Keseb û Idlib... mezintirîn sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li Sûriyê - 1

Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên ku tevahiya cîhanê wan wekterorîst dibîne, karîbû wêneyê civakî û çandî yê gelê Sûriyê li gelek deveran reş bike. Ew hîna jî hewldanan dike da ku herêmên din jî di vê guhertinê re derbas bike. Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser herêma "Keseb" a li berava Sûriyê û parêzgeha Idlibê ku her du jî dikevin ser sînorê Tirkiyê. Her wiha mezintirîn sûcên şer ku Tirkiye û çeteyên xwe li dijî civakên oldar pêk anîne, eşkere bikin.

Bajarê Keseb û xerabtirîn hemleyên îstixbaratên Tirkiyê û Cebhet El-Nusra bi navê “Enfal”

Bajarê Keseb ku li bakurê rojavayê Sûriyê anku li binarê Çiyayê El-Eqre yê berava Sûriyê dikeve, bi bedewbûna xwe ya xwezayê, bi gel û şaristaniya xwe, bi qedîmiya dîroka xwe tê naskirin. Bajarê Keseb xwedî karekterê Ermen-xiristiyan ê kevnar e. Lê mixabin dema mirov rûpelên dîroka wê vedike, di her rûpelekê de gelê wê rastî komkujî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hatiye û dewleta dagirker her hewl daye ku wan qir bike. Heta roja îro jî hewldanên dewleta Tirk di vê derbarê de dewam dikin.

Di komkujiya Nîsana 1909`an a li hundirê bajar de, zêdetirî 161 Ermenan jiyana xwe ji dest da û bajar ji aliyê çekdarên Tirk ve hate şewitandin û wêrankirin. Di “jenosîda” sala 1915`an de, desthilatdariya Tirk di 26`ê Tîrmehê de ferman da ku di 5 rojan de bajarê Keseb were valakirin, lê gel dest bi serhildanan kir û destilatdariya Tirk dest bi êrîşa li ser gel kir. Di êrîşê de, zêdetirî 5 hezar Ermen hatin qetilkirin û yên mayî jî bi darê zorê koçberî dewletên cîran mîna Urdun û Lubnanê bûn. Di komkujiya 1920`an de jî, di encama êrîşên Tirkan Ii ser bajarê Keseb de, zêdetirî 40 Ermen hatin kuştin. Sala 1938`an, piştî ku Lîwa Îskenderon ji Sûriyê hate qutkirin, bi hezaran ji malbatên Ermenan ji Keseb û derdora wê koçber bûn. Her wiha dema bajarê Keseb ji Tirkiyê hate qutkirin û tev li axa Sûriyê hate kirin, wê demê desthilatdariya Tirkiyê hemû mal û milkên Ermenan ji gund û mezrayên herêmên ku ji Sûriyê dagir kirin, talan kirin.

Di dîroka 22`yê Adara 2014`an de, dewleta Tirk bi destê rêxistinên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, Ensar Îslam û çeteyên ji Qoqazê bi fermandariya Ebû Mûsa El-Şîşanî û Ebû Muslim El-Şîşanî hovtirîn êrîş bi navê  “Şerê Enfalê” bir ser bajarê Kesebê. Îstixbaratên Tirkiyê jî tevî hêzên wê, çekên wê yên giran û di aliyê ezmanî de tev li êrîşa li ser bajarê Keseb bûn. Di wê demê de, televîzyona Frans 24 têkildarî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser bajarê Keseb, koordîneya di navbera fermandarên rêxistinên terorîst û artêşa Tirk de û nehiştina firîna balafirên rejîma Sûriyê ser sînorê wê herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, rapor weşandin. Di wê demê de jî balafireke rejîma Sûriyê li wê herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hate xistin.

Di encama wê êrîşê de, nêzî 900 malbatên Ermen neçar man ku ji bajarê Keseb koçber bibin. Her wiha çeteyan bi sedan Ermen jî ku nikaribûn birevin, dîl girtin. Di heman demê de, çeteyan zirareke mezin gihand mal, milk û dêrên Ermenan. Desteya Niştîmanî ya Ermenan a Cîhanî têkildarî êrîşa li ser Kesebê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir da ku wan ji destwerdanên Tirkiyê û binpêkirinên wê biparêzin.

Li Idlibê… windabûna 15 hezar xiristiyanan û komkujiyên Durizan li Çiyayê Simaqê

Xiristiyan bi hemû mezbehên xwe bi awayekî zêde li naverasta bajarê Idlib û Cisir El-Şixûr de, her wiha li gelek gund û mezrayên wekî El-Cidîda, El-Xesaniye, El-Yeqûbiye, El-Qiniya û El-Heloz bi cih dibin. Li gorî serjimara herî dawî ya xiristiyanên li Idlibê ya sala 2010`an, hejmara xiristiyanan li bajar û gundên navborî derdora 10-15 hezaran e.

