​​​​​​​Kesayetê welatparêz Mihemed Elî Reşo çû ser dilovaniya xwe

Kesayetê welatparêz û yek ji damezrînerên Hêzên Asayîşê Mihemed Elî Reşo di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Elî Reşo di sala 1954`an de ji dayîk bûye. Di destpêka şoreşê de tev li nav refên şoreşa Rojava dibe. Bi giyana xwe ya welatparêzî dihat naskirin. Di salên 80`î de tevgera rizgariya Kurdistanê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike.

Mihemed Elî Reşo mamosteyê babeta bîrkarî bû. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava, tev li avakirina Hêzên Asayîşê dibe. Wek serokê çavdêriyê di Desteya Parastinê de ya herêma Cizîrê kar dike. Her wiha wek serokê Daîreya Materyalan heta wefata xwe cih digire.

Mihemed Elî Reşo di nexweşxaneyek bajarê Qamişlo de di encama kirîza dil de di temenê 66 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din