KCK: Ji bo lewazkirina berxwedanê parêzer şandin Îmraliyê

KCK: Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine. Tenê ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya hundir û derve ya berxwedêran pêkanî û lewazkirina berxwedanê, parêzer hatine şandina Îmraliyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser hevdîtina parêzeran a 2’yê Gulanê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çawa ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê rabûne gelê cîhanê û hêzên demokrasiyê jî li dijî rabûne. Têkoşîna li dijî tecrîdê sînorên Kurdistan û Tirkiyeyê derbaskirine, astekî ya navneteweyî bi dest xistiye. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi taybet di kesayeta dayikên xavik spî de bûye para hemû mirovahiyê.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye: “Ji 27’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêk neanîbû. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîd hatibû kûrkirin, malbat jî di nav de rê nehate dayîn ku hevdîtin pêk werin. Ne tenê hevdîtin bi Rêber Apo, hevdîtina malbatan a bi 3 girtiyên din ên PKK’yî re jî nedihate kirin. Bi tecrîda 5’ê Nîsana 2015’an re polîtîkay şerê taybet a li dijî gelê Kurd hate kûrtkirin. Tecrîda li ser Rêber Apo li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wek zext û zilmê dom kir. Carekî din derket holê ku bi tecîrda li Îmraliyê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê weke zext û tecrîdê derket pêş.

Dixwazin gelê Kurd bi tecrîda li ser Rêber Apo re bibin dijîn

Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ev rastî dît, Nasir Yagiz ê li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kar dikir, dîsa hevrêyên me yên li zindnana, hevrêyên me yên li Ewropayê bi armanca şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê dest bi greva bêdawî û bêdorveger kirin.Greva birçîbûnê ya bi mehan dom kir 30’ê Nîsanê bi ketina Rojiya Mirinê ya 15 girtiyan qonaxek nû destpê kir. Niha bi hezaran girtî li zindanan, bi sedan welatparêz, demokrat û şoreşger li derve li ber sînorên mirinê ne. Ev berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo gelê Kurd û hêzên demokrat destekê didin hev. Dixwazin êdî gelê Kurd bi tecrîda li ser Rêber Apo re bidin jiyîn. Desthilata AKP-MHP’ê  bi pêkanîna zextên giran, her çendî diwaze tevgerên civaka asteng jî bikin, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibiryarin di şikandina tecrîdê de.

Hilbijartina 31’ê Adarê carekî din diyar kir ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên şer, zilim û zextê ya desthilata AKP-MHP’ê ne. Heman demê ev tê wateya li diîj tecrîda ji 5’ê Nîsana 2015’an û polîtîkaya şer a îtîfaqa AKP-MHP’ê ye jî. Ji ber ku îtifaqa AKP-MHP’ê ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li ser tecrîda li Îmraliyê giran kirî û  polîtîkaya şer a li dijîbûna têkoşîna azadiya gelê Kurd şekil girtiye.

Çawa ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê rabûne, gelê cîhanê û hêzên demokrasiyê jî li dijî rabûne. Têkoşîna li dijî tecrîdê sînorên Kurdistan û Tirkiyeyê derbaskirine, astekî ya navneteweyî bi dest xistiye. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi taybet di kesayeta dayikên xavik spî de bûye para hemû mirovahiyê. Dayikên Kurd ên bûne wijdan û vîna gelê Kurd li dijî her cûre zext, zilim û şidetê bi biryardarî li ber xwe didin, AKP ji binî ve hejandiye, derbeyek xurt li  rewabûna wan a lewaz bûye daye. Berxwedana  mezin a zindanan, hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê, berxwedana di kesayeta dayikan a li dijî tecrîdê desthilata AKP-MHP’ê de da nîşandan ku nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin.

Dixwazin bi hevdîtinek nû zextan kêm bikin

Di encama berxwedana di kesayetiya dayikên Kurd a berxwedana li dijî tecrîdê de piştî 8 salan û şûnde rê hate dayîn ku parêzer hevdîtinê pêk bînin.  Dîsa astengkirina negirtina nîşeyan a di hevdîtinê de, rênedayîna girtiyên din bên dîtin, her wiha nebidawîkirina tecrîdê ya daxwazên çalakvanên di grevê de, daxwaza mercên azad ên jiyanî ya Rêber Apo, dide nîşandan ku ev hevdîtin yek carî ye, ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya li ser desthilatê ye.

