KCK'ê di peyama sersaxiyê de got: ''Dayikên van hevalan bi gewher û bîreweriya xwe ya Kurdatiyê, di beşekî mezin ê jiyana xwe de xizmet ji têkoşîna azadiyê re kirine. Bi hezkirina mezin û dilsoziya li Rêber Apo, bi bawerî û bêrîkirina li azadbûna Kurdistnaê bûne dayikên Kurd ên mînak.
Em Tevgera Azadiyê sond dixwin ku bêrîkirina wan û hemû dayikên Kurd bi cih bînin, bila cihê wan bihişt be.''