Duriz, piştî xiristaniyan pêkhateya sêyemîn li herêmê ye anku herêma Idlibê. Duriz bi awayekî zêde li gundên Çiyayê Simaq ê nêzî bajarê Harim wekî (Qelb Loza, Kefer Kîbla, Benabil, Bişendlintî, Maris, Hellah, Tiltîfa, Koko, Bişendîlya û Kefer Maris) bi cih dibin. Hejmara Durizan li wê herêmê derdora 9-10 hezar e.

Êş û azarên xiristiyanan di sala 2012`an de, dema ku komên bi navê qaşo “Artêşa Azad” û çeteyên tundraw ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, dest pê kir. Di wê demê de, bi hezaran ji xiristiyanan ber bi bajarên Sûriyê û Lubnanê ve koçber bûn. Di sala 2013`an de, dema çeteyên DAIŞ`ê Cisir El-Şixûr û bejahiya wê dagir kir, dest bi wêrankirina dêr, xaç, zengil û gorên wan kir. Her wiha di encamê de hemû xiristiyanên di bejahiyê de koçber bûn. Di dawiya sala 2014`an de, êş û azarên xiristiyanan bi dagirkirina herêmê ji aliyê Cebhet El-Nusra ve, gihîşt lûtkeya xwe ya herî dawî. Komên terorîst ku ji Tirkiyê desteka xwe digirin, dest bi komkujiyên li dijî xiristiyanan kir, ji ber vê yekê jî hemû xiristiyan koçber bûn.

Koçberên ji Idlibê rastiya kiryarên komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê wekî serjêkirina mirovan, revandina jinan, mêran, rahib û rahîbeyan ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e, eşkere kirin. Heta hejmareke fermî ya kesên ku hatine revandin û kuştin nehatiye zanîn. Komên terorîst bi awayekî zelal zêdetirî 33 dêr li herêma El-Qiniya û El-Xesaniye  rûxandin. Her wiha peykerê Meryem Ezra li pêşiya gundê El-Qiniya û peykerê Gower Geoss rûxandin.

Her wiha  di Mijdara 2013`an de, komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê, dêra Rûm a Ortodoks a li gundê El-Xesaniye kirin cihê gorên komî. Di sala 2015`an de jî, dêra Meryem Ezra ya pîroz jî li ser destê koma Cind El-Eqsa hate wêrankirin. Di heman demê de, dêra gundê Qeleb Loza ya dîrokî jî bû cihê xwedîkirina sewalên çeteyan.

Ji aliyekî din ve jî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku bi awayekî eşkere desteka xwe ji Tirkiyê digire, biryar li herêma Idlibê derxist ku hemû mal û milkên xiristiyanan werin desteserkirin. Her wiha kesên ku milkên xiristiyanan di destê wan de hene, divê werin cezakirin an jî milkên xiristiyanan radest bike yan jî her meh bacê bide.

Serjêkirina Durizan û tirkkirina deverên wan bi destê Ûygûran

Di berdewama planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê, binpêkirinên qanûnên navneteweyî û mirovî di hundirê Sûriyê de, Ûygûrên ji Çînê derbasî şerê Sûriyê kirin û tev li Cebhet El-Nusra û Partiya Tirkistan a Îslamî ku di cîhanê de wek du hêzên terorîst têne naskirin, kirin. Dewleta Tirk, Ûygûr wek amûrekî ji bo pêkanîna projeyên xwe bi kar anîn û qurbaniyên herî mezin ji projeyê, Durizên li Idlibê bûn.

Di 10`ê Hezîrana 2015`an de, çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku ji Tirkiyê desteka xwe digirin, komkujiyek der heqê Durizan de li gundê Qeleb Loza yê Çiyayê Simaqê pêk anî. Çeteyan zêdetirî 40 jin û mêrên Duriz jî di nav de , gelek oldar kuştin. Terorîstê bi navê Ebdulreham El-Tûnisî ku serkêşiya vê komkujiyê dikir, zarokên Durizan birin baregehên perwerdeyên şerî û leşkerî yên girtî.

Ji aliyekî din ve jî, terorîstên ku ji derve hatine û Erebên di nava koma Cebhet El-Nursa de xwest ku bi keçikên ji gundên Çiyayê Simaq re bizewicin da ku îslambûna wan were îsbatkirin. Lê ev yek ji aliyê mêrên Duriz ve hate redkirin. Terorîstan li ser vê yekê, komkujî  pêk anîn û mezarên wan rûxandin. Li gorî koçberên Durizan ên koçî bajarên Sûriyê yên din û Lubnanê bûne, hejmara kuştiyan zêde ye, ji ber ku fermandarên wan ji wan re digotin kesên li pêşiyan we derkevin, wan bikujin û kuştiyan wan “helal” dikirin.

Çeteyên DAIŞ`ê jî gef li Durizan dixwarin. Serçeteyekî DAIŞ`ê yê ji Siûdiyê yê bi navê Seîd El-Xamidî ji Durizên Çiyayê Simaqê xwest ku îslamê fêr bibin, ger fêr nebin ew ê wan bikujin. Bi van gef û komkujiyan, gundên Durizan ên Idlibê hatin valakirin û milkên wan hatin desteserkirin. Di heman demê de, herêmên wan bûne cihê Ûygûrên Çînê yên bi eslê xwe Tirk in û Ûzbekên di nava Cebhet El-Nusra de tevî malbatên wan ku bi armanca tirkkirina herêmê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn.

50 hezar elewî hatin qewitandin û der heqê wan de komkujî pêk hatin

Der barê Kurd, elewî û Ereban de li Sûriyê, di çavê hikumeta Erdogan û çeteyên wî de wekî Heyet Tehrîr El-Şam û Partiya Tirkistanî, ew ne misilman in. Lewre, elewî ku yek ji pêkhateyên olî yên resen li parêzgeha Idlibê bûn, hejmara wan derdora 50 hezar bû û li bajarokên Keferiya, El-Fûa û gelek gundên herêma Cisir El-Şixûr bi cih dibûn, ji ber ola xwe gelek êş û zehmetî li ser destê komên selefî yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, dîtin.

Di Nîsana 2015`an de, çeteyên Cebhet El-Nusra û Partiya Tirkistanî ya Îslamî ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, gundê Îştibraq ê elewî ku li bejahiya Cisir El-Şixûr dikeve, dagir kirin. Çeteyên terorîst bi dehan elewiyên ku li dijî wan çek rakiribûn û sivîlên ku hewl dan birevin kuştin. Her wiha, bi dehan jin û zarokên elewî revandin û ew ji bo danûstandinên li gel rejîmê bi kar anîn.

Di Adara 2015`an de, piştî ku Idlib bi giştî ji aliyê çeteyan ve hate dagirkirin, bajarokên Keferiya û El-Fûa ku di bin parastina rejîma Sûriyê û koma bi navê Parastina Niştîmanî de bû, hatin dorpêçkirin. Ev dorpêçkirin heta Çileya 2017`an de dewam kir. Di wê demê de, di encama lihevkirina di navbera dewleta Tirk, rejîma Sûriyê û Îranê de bi hevkariya Rûsyayê, bajarokên Keferiya û El-Fûa li hemberî bajarokên Midaya û Zebedanî hatin valakirin. Di dema valakirinê de anku 15`ê Nîsana 2017`an, çeteyan karwanê elewiyan bi erebeyeke bombebarkirî li herêma El-Raşîdîn kir hedef û di encamê de zêdetirî 130 sivîl hatin kuştin û 150 kes piraniya xwe jin û zarok, birîndar bûn.

Terorîstên ku ji tevahiya cîhanê hatin li Idlibê kom bûne û ev dever veguherîne herêmeke selefî ji bo xwe û kiryarên xwe yên terorîst belav kirin. Komên behsa mijarê, îro dikevin hembêza artêşa Tirkiyê ya ku nuqteyên xwe yên "çavdêrî lê ava kirine da ku bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam "Cehbet El-Nusra" û Ehrar El-Şam û hin rêxistinên din ên di lîsteya terorê ya cîhanê de ne, siyaseta xwe pêk bînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikumeta wî jî hewl dide bi rêbazeke siyasî û bi avakirina rêveberiyeke bi navê "Hukmet El-Enqaz" ku sîwana siyasî ya Heyet Tehrîr El-Şam e, van rêxistinan rewa bike. Erdogan hewl dide vê yekê piştî valakirina Idlibê ji niştecihên wê yên resen "Duriz, xiristiyan, elewî, îsmaîlî, Kurd û beşek ji Ereb" ku li dijî siyasetên Tirkiyê û terorîstan pêk bîne û komên terorîst û malbatên wan ên ji gelek deverên cîhanê li şûna wan bi cih bike. Ev yek jî piştî lihevkirinan bi rejîma Sûriyê û navbeynkariya Rûsyayê dixwaze pêk bîne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din