Kelecana cejnê li Serêkaniyê… bi wêne û dîmen

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re sûkên bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê geş bûne. Tevahiya pêdiviyên cejnê ji xwarin, şîranî û cil û bergan lê têne peydakirin.

Mîna tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bajarê Serêkaniyê jî ewle ye, tevî gefên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê der heqê gund û bajarokên li ser sînor de.

Bi hatina meha Remezanê û bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, xuyangên ewlehî û geşbûna aborî bi awayekî mezin di nav bajêr de belî kirin. Tevahiya cureyên xwarin, şîranî û cil û bergan di nav sûkên bajêr de têne peydakirin.

Şêniyên bajêr û gundewaran ji çend rojan ve dest bi serdana sûkên bajêr kiriye da ku pêwîstiyên cejnê bikirin. Şênî bi taybetî serdana Ebarêt Hec Wesfî dikin. Şênî dibêjin ew sûk ji beriya 30 salan ava bûye. Destpêkê tê de 3 dikan hebû lê niha zêdetirî 300 dikanên cur bi cur hene. Li wan dikanan pêdiviyên cejnê ji şekir, caw, cil, xişir, sol û tiştên din peyda dibin.

Ji aliyekî din ve Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên El-Necde dewrî û bendên xwe li bajêr zêde kirine. Her wiha Hêzên Trafîkê jî tevgera trafîkê kontrol dikin û qerebalixê kêm dikin da ku tevgera şêniyan hêsan bike û rê li pêşiya qezayan bigirin.

Kameraya ajansa me di nav sûkên bajêr de geriya û tevgera şêniyan şopand, her wiha nêrînên şêniyan girtin. Şêniyan destnîşan kir ku ew minetdarên hêzên ku bajêr rizgar kiriye û ewlehiya wê diparêzin û hêvî kir ku cejna Remezanê bibe boneya pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din