Rêber Apo weke her hevdîtinê di vê hevdîtinê de jî rewşa siyasî daye pêş.  Di pêvajoyekê de ku pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn giran dibin, bi nêzîkbûna berpirsyariyên dîrokî raberkirin, çareserî û rê û rêbaz carekî din ji raya giştî re vegotiye. Bê şik û guman rakirina tecrîdê ji bo grevên birçîbûnê bi mirinê encam nebin, raman û hestên xwe yên vê derbarê jî ragihandiye.

Rêbertî di peyama xwe de aniye ziman divê ji her cûre çanda cihêkarî û şerxwaziyê dûr bê sekinîn  û pêwîstî bi lihevkirineke civakî heye.  Rêbertiya me diyar kiribû ku pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê rêbazên muzakeraya demokratîk esas bê girtin, daxwaza çareseriya aştî û demokrasiyê anîbû ziman. Ev nirxandin li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê vebijêrka demokratîkbûnê derxistiye. Bi van nirxandinan a ku Rêber Apo sekna xwe diyar kir, ya esas Tirkiye ji bo hêzên demokrasiyê û gelan bûna peyameke.

Divê desthilatdarî berpirsyariya xwe bi cih bîne

Rêber Apo û hevrêyên ligel wî berxwdana li dijî tecrîdê di dorhêla parastina rewa de mafar dibînin û rêz digirin. Lewma ev berxwedan, berxwdaneke ku tevahiya civakê têkildar dike ye. Rêber Apo, tecrîdkirina xwe, tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd dibîne. Dema ku Rêber Apo dibêje ‘divê ev çalakî neyên asta ku rê li ber mirinan veke’ bang li desthilatdarî û kesên vê tecrîdê pêk tînin dike û dixwaze ku berpirsyariya xwe bicih bînin. Lewre berxwedêr, ji bo protestokirina tecrîdê ketine greva birçîbûnê; yê ku vê tecrîdê rake û daxwazên berxwedêran pêk bîne, desthilatdarî bi xwe ye.

Ji vegotinên parêzeran tê fêmkirin ku tecrîd ranebûye, daxwazên berxwdêran pêk nehatine. Tenê ji bo ku bandora berxwedêran afirandî bişkînin û berxwedanê qels bikin û zextên raya giştî ya hundir û derve kêm bikin, hiştine ku parêzer biçin Îmraliyê. Beriya niha jî berxwedêran ragihandibû ku çûyîna birayê Rêber Apo ya li Îmraliyê nayê wateya şkandina tecrîdê û niha çûyîna parêzeran jî bi heman awayî nayê wateya şkandin û rakirina tecrîdê, lewre wê berxwdana xwe bi biryardarî bidomînin.  Bi tecrîdkirina rêber Apo re, di serî de berxwedêrên zindanê, berxwedêrên ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilwerşînin’ tevlî vê nirxandina berxwedêran dibin û ji biryardariya wan re rêz digirî. Em bang li gelê kurd, hêzên demokrasiyê, raya giştî ya hundir û derve dikin ku li ser vê biryardariya berxwedêran piştgirî bidin berxwedana wan û ji bo şkandian tecrîdê têkoşînê bilind bikin.

Rêber Apo sekna xwe ya li Îmraliyê bibîr xist

Weke ku parêzerana beriya xwendina metê diyarkirî ku ev banga ku Rêber Apo kirî ne mutabakateke û ne jî metneke ya muzakereyê ye. Bi temamî sekna xwe ya li Îmraliyê bi bîra gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xistiye. Rêber Apo pirsgirêkên hemû hêzên demokrasiyê, Tirkiye û herêmî ji polîtîkayên cihêkirin û şer dûr, bangeke bi temamî bi rêyên muzakereyên demokratîk li ser esasê aştî û çareseriya demokratîk ketina di nava hewldanan de ye. Carekî din rêya rizgariya ji pirsgirêk û kaosê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê nîşan daye.”


Mijarên Din