KCK'ê di derbarê şahadeta Diyar Xerîb de daxuyanî da

KCK’ê destnîşan kir ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û gerîlayên bi navên Devran û Şahîn 5’ê Tîrmehê li Qendîlê di encama êrîşeke balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bûne. KCK’ê diyar kir ku gele Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye û divê gelê Başûr û tevahiya Kurdistanê helwesteke xurt nîşanî nokerên hêzên dagirker bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîlayên bi navên Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5'ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de ya li Qendîlê endamê me yê Konseya Serokatiya Giştî hevalê Helmet (Diyar Xerîb) tevî hevalên Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re, şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan wê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Ajanên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû yan jî dereng, wê bên cezakirin.

Şehadeta hevrê Helmet bi rengekî tesadûfî pêk nehatiye. Dewleta Tirk tevî noker û ajanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê êrîşeke plankirî pêk aniye. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê zêde bûne, êrîş li şoreşgerê mezin ê gelê Başûrê Kurdistanê li hevrê Helmet hatiye kirin. Bi vê êrîşê xwestin hem derbê li Tevgera Azadiyê bixin hem jî têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê lawaz bikin.

Hevrê Helmet 25 salan li nava refên têkoşîna me ya azadiyê li her qadê bi berpirsyarî tevgeriya. Hevrê Helmet ku perwerdeya Rêber Apo wergirt endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê, endametiya Konseya Rêveber a KCK'ê kir, di damezrandina PÇDK'ê de tevî Ş. Viyan Soran amade bû û Serokatiya Giştî û Hevserokatiya Giştî kir. Bi hişmendiyeke kûr a dîrokê di perwerdeyên me hemûyan de dersên dîroka Kurdistanê pêşkêş kir û kir ku hevrê û milîtanên me û gelê Kurdistanê bi hişmendiya rast a dîrokê xwe xurt bikin.

Hevrêyekî ji Başûrê Kurdistanê bû, lewma hem têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê, hem êşa gel ku malbata wî jî gelekî kişand, hem jî zerara ku nebûna yekîtiya neteweyî dide gelê Kurd baş fêhm kiribû û têgihiştibû. Ji ber vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî gelekî hewl dida, li dijî ferasetên ku xwe ji yekitiyê vedigirtin gelekî bi hêrs bû. Zanîbû ku zerara li têkoşîna Bakurê Kurdistanê bê kirin wê zerarê bide tevahiya gelê Kurdistanê û ev yek xiyanet e, lewma li dijî neyîniyên bi vî rengî bi hêrs bû. Hesasiyeta xwe ya di vê mijarê de, bi belavkirina nêrînên Rêbertî nîşan dida ku ev yek weke misogeriya paşeroja azad a Kurdistanê didît.

Hevrê Helmet piştevanî û bêdengiya hêzên siyasî yên Başûr ji bo êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Xakurkê û Başûrê Kurdistanê wek xefleteke dîrokî dinirxand. Zanîbû ku dema têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a di xeta Rêber Apo de lawaz bibe an jî nebe wê destketiyên Başûrê Kurdistanê hemû bikevin nava metirsiyê, bi vê têgihiştinê ji bo dawî li bêdengiya li Başûrê Kurdistanê bîne dixebitî. Di çarçoveya vî karî de bi Pêşmergeyên Dêrîn ên ku çûn Qendîlê hevdîtin kir. Hewl da ku nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên siyasî derxîne holê. Komplo û êrîşa li dijî hevrê Helmet di demeke wiha de pêk hat û ev yek nîşan dide, êrîş bi rêya ajanên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT û nokerên wan ve hatiye kirin.

Hevrê Helmet wek endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bû hedef. Wek Konseya Serokatiyê kontrol dikir ku sîstema KCK'ê di xeta Rêbertî de bi rê ve diçe yan na; ji bo sererastkirina kêmasiyan pêşniyar dikir û hişyariyên pêwîst dikirin. Hevrê Helmet ji roja ku dest bi vê wezîfeyê kir heta kêliya şehadetê, di çarçoveya girêdana mezin a bi Rêber Apo re bi cidiyeteke mezin tevlî vî karî bû. Bi hêza xwe ya fikrî, bi hewldan û keda xwe karên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê xurt kir. Lewma ev êrîş di heman demê de êrîşek li dijî xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo ye.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê tevahiya gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye. Gelê Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê hevalê Helmet ji nêz ve nas kiribûn. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, biryardar û şoreşger bandoreke mezin li gelê Başûrê Kurdistanê kiribû. Şehadeta wî jî ewqasî giran e.  Gelê Başûrê Kurdistanê wê windakirina şoreşgerekî ew çend mezin demeke dirêj ji bîr neke. Bêguman sekna wî ya li dijî nokerî û xefletê, hestên wî yên ji bo yekîtiya neteweyî wê di Raperînên gelê Başûrê Kurdistanê de her hebin.

Daxwaza herî mezin a hevrê Helmet ew bû ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji aliyê gel ve li her deverê bê geşkirin. Dixwest ku dema li parçeyekî Kurdistanê êrîşek bê kirin parçeyên din ên Kurdistanê rabe ser piyan. Dixwest ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanê bi ruhê Raperîn li dij bisekine. Ji ber ku eger li dijî vê hewldana dagirkeriyê berxwedan neyê nîşandan di serî de destketiyên li Başûrê Kurdistanê wê têkoşîna azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê bikeve rewşeke metirsîdar. Ji ber vê yekê divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyan li dijî êrîşên dewleta Tirk rabe ser piyan û welatparêziya Kurd a bi berdêlên mezin hatiye afirandin nîşanî tevahiya dinyayê bide. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwestê nîşan bide û di asta herî bilind de xwedî li sembola ruhê Raperînê û yekîtiya neteweyî ewladê xwe yê hêja hevrê Helmet derkeve û bersiva pêwîst bide yên di nava xefletê de ne û mêtingerên qirker û dagirker."


Mijarên Din