KCK’ê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir ku ji bo Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê hatibû hilbijartin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û Nêçîrvan Barzanî ku ji bo Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê hatibû hilbijartin pîroz kir.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin gotin; “Erkekî dîrokî ya parastina yekîtiya netewî ya hem li Başûrê û hem jî li tevayî Kurdistanê ya Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê heye. Serokê Federasyona Kurdistanê di serî de Tirkiye hemû hêzên li dijî azadî û yekîtiya Kurdan, berpisyartiya nûnertiya îradeya jiyana azad a Kurdan heye. Rastiya têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê derxistî holê û bi vê zanebûnê em bawerin ku wê rolê xwe pêk bîne. Nêçîrvan Barzanî xwedî wê asteyê ku dikare vê rola xwe pêk bîne.

Li Başûrê Kurdistanê deskeftiyên mezin hatine bidestxistin. Niha li Başûrê Kurdistanê dem dema prastina van deskeftiyan bi pêkanîn yekîtiya siyasî li ser bingehê demokrastîbûnê ye. Bê guman li parçeyekî Kurdistanê parastina destkeftiyan wê rolê diyarker yê têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê diyar bike. Divê birêz Nêçîrvan Barzanî hişbîriya demokratîkbûn, sekin û pêknanê ya Kurdan bi awayeke bi bandor erka dikeve ser milan bi cih bîne, di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rol lîstina Kurdan di nava bendewariyên ji  pêvajoya serokatiya wî  de ne.

Bendewariyên gelê Kurdistanê ya ji Serokê Federasyona Kurdistanê  ew e ku êrîşên dagirkeriya li Başûrê Kurdistan û dîsa her cûre êrîş û xebatên îstixbaratiyê bibe xwedî helwest e. Di vî warî de di roja yekem a serokatiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Xaxûrkê hê di roja yekem de tê wateya êrîşên li dijî serokatiya Başûrê Kurdistanê, ev tê wateya tevgereke dagirkeriyê ya vîn û erkê zeîf dike ye. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo her êrîşên û li dijî her êrîşeke dagirkeriyê ya ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd li ber rabe, bibe bersiva bendewariyên gelê me yên di vî warî de.

Rêber Apo her demê ji bo Nêçîrvan Barzanî gotibû ku dikare ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd bibe xwedî rist; daxwaz jê kiribû ku ji bo gelê Kurd li ser bingehê aştiyeke bi rûmet ji bo gihiştina jiyaneke azad û demokratîk ked bide.

Di vê demê de ku gelê Kurd û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de dibore, di wê baweriyê de ne ku birêz Nêçîrvan Barzanî erka dikeve li ser milan bi cih bîne, ji bo pêkhatina jiyana azad û demokratîk rola xwe bilîze û di demê serokatiya xwe de serkeftinê bîne.”


Mijarên Din