KCK: Divê 3'yê Tebaxê wek jenosîda li ser jinan bê qebûlkirin

KCK'ê bi boneya salvegera Fermana 74'an a li dijî Kurdên êzidî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn dema ku bi xweşbînî nêzîkatî li bawerî û etnîkên cuda neyên kirin, dê komkujî pêk bên û diyar kir ku divê Fermana 74’an ji aliyê civaka navneteweyî ve wek jenosîda li dijî jinan bê qebûlkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi minasebeta salvegara Fermana 74’an a li dijî êzidiyên Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê êrîşa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an a li dijî êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî ve wek qirkirinê bê qebûlkirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Em dikevin sala 6'an a Fermana 74'an ku çeteyên DAIŞ'ê yên li derveyî mirovahiyê li dijî civaka me ya Êzidî kirin. Yên ku di êrîşa qirkirinê de hatin qetilkirin û êş kişandin bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku hesreta wan ê li Êzîdxana azad û xweser her bijî.

Çeteyên DAIŞ'ê yên rûreş beriya 5 salan êrîşî Şengalê kirin û xwestin Êzidiyan qir bikin. Hêzên leşkerî yên li herêmê jî bûn li dijî DAIŞ'ê li ber xwe neda, di encamê de jî bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, piraniya wan jin û zarok bi hezaran Êzidî hatin revandin; jin li bazaran mîna koleyan hatin firotin. Li dijî vê êrîşa qirkirinê 12 gerîlayên HPG'ê yên li herêmeke nêz bûn dest li rewşê werdan û bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê di demeke kurt de xwe ji Rojava gihandin herêmê û destek dan vê berxwedana koma biçûk a gerîla û nehiştin ku Şengal bi temamî bikeve destê DAIŞ'ê. Gerîla yek ji lehengiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê nîşan dan û di serî de hêzên leşkerî û siyasî yên li herêmê mirovahî hemû ji şerma qirkirinê rizgar kirin.

Fermana 74'an a 3'yê Tebaxa 2014'an nîşan da ku divê êzidî yên baweriyeke herî kevn a dîrokê ye xwedî statuyeke xweser be. Civaka êzidî di serî de li Şengalê li her devera ku lê ye divê di çarçoveya jiyaneke azad û xweser de karibe xwe bi rê ve bibe û biparêze. Di serî de Iraq berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hemûyan e ku bikin ku xwedî xweseriyeke bi vî rengî bin. Êzidî ji bo hêzên siyasî, gelan û rêxistinên mafên mirovan mîrateyeke. Ev mîrate jî divê bi rengekî azad û xweser bê parastin. Şerma mirovahiyê ye ku heta niha êzidî nebûne xwedî jiyaneke azad û xweser. Berpirsyariya hemû mirovahiyê ye ku piştî êrîşa qirkirinê ya 3'ê Tebaxa 2014'an Êzîdxan bibe xweser û azad. Divê dewleta Iraqê beriya ku dereng bikeve statuya xweser û azad a Êzîdxanê bi destûra bingehîn ewle bike. Di serî de PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, PKK, PYD hemû partî û rêxistinên Kurd xwedî wê berpirsyariyê ne, ku ji bo azadî û xweseriya Êzîdxanê bi berpirsyarî tevbigerin.

Fermana 74'an nîşan da ku li Rojhilata Navîn dema ku bi xweşbînî nêzîkatî li bawerî û etnîkên cuda neyê kirin wê qirkirin rû bide. Ji ber vê yekê feraseta 'Neteweya demokratîk' ku bi rengekî wekhev û azad nêzî hemû bawerî û etnîk û çandan dibe, dermanê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Naxwe wê Rojhilata Navîn nikaribe ji şerma qirkirinê rizgar bibe. Xweseriya Şengalê di serî de ji bo Iraqê wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe modela mînak a netewebûna demokratîk.

Divê êrîşa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an a li dijî êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî weke qirkirinê bê qebûlkirin. Ji ber êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinên êzidî jî divê 3'yê Tebaxê wek Roja Femînîsîdê bê qebûlkirin, jin bantên reş bi xwe ve bikin û tevahiya mirovahî piştgiriyê bide vê yekê. Bi mehkûmkirina êrîşên dijî jinên Êzidî divê zîhniyeta serdestiya mêr li cografyaya ku derkete holê ji holê bê rakirin. Li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê ku rûreşiya gelên Rojhilata Navîn e, bi sekna azadîparêziya jinê divê Rojhilata Navîn veguhere cografyayeke ku ruhê azadiya jinê lê serdest e û li dîrokê tê.

Rêber Apo bi dehan sal in ji bo Êzidî bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk û karibin bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn têdikoşe. Hem sala 2007'an hem jî beriya êrîşa 2014'an xwest Êzidî bên parastin. Ji ber vê yekê beriya êrîşa 2014'an gerîla li devereke nêzî Şengalê bi cih bû û dema ku DAIŞ'ê êrîş kir wan jî dest li rewşê werdan. Lewma hem Tevgera Azadiyê hem jî mirovahî bi temamî gelek tiştan deyndarê Rêber Apo ne. Eger Rêber Apo beriya êrîşê nexwestibûya ku Êzidî bên parastin û hişyar nekiribûya, wê ev qirkirin nehatibûya astengkirin. Divê mirovahî bi vê rastiyê zanibe û bibîne ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo mirovahiyê aştî, demokrasî û azadî ye.

Di sala 6'an a fermana 74'an de ji bo pêkanîna hesreta jinên Êzidî û yên di fermanê de jiyana xwe ji dest dan û êş kişandin, em soza xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk di bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk de dubare dikin."


Mijarên Din