KCK'ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê banga piştevaniyê kir

KCK'ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedan kes ji ber lehiyê mirine, bi deh hezaran malbat mexdûr bûne û banga piştevaniyê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da.

KCK'ê got: "Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barana zêde bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dan, zerar li mal, bexçe, zevî û kargehên bi deh hezaran malbatî bû. Rehma Xwedê li mirovên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyana xwe ji dest dan be. Bila serê malbat û xizmên wan sax be.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku afetên bi vî rengî yên xwezayî ji bo civakan hinceta piştevaniyê ye û hate gotin: "Nirxê herî girîng ê jiyana civakî ew e ku di rewşeke bi vî rengî de piştevaniya hev bikin."

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Kurd jî ku gelekî li cografyaya civakîbûna destpêkê ya mirovahiyê ne, hiş û hestê piştevaniyê timî parastine. Li dijî afetên bi vî rengî û zextên ji derve bi piştevaniyê hebûna xwe heta vê demê aniye. Di karesata lehiyê de jî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vê piştevaniyê nîşan bide. Kurd û gelên cîran wê derfetên xwe hemûyan ji bo mexdurên lehiyê bi kar bînin.

Nirxê piştevaniyê nirxê herî bi wate yê civakî ye. Ji bo gel û netewebûnê jî pêwîstî bi piştevaniyeke xurt heye. Yên ku piştevaniya wan ne xurt be ne dikarin bibin gel ne jî netewe. Nikarin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Ji ber vê yekê divê ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di asta herî bilind de piştevanî bê kirin. Pêwîste rojev û hewldana bingehîn a vê kêliyê ev be. Bêyî li benda dewletê bimîne divê gel di nava xwe de piştevaniya hev bike. Şaş e ku her tişt ji dewletê bê hêvîkirin. Dewlet ew organ e ku berjewendiyên beşekê temsîl dike, ne yê civakan.

Bendewariya ji dewletê tê wateya kêmbûna piştevaniyê, qelsbûna piştevaniyê. Ev yek ji bo civakan qelsiya herî mezin e. Li Kurdistanê karesatên bi vî rengî timî rû didin, lewma divê piştevaniya civakî bê xurtkirin. Ev yek jî bi civakeke demokratîk a rêxistinbûyî dibe. Karesatên bi vî rengî pêwîstiya bi rêxistinbûnê nîşan didin û divê bibin wesîleya xurtkirina rêxistinbûnê.

Divê li her derê bikevin nava liv û tevgerê

Dema ku rastiyeke bi vî rengî li Kurdistanê rû da, divê gelê me yê li parçeyên din û derveyî welat piştevaniyê bike. Hebûna sînoran divê vê piştevaniyê ne qels bike ne jî asteng. Bi taybetî parçe, herêm û bajarên nêzî cihê karesatê ne, divê hîn bi rengekî çalak bi berpirsyarî tevbigerin. Gelê Kurd ê li derveyî welat jî girîng e di rewşeke wiha de tavilê piştevaniyê bike. Hiş û hestê piştevaniyê yê gelê Kurd xurt e, divê ev ruhê piştevaniyê ji bo gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê li her cihî were nîşandan.

Divê Îran li pêşberî alîkariyan nebe asteng

Em ji dewleta Îranê hêvî dikin ku di karesaetên wiha de li pêşiya alîkariya gelê Kurd a li derveyî sînorên Îranê nebe asteng û pêşî li piştevaniyê veke. Nêzîkatiya ku di karesatên wiha de bê nîşandan, wê ji bo xurtkirina biratiya navbera gelan girîng be. Ji ber vê yekê divê alîkariya gelên Îranê û gelê Kurd a ji bo mexdûrên lehiyê bigihêje cihê xwe.

Em wek tevgera azadiyê ya Kurd di karesaetên wiha de timî bi gelê xwe re ne. Ji bo birînên gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bên pêçandin û gelê me yên li parçeyên din piştgiriyê bide em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

Em pê bawer in ku gelê me wê bi piştevaniyê birînên xwe bipêçe û careke din ji gelê xwe yê zerar dîtine re dibêjin; derbasî be.”


Mijarên Din