Kenneth Mackenzie: Em ê li Sûriye û Iraqê bimînin

General Kenneth Mackenzie destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya hegemonyaya Îranê li Iraq û Sûriyê dê hêzên Amerîka û NATO`yê li her du welatan bimînin.

Li gorî rojnameya New York Times fermandarê leşkerî yê bilind ê Amerîkayê li Rojhilata Navîn duh diyar kir ku hejmara hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dê di çend mehên bê de kêm bibin, lê fermana vekişandina hêzan hîna pêk nehatiye. Serokê Fermandariya Navendî ya Pentagonê general Kenneth Mackenzie got: “5 hezar û 200 leşkerên me li Iraqê ne da ku alîkariya Iraqê di şerê wê bi DAIŞ`ê re de bikin û hêzên Iraqê perwerde bikin. Lê piştî şêwirên bi hikumeta Baxdayê re dê hinek guhertin pêk werin.”

Li gorî pêşbiniyên general Mackenzie hêzên Amerîkayê û hêzên NATO`yê dê demeke dirêj li Iraqê bimînin, ji bo şerê li hemberî terorê û rawestandina hegemonya Îranê li welat. Lê Mackenzie asta mayîna demdirêj a hêzan eşkere nekir. Li aliyekî din rayedarên Amerîkayê yên din gotin piştî ku gotûbêjên bi berpirsên Iraqê re vê mehê ji nû ve destpêkirin, îhtîmal heye hejmara hêzên Amerîkayê heta 3 hezar û 300 leşkeran were kêmkirin.


Mijarên Din