Keda ji bo paqijiya bajar rastî xemsariya şêniyan tê

Keda şaredariyên gel ên herêma Cizîrê ji bo pêşkêşkirina xebatên paqijiyê ji şêniyan re rastî xemsarî û nehevkariya şêniyên hindek taxan tê. Ruxmî xebatên Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel jî beşek ji şêniyan qanûn û biryarên girêdayî paqijiyê paşguh dikin. 

Pirsgirêka kombûna çopê li piraniya bajar û navçeyên kantona Cirîzê veguheriya diyardeyekê ku li ser tenduristiya giştî xetere ye. Şaredariyên gel hewl didin vê pirsgirêkê derbas bikin û şêniyan di warê paqijiya giştî de hişdar bikin.

Ji karên ku komîteyên paqijiyê pêk anîne, komîteyan hawiyên çopê li tevahiya kolan û sûkên bajarên sereke yên kantona Cizîrê belav kirine. Cihê avêtina çopê li piraniya bajar û navçeyan ava kirine. Li hindek derverên ku cihê avêtina çopê nêzî avahiyan e, ji wan dûr xistine. Li rex wê jî gelek hemleyên paqijiyê li dar xistine. Jê hemleya paqijiyê ya heftane rojên şemiyê. Tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser tev li wan hemleyên ku di 30`yê Hezîranê de dest pê kirine, dibin.

Bajarê Qamişlo yek ji mezintirîn bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tevî xebatên paqijiyê yên şaredariyê lê li bajêr pirsgirêka çopê heye. Sedem jî vedigere ku şênî qanûnên girêdayî paqijiyê û avêtina çopê û gemarê naynin cih.

Ehmed Sinco ji şêniyên taxa Kornîş e ya li başûrê bajarê Qamişlo dibêje: "Paqijî gelekî girîng e da ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan bê girtin û dîmena şaristanî ya bajêr were parastin."

Sinco pirs kir: "Gelo çima şênî kolanên xwe paqij nahêlin? Çima em paqijiya bajarê xwe naparêzin? Li gel me jî derfet hene. Divê em bigihîjin asteke pêşketî."

Li taxa Hîlaliyê jî çop li koşeya rêyan û hundirê kolanên wê belav dibe. Şêniya bi navê Fewziye Hisên a ji taxê sedem vegerand ajokarên ku çopê di pencereyên erebeyên xwe re diavêjin bêyî ku rihê berpirsyariyê li cem wan hebe.

Fewziye wiha berdewam kir: "Em gelek zehmetiyan ji vê pirsgirêkê dikişînin. Ji ber ku mala me ji rêya giştî ya taxê re nêzîk e. Ajokar gemarên xwe bêyî ku girîngiyê bidin malan an jî şêniyên ku ji ber çopê aciz bibin, diavêjin."

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo û çavdêra hemleya paqijiyê ya heftane Pêrwîn Yusif got: "Dema em serdana komînan û taxan dikin şênî şaredariyan rexne dikin ji ber ku bi erkên xwe bi şêwaza ku tê xwestin ranabin. Dema me hemle ragihand, şênî heta radeyekê bi me re nebûn alîkar. Armanca me îro ne ku şaredarî bi erkên xwe rabe, xizmeta bajêr ji tevahiya xebatan erkê wan e, lê armanca me belavkirina çanda paqijiyê di nav şêniyan de û bedewiya bajêr e."

Pêrwîn bang li tevahiya şêniyan kir ku xwedî rihê berpirsyariyê bin. Her wiha destnîşan kir ku tu sûd ji dayîna qanûnan û pêkanîna muxelefetan der heqê kesên ku guh nadin paqijiyê tune ye, eger li hember bajarê xwe ne berpirs bin.

Navçeya Holê bi 45 km li rojhilatê navenda kantona Hesekê ye, lê mîna bajarên din pirsgirêka çopê heta di nav zeviyên derdorê de heye.

Şaredariya Gel a navçeyê ji bo ku ji çopê xilas bibe, cihê avêtina çopê vekir û cihê kevin jî restore kir. Da ku wê pirsgirêkê çareser bike û ji bêhna nexweş xilas bibe.

Lê kedên şaredariyê rastî xemsarî û nehevkariya şêniyan û ajokarên tiraktorên ku çopê ji nav kampê derdixînin  tên û çopê navêjin cihên wê yên diyar.

Hevseroka Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Holê Rebîa Seidûn got: "Me cihên avêtina çopê bi hesin sûre kir da ku çop di nav zeviyê derdorê de belav nebe. Ji ber ku berê bi awayekî bêserûber çop dihat avêtin."

Ruxmî wê jî erebeyên veguhestina çopê ji Kampa Holê çop navêje cihê wê yê diya lê belê bi awayekî bêserûber li derdora wê davêje ji ber wê di nav zeviyan de belav dibe.

Ji aliyekî din ve Şaredariya Gel amadekariya destpêkirina hemleyek paqijiyê yek fireh li navçeya Holê dike. Hevserokatiya Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Holê bang li şêniyan û Rêveberiya Kampa Holê kir hevkar bin da ku ji wê pirsgirêkê xilas bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din