de xwe ji nû ve afirand. Bi vî rengî ruhê cejna Çarşema Sor li ser koka xwe ji nû ve şîn kir."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyameke nivîskî weşand.

KCK'ê cejn li civaka êzidî pîroz kir û bal kişand ser êşên ku civaka êzidî heta niha kişandine, têkoşîna ku daye û destkeftiyên bi dest xistine. KCK'ê got "Li dijî êrîşên qirkirina Kurdan ku dewleta Tirk a faşîst serkêşiya wê dike, yek ji bersivên herî watedar ew e ku civaka me ya êzidî sîstema xweseriya demokratîk ava bike û pêşeroja xwe bi nasnameya xwe mîsoger bike.”

Peyama KCK'ê wiha ye:

"Civaka me ya êzidî cejneke din a Çarşema Sor bi rengekî hîn ewle û qewînkirina sîstema xwe ya xweser pîroz dike. Civaka me ya êzidî xwe li ser koka xwe ji nû ve afirand, bi nirxên xwe yên çandî yên qedîm, bi gavên ji xwe bawer ber bi pêşeroja azad ve dimeşe. Em cejna Çarşema Sor li civaka xwe ya êzidî pîroz dikin.

Piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, civaka me ya êzidî her roj bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz kir. Gel û tevgera me, bi berxwedana grevên birçîbûnê ku hevalên Leyla û Nasir pêşengiyê jê re dikin, dest bi sala 2019'an kir. Çarşema Sor a îsal, bi ruhê vê berxwedana gelê Kurdistanê û dostan, bi berxwedaneke mezin tê pîrozkirin. Civaka me ya êzidî ku gelek zor û zehmetî dît, 73 ferman lê rabûn beşek ji vê berxwedanê ye û ev berxwedan cejna Çarşema Sor ji her demê bêhtir bi wate dike.

Cejna Çarşema Sor a îsal bi serkeftina QSD'ê tê pîrozkirin, ku QSD'ê kiryarên komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî ve ji holê rakirin. Lewma pîrozbahiya îsal hîn bi wate ye. Serçeteyê bi navê Erdogan ku piştevanê DAIŞ'ê ye, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de têk çû. Têkçûna Erdogan kêfa cejna Çarşema Sor a îsal bi du qatî zêde kir. Em van her du serkeftinên girîng beriya her kesî diyarî civaka xwe ya êzidî dikin. Ev her du serketin garantiya wê yekê ne ku berxwedana şervanên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd wê dewleta TC a qirker mêtinger teqez têk bibe. Her du serketinan herî zêde paşeroja civaka me ya êzidî misoger kirine. Em, xweparastin û rêveberiya xweser a ku civaka me ya êzidî li Şengalê ava kiriye weke beşek ji van pêngavên serketinê dibînin. Cejna Çarşema Sor a sala 2019'an ji cejnên derbasbûyî cudatir, di nava van destketî û biryardariyê de tê pîrozkirin. Em pê pişrast in ku civaka me ya êzidî jî wê bi van hestan cejna xwe ya îsal pîroz bike.

Li dijî êrîşên qirkirina Kurdan ku dewleta Tirk a faşîst serkêşiya wê dike, yek ji bersivên herî watedar ew e ku civaka me ya êzidî sîstema xweseriya demokratîk ava bike û paşeroja xwe bi nasnameya xwe misoger bike. Erdogan û çeteya wî DAÎŞ xwestin, êzidiyan bikujin, ji cih û warê wan derxînin û bi vî rengî Êzîdiyatiyê tine bikin. Ruhê Kurd ê azad û baweriya bi neteweya demokratîk, DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve têk bir. Erdogan jî tevî ku hewl dide ji nakokiyên navbera DYE û Rûsyayê sûdê werbigire û emrê xwe dirêj bike, bi derba ku di hilbijartinên dawî de xwar kete nava pêvajoyekê ku wê bi temamî ji holê rabe. Ji bo vê jî divê em bi ruhê fedayî yê pêngava berxwedanê ya 'Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Ev her du çeteyên ku êzidî kuştin û bi êrîş û gefan dixwazin encamê bigirin tine dibin. êzidî jî bi hêzên xwe yên parastinê, bi rêxistinên xwe yên jin û ciwanan û bi gelek saziyên xwe li ser piyan e. Yên ku rê li ber vê vejînê vekirin beriya her kesî şehîdên me ne. Bi wesîleya vê cejnê em şehîdên xwe yên mezin ên ku civaka me ya êzidî ji tinebûnê rizgar kirin careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em dibêjin, divê civaka me ya êzidî hay ji metirsiyên cihêreng hebe, li dijî vê yekê hewldanên xwe yên siyasî û parastinê zêde bike û li dijî xayinên noker li ser xeta welatparêziyê tevbigere û yekîtiya xwe pêk bîne. Em careke din bi bîr dixînin ku şehîdê me yê mezin Mam Zekî Şengalî û şehîdên me yên din hemû fermana vê yekê didin me.

Civaka me ya hêja ya êzidî, şengaliyên dilovan;

Bêguman gelekî girîng e ku cejna Çarşema Sor a sala 2019'an bi îradeyeke mezin, di nava rewşeke ku li gorî salên derbasbûyî metirsî kêm in tê pîrozkirin. Ev yek destketiyeke gelekî mezin e. Hat serê me û me dît; a ku civakê diparêze, paşeroja wê ewle dike û nirxan diafirîne, zanebûn, rêxistinbûn û têkoşîn e. Xurtkirina yekîtiya xwe ye. Ev destketî, asta hişmendiya azadiyê ya civaka me ya êzidî nîşan dide. Ne tenê cejna Çarşema Sor divê cejn û çalakî hemû li ser xeta Mam Zekî bên pîrozkirin.

Cejna Îmanê Çarşema Sor cejna afirandinê ye. Civaka me ya êzidî li ber xwe da, şehîd da û di sedsala 21'ê de xwe ji nû ve afirand. Bi vî rengî ruhê cejna Çarşema Sor li ser koka xwe ji nû ve şîn kir. Her vejîn bi saya berxwedana bi berdêlan e. Keleha berxwedanê ya civaka me ya êzidî Şengal e. Şengal ji nû ve bûye cih û warê 'Heqwar'. Gelê me bi giştî, civaka me ya êzidî jî bi taybetî, di serdemeke welê de ne ku li gorî ruh û baweriya cejna Çarşema Sor e. Li Şengalê sîstemek ava dibe ku ji bo êzidiyan hemûyan bûye hêvî, îrade û paşerojeke azad misoger dike. Xaka êzidiyan careke din bûye Heqwar. Vî ruhî, daxwaz, moral, yekîtî û zindîbûna gelê Kurd ji her demê bêhtir mezin kiriye. Civaka êzidî bi kûrahî û wateyeke xurt gihandiye bawerî û nasnameya xwe ya gel. Her ku bi vê hişmendî û hestê xwe digihîne rabirdûya xwe, bi rengekî hîn qewîn xwe digihîne cewhera Êzîdiyatiyê. Çanda berxwedanê ya gelê me, Şengal jî di nav de li xaka Kurdistanê careke din destanan dinivîsîne. Kurdayetî bi Êzîdiyan re li ser bingeha neteweya demokratîk bi rengekî ku qet têk neçe xwe gihandiye nirxên xwe yên qedîm. 'Derwêş' û 'Edûlê' yên hemdem, Kurdistana xweser demokratîk ava dikin û bi ruhê qewîn diparêzin. Pîrozkirina cejna Çarşema Sor a sala 2019'an bi vê wate û hestan, bi serê xwe serketin e. Bi navê tevgerê, em cejna Çarşema Sor careke din li civaka xwe ya êzidî pîroz dikin, şehîdên xwe yê leheng ku hiştin em vê cejnê bi kelecaneke mezin pîroz bikin, di şexsê Mam Zekî Şengalî de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê ji bo serketina doza azadiyê ya gelan ku wan di oxira wê de canê xwe dan, têkoşîna xwe mezin bikin.”


Mijarên Din