Kedkarê çapemeniya azad Mustefa Mihemed li ser gora xwe hate bi bîranîn

Kedkarê ragihandina azad nûçegihanê Ronahî TV Mustefa Mihemed di salvegera şehadeta xwe ya 3‘yemîn de li ser gora xwe hate bi bîranîn.

Bi dehan rojnamevan, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl kedkarê ragihandina azad nûçegihanê Ronahî TV Mustefa Mihemed ê beriya sê salan di şopandina berxwendana Minbicê de şehîd bibûn, li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Di merasîmê de hevreyên şehîd Mustefa axivîn, pesên ked û têkoşîna wî ya ji bo ragihandina rastiya şoreşê destnîaşn kir û soz dan ku dê xeta şehîd Mustefa Mihemed dewam bikin heta armancên wî pêk werin.

Malbata şehîd Mustefa spasiya beşdaran kir û got xeta şehîd Mustefa şopand xeteke pîroz e û ew bi şehadeta wî serbilind in.

Mustefa Mihemed ji gundê Yabisê yê rojavayê bajarê Girê Spî ye, beşê ragihandinê li Zanîngeha Ragihandinê ya li paytexta Sûriyê Şamê xwend  û wekî nûçegihan û pêşkêşvanê Ronahî TV xebitî. Her wiha yek ji endamên Meclisa Yekitiya Ragihadina Azad a Rojava bû.

Şehîd Mustefa gelek pêngavên leşkerî yên YPG û YPJ‘ê şopandin, herî dawî dema şopandina pêngava rizgarkirian Minbicê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di Hezîrana 2016‘an de destpê kiribû, ji ber teqîna mayînekî  di 18‘ê Tîrmehê de şehîd bû.

ANHA


Mijarên Din