Kerwanê Wezîrê Lubnanê hate hedefkirin, 2 kes hatin kuştin

Kerwanê erebeyan ê Wezîrê Lubnanê Salih El-Xerîb dema diçû herêma Qebir Şemûn a li Aliya hate hedefkirin, du parêzvanên wî hatin kuştin.

El-Xerîb di daxuyaniyên xwe de ji ajansa niştîmanî ya ragihandinê re got: "Em li ser rêya herêma Qebir Şemûn bûn ji nişkê ve gule hatin berandin."

Wezîrê Derve yê Lubnanî Cibran Basîl tevî wezîrê dewletê Salih El-Xerîb birayara taloqkirina serdana wan dabûn. Lê dema El-Xerîb ji cihê civînê bi rê ket, bûyer pêk hat.

Çavkaniyan ji Partiya Demokratîk ragihandin ku bûyera pêk hatiye kemîn bû û hewldanek ji bo kuştina wezîr Cibran Basîl bû. Her wiha kesên ku gule berandine endamên sosyalîst bûn û nizanî ku kerwana erebeyan a wezîr Salih El-Xerîb bû.

Li gorî Reuters`ê El-Xerîb ji taîfeya dirziyan e û nêzî serokê Dirzî yê ku piştgiriya Şamê dike ye. Bûyera guleberandinê di herêmekê de girêdayî hevrikê wê serokê Partiya Demokratîk ya Sosyalîst Welîd Cimblat pêk hat.

Partiya Demokratîk a Sosyalîst rêzebûyerên ku pêk hatine bi bîr xistin. Li gorî wê du parêzvanên El-Xerîb gule li xwepêşendarên ku li dijî serdana Wezîrê Derve Cibran Besêl (serokê şepêla niştîmanî ya azad ku piştgiriya serokê Lubnanê Mîşêl Ewn dike) derketine reşandin.

Partiyê got di encama guleberandina bêserûber ji hêla parêzvanên wezîrê dewletên El-Xerîb de ciwanek birîndar bû, ji ber wê hindek kesên ku çek rakirine bersîv dan cihê guleberandinê di encamê de du parêzvanên El-Xerîb hatin kuştin. Ev jî bi rêya dîmenan hatiye qeydkirin û li gel aliyên ewehiyê ne.

Ji aliyê xwe ve serokê taîfeya dirziyan Şêx Neîm Hesen bang li şêniyên taîfeya xwe kir ku aram bin û rê nedin armancên kesên ku dixwazin tevliheviyê çêkin, pêk werin.

Serokê Lubnanê Mîşêl Un bang li meclisa bilind a parastinê kir  ku sibe di qesra Beibde de bicivin.

(şx)


Mijarên Din