Kanala"B C 5" derdora 8 hezar donim erdê çandiniyê yê bajarokê Hecînê av dide ku rûbera giştî 22 hezar û 800 donim e, her wiha piştî ava El-Belîx derbas dike, rûbereke berfireh a erdên çandiniyê yê bajarokê Xenzîr jî ya girêdayî Reqayê, ava dide.
Ev kenala ku avê ji pombeya Refa Til Seman digire, beriya rizgarkirina sala 2016`an ve, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate xerabkirin. Dirêjahiya kenalê ku zirar dîtiye 84 metre ye.
Şêniyên bajarokê Hîşê beriya niha bang li aliyên peywendîdar kir ku kenalê sererast bikin, da ku erdên xwe av dan û di heman demê de barê şêniyan jî sivik dike.
Kenala avê ji aliyê rêvebirinê ve û ji aliyê feniyê ve girêdayî Komîteya Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ye û di nîvê meha Kanûna derbasbûyî de soz dabû ku ew ê kenalê sererast bike.
Yek ji rayedarên Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê ku hevkariya wê bi Komîteya Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re heye, diyar kir ew ê di nava deh rojan de kenalê sererast bikin.
Komîteya Avê ya Gerînendeya Çandiniyê sedema derengmayînê bi rewşa hewayê û barîna baranê girê da.
Di demekê de ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmeta herêmê dike û binesaziya ku çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wêran kirine sererast dikin, dewleta Tirk ava Firatê qut dike û dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê av bihêle.
(eh)
ANHA