Keraseta bendera Beyrûtê… deriyekî nû ji Osmaniyên nû re vedibe

Dewleta Tirk bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de ji bo ku hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike.

Şemiya borî bi sedan lubnanî bi alên dewleta Tirk li pêşiya rêxistina `Nifşê Pêşerojê` a li herêma Spîrz a li Beyrûtê kom bûn û şandeya dewleta Tirk a ku ji cîgirê serokê dewleta Tirk Fuat Oktay û wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu pêk hatiye, pêşwazî kir.

Dewleta Tirk ragihand ku ew amade ye li rex Lubnanê bisekine û alîkariya wê bike. Her wiha behsa ji nû ve avakirina bendera Beyrûtê, restorakirina avahiya wê û pêşkêşkirina alîkariyê bi rêya bendera Mêrsînê ya li Tirkiyê hate kirin. Ev jî pirsên girêdayî berjewendiyên dewleta Tirk li Lubnanê didin pêş?

Hikumeta  Lubnanê meha derbasbûyî ragihand ku wê 4 kesên ji Tirkiyê bi rêya balafireke taybet hatine, girtine. Ew kes tirk û sûrî bûn û bi wan re 4 milyon dolar hebûn. Tevgera wan li bakurê Lubnanê li gel metirsiyên siyasî girêdayî sedemên anîna wan pereyan balkêş bû. Wezîrê hundirîn ê Lubnanê Ehmed Fehmî wê demê ev axaftin kiribû: “Gelo ew pere ji bo lîstina bi nirxê dolar bû yan jî ji bo çalakkirina tevgerên diyar li Lubnanê bû?”

LI LUBNANÊ HESABÊN ENQEREYÊ

Dewleta Tirk bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan ji Lubnanê re hewl dide valahiya muhtemel a kêmbûna hegemonyaya Îranê li Lubnanê bi kar bîne. Li gel bangewaziyên navdewletî û herêmî ji bo sînordarkirina rola hevalbenda Îranê Hizbullahê û hegemonyaya wê li ser siyaseta Lubnanê. Ji aliyekî din ve jî,  DYA û gelek hêzên mezin ji hegemonya dewleta Tirk a ku her ku diçe fireh dibe, ne zêde aciz in.

Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku dewleta Tirk her tim planên xwe li gelek dewletan bi rêya şandina alîkariyan û tîmên girêdayî ajansa `Tîka` û Heyva Sor a Tirkiyê û gelek rêxistinên girêdayî serokatiya Tirkiyê dişîne, pêk tîne. Endamên van tîman ji istixbarata dewleta Tirk in û bi rêya ol, alîkariyê û aborî derbasî nava welêt dibin û nuqteyên zeîf ên civakê û qada siyasî bi kar tînin. Piştre dest bi xêzkirina planên xwe dikin.

Her wiha pisporên kar û barên dewleta Tirk hişyarî ji armanca Erdogan ji şandina alîkariyan ji Lubnanê re didin ku ew dixwaze bêhêziya dewleta Lubnanê bi kar bîne û dest bi danîna planên xwe bike, ji bo ku hegemonyaya xwe fireh bike û cihên stratejîk li Lubnanê kontrol bike. Bi taybet benderan jêderên bingehîn û yekemîn ên aboriya welêt. Di wan benderan de bi rêjeya ji sedî 70 tevgera bazirganiyê ji welat û ber bi welêt ve derbas dibe. Ji ber wê teqînê barên aborî yên nû li Lubnanê zêde kirin li gel ku di nava aloziyên siyasî de ye û gelek dewletên herêmî û navdewletî mudaxeleya wê dikin.

Pispor piştrast dikin ku dewleta Tirk dibe ku vê derfetê bi kar bîne da ku cihê xwe di Lubnanê de xurt bike, nexasim ku Lubnan bûye qada rageşiyê di navbera wê û Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û gelek hêzên dijberî wê de. Alîkariyên dewleta Tirk dê valahiya Misir û Erebistana Siûdî dagire, heger ew bi rola xwe li Lubnanê ranebû, bi taybet di kolana sunnî de. Ev yek dê derî li hember dewleta Tirk veke ne tenê ji bo bikaranîna qada sunnî lê belê ji bo ku hegemonyaya xwe fireh bike.

ÎXWAN BEŞEKE SIYASETA DEWLETA TIRK IN

Kolana Lubnanê bi taybet a sunnî girêdayî têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Lubnanê de parçe ne. Koma Îxwan Muslimîn beşek ji vê parçebûnê ye. Ne tenê li ser asta nîştimanî lê belê li ser asta sunniyan  jî. Ev kom rêgezek hegemonyaya dewleta Tirk li Lubnanê ye û şirîkên AKP`ê di siyasetên herêmî de ne. Îxwan beşekî ku nayê parçekirin ji siyaseta dewleta Tirk li herêmê ye. Ruxmî ahenga di navbera her du aliyan de, dibe ku `Koma Îslamî` ajandeya ixwanan li Lubnanê, ji ber hevalbendiya xwe bi `Şepela Pêşerojê` ya ku Seed El-Herîrî bi rêve dibe û girêdayî Erebistana Siûdî ye, bi baldarî tev bigire bi şêwazekê ku bandorek alîgirî li xebata siyasî li Lubnanê neke.

Lubnanê di encama pergala taîfî de ya ku ji dawiya serdema 19`an di serdema osmanî de ve domdar e, di navbera zêdetirî şepelekê de parçe ye. Ev parçebûn di pêvajoya El-Întîdab de piştî sala 1920`an û heta piştî serxwebûnê sala 1943`yan hate rûniştandin.

Ev parçebûn di Peymana Taêf a sala 1989`an de ya ku bû destûra welêt. Lewra sazûmaniya bingehîn a Lubnanê li ser asta taîfî parçekirî ye. Ji ber wê li ser asta siyasî jî li gorî endamtiya taîfî parçe ye. Ji ber wê ne xerîb e ku gelê Lubnanê li gorî her taîfeyekê belav bibin. Mînak, xiristiyan bi giştî û mewarne bi taybet bi dewletên rojavayî ve girêdayî ye bi taybet Fransa. Di serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de ji Lubnanê re gelekan banga vegera El-Întîdaba Fransayê kir. Sunnî jî girêdayî Kendava Ereb, di demekê de Misir û îro jî beşek ji wan girêdayî dewleta Tirk in. Mudaxelyên dewleta Tirk li Sûriye û Lîbyayê ji Lubnanê ne dûr in.

(şx(

ANHA  


Mijarên Din