Kesê Filistînî Zekî Mibarek dê li Xezayê were veşartin

Cenazeyê welatiyê Filistînê Zekî Mibarek ku di zindanên Tirkiyê de kuştî hate dîtin, di seatên sibehê de ji paytexta Misrê Qahîrayê veguhestin Xezayê, da ku were veşartin. Her wiha malbata wî amadekariya vekirina dozekê li dijî rejîma Tirkiyê dike.

Vê sibehê cenazeyê kesê filistînî Zekî Mibarek ku di zindanên Tirkiyê de kuştî hate dîtin, ji Misrê ber bi Xezayê ve hate veguhastin da ku lê were veşartin.

Birayê Zekî Mibarek, Zekeriya Mibarek ji Erebiyê Net re got saziya tiba edlî ya Misrê kifşkirina cenazeyê birayê wî bi dawî kir û da diyar kir ku ew ê ji bo vekirina dozekê li dijî rejîma Tirkiyê û berpirsên wê biçe Fransayê da ku kesên li pey kuştina birayê wî werin diyarkirin û radestî dada navdewletî bibin.

Têkildarî mijarê parêzerê malbatê Şerîf Xenîm jî diyar kir ku bijîşkên tiba edlî cenaze kişf kir û rapora bûyerê tomar kir.

Zekeriya Mibarek got malbat dê raporê di nava 6 hefteyan de radestî dada cezayî ku li Fransayê ye were kirin, di vê derbarê de bijîşkan 30 rapor ji kifşkirina cenaze girtine.

Têkildarî mijarê malbatê bi awayekî fermî name ji serdozgerê giştî yê Misrê Nebîl Saqiq re pêşkêş kir da ku ji nû ve cenaze were kifşkirin, her wiha asta birînên di laşê Zekî Mibarek de were diyarkirin, bi taybet ku rapora tiba edlî (tenduristiya yasayî) ya Tirkiyê wekî dereweke Tirkiyê ye, di heman demê de tekez kir ku sedema kuştina Zekî ne ji ber xwekujiyê ye, lê ji ber birînên di laşê wî de ye.

Desthilata Tirkiyê di meha Nîsanê de Zekî Mibarek revandibû, paşê piştî 2 hefteyan desthilatê got ew bi îdiaya sîxuriyê di zindanê de girtî ye, piştî çend rojan jî gotin xwe di zindana Sîlîvrî ya Stenbolê de xwe kuştiye.

Malbata Zekî Mibarek senaryoya Tirkiyê red kir, her wiha tekez kir ku ji ber îşkenceya hovane ew ser destê rayedarên Tirk hatiye kuştin, li ser vî esasî ew ê bi dozê li rejîma Tirkiyê vekin.

(eh)


Mijarên